Tevger û şûnde veger… û çandina tirsê

Keko
keko.57@hotmail.com

Em tev dizanin rewşa tevgra kurd îro li sûryê di çi qûnaxê re derbas dibe , û ta kîja radeyê têkilî sistin di navbera wande eger ewjî  hebin ,  û tu projeyên hêja liber çava ne diyarin ji bilî çirûskin melûl û bê hêvî . ango xebat kok ne ligor asta xweyî  normale , û wek tê xwestin , û evaya cihê şermezaryêye û cihê protistokirnêye .  

Lê guhrtina rasteqîn ew bû Raperîn yanjî şoreşa Avdarê 2004 an bû , raperîna gel bû hemû pîvanan , û tevger ajot ber Erebê da bê şopandin û bê sarastkirin , mixabin piştre saloxa raperînê bû avakirna hevokan bo pesindana vî kesî û wî kesî vê partiyê û wê partiyê , û wey li wî li yê dî pirtir bike û li singa xwe xê tevlî go qelen xwîna dehên xortan bû û birîdara bi sedan û girtîkirna bi hezara bû ji xortên welat perwer.
Îca ev demeke hevokek nûjen tevgerê bi gelemperî  Afirandiye û liser gelek zimanan tê cûtin û bask pêvekirin bi zanbûn û bê zanbûn ewjî eve ku di raprînêde  (ŞAŞIYÊN PIR MEZIN HATIN KIRIN ) û evjî ( gunehkarîk bê lêbûrîne ) , û tevger ketiye hevdû û lêgerînek bê westan dikin da karibin vê ( gunehkariya mezin) çareseriyekê jêre peyda bikin û xwe bi heft ava jê bişon , û xwe ji ber pirsiyariyê reha bikin , û dixwazin xwîna wan goriyan  beramberî kiryarên hovane  berdin , û xwe ji bîrdibin kû rijandina dilopek xwîn tenê nayê beramberî tev wan têkçûnên kiryarî de, vêca çawa ku qelen can bi xwe bê ?! dema ku gerek ew can ew bê yê bê parastin û her tiş bibê gorî , tevlî ku tevger dizanê ne ewin yênberpirsiyar jî .
Vêca Eger mirov  bi rengekî lêkolînerî û bê alî vê guhertina Partiya ya  neyênî  bi şopînê ,  rastî zû eşkere dibê , ewjî di bawerya minde eve : zingargirtin projên wan yên kevnar û bê hêvî ji alîkî ve , û  ne peydabûna projeyên hemdemî ligor xwestek û mercên tê xwestin ji bo berjwendiya gelê Kurd ji alîkî dinve , yan din jî bazdana partiya  ji bersivdanêre û ez bawerim ev bazdan barê wan sivik nake belê girantir dike û bêtir wê bên guvaştin û bin pêkirin .

Dumahîk heye

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…