Çîrokên vira Xeleka (5)

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

wa çol û bêlane ez nema rojhilat û rojava ji hev nas dikim. Bêjin ez giham Çiya yê qaf lê ne rêza Çiya ye ne seriye û ne biniye ne wek tubî Çiya ye.. Ta ku çavê mirov di fitirînê Çiya ye..  Çiyakê bê ser û bere ne newalê wî  nawalin ne zinarê wî  zinrin  ne darê wî  darin  ne ava wî wek avêye hema tişabeteke navê wî kirne Çiya yê Qaf..  bawerkin Çiya yê Qaf cîhanek ba şiqeye ji cîhanê kî ji min re bêjê dî nesor ji Çiya yê qaf derketine. Ma çima ez rastî jiwere nabêjim mane min ciyê lingê wa dîtin û car cara dengê wajî dihate min lê  yek Xwedê bêjim min bi çav xwe dînesor nedîtin.. tevlî ku carna pêtê agir ji min ve xuya dikirin û fîze fîza wan jî min dikir û min didît lawira ji ber wa bazdida lê ez naxim ser bextê xwe ku ew dînesorbin leyse..
Ez lê di gerim lat bi lat zinar bi zinar devî bi devî ka ezê çibkim ez nizanim. Ez çar pênc miha lê gerame rojekî li ber êvarê ye nîvê rojê çûye ava û nîvê dî hîn ji derveye wilê li min hetiye yek bi serê bêvila min bigrê wê can ji min herê hingî ez cefabûme  ez birçîbûme   hestîkê sax di giyanê min de nema ye û ez tîbûme  cilê min peritîne ji dar û deviya bi kinayî wek Evdalekî li min hatiye… min li ser latekî ji wan lata xwe avête erdê nema liv ji min çê dibû… Ez di nav bera hişiyar û razayî de me hin xewnê nîvco ez dibînim û hêviyên şikestî yanî min jixwere di got: ez bixewve çûme min dî wek nalîna mirovekî birînadar ku ji kurahiya dilê xwe binalê ji bin wê latê hat….!! Wele min da xwe ez rabûm  daketin biniya latê min dî wa Şêreke kûnêrek di lingê wîde hatiye û nale nala wîye ji ber wê kûnêrê.. Min jixwere got: Xwedê çêkir eve Şêrê ku ez di xwazim… wele ez çûm min darekî dirêj biqasî sî çil mitrî anî û min serê wî wek serê derziyê tuj kir û min xwe hêdî hêdî nêzîkî wî kir ta dera ku darê min bighê lingê Şêr û ta Xwedê hêz da min min ew dar di wê kûnêrê re kir.. Ê dema ku min dar di kûnêrê re kir..  Xwînê û edabê gotin: here em hatim  û qîrênî bi Şêr ket ew Çiya lihev ket sero bino bû dara serê xwe bera erdê ta bi coyê avê sekinîn pora serê min bû bist bi wê qîrê re. çi lawirê ku di Çiya yê Qafdebû li ber Şêr bûne kom…. Çaxê ku çavê min bi wa lawira ket. Ez ji we naveşêrim min jixwere got: mirneka min hebê îro ye.. mane  hûn dizanin çiqas can şêrîne nexasim yekê weka min  bizdonek…!? Wele min xwe di bin latekê de veşart û ez mame guhdar midî Şêrê birîndar ji wan lawira re got: divê hûn yê ku ev kûnêra lingê min derkirî ji min re bînin…. Dema ku Şêr wesa got: lingê min nema erd girtin ez li hev ketim kezebê min qetan min jixwere got: vê carê raste bavê Hisên… lê  tu nebê ku bi sala ye ew kûnêr di lingê wî Şêrî de hatî û Şêr maye li erdê  ne roja wî roj bû û ne şva wî şev bû  piştî kûnêr derbû ew edab û gemara di kûnêrê de derket û bihna Şêr ferebû êşa lingê wî danî hişê wî hate serê wî xwest nasbikê ka ev kiye kûnêra lingê wî derkirî.. Şêr ji wan lawira re got: bext bi din wî kesî ka ew kiye inse yan cine bila werê rûbarî min yê ku kûnêra lingê min derkirî ew bi çive hatibê ezê jêre pêk bînim bila werê ew ser beste…Tu nebê ew Melikê Şêra ye û tiştê ku ew bêjê divê pêk werê mane hûn di zanin melikê Şêra ça weye…. Çaxê ku Şêr ev gotin got:  dilê min rehet bû û min ji ber latê da xwe ez çûme cem Şêr min jêre got: ezim yê ku kûnêra lingê te derkirî.. Şêr gotemin: bi xwaze tiştê tu pêve hatî ezê ji tere pêk bînim… Min jêre got: hal hewalê min û mala xezûrê min eve û ez hatime şîrê Şêr di iyarê Şêr de…. Çaxê ku min ev gotin jêregot: Şêr keserke ji kurahiya dilê xwe kişand û got: xwezî dih salê dî ew kûnêr di lingê min deba û te ev xwestek ji min ne xwesta û  çiba bila ne ev ba lê wele min soz daye te ezê soza xwe bi tere bibim serî… Min serê we êşand bi çîroka xwe re… Bê min şîrê Şêr di iyarê Şêrde anî û ez hatim lê piştî sal û nîvê.. Dema ku ez çûm min destê xwe li deriyê mala bavê diya Hisên da û ez  derbasî malê bûm  kesî ji maliya ez nasnekirim. Ta ku min şîr li ber xezûrê xwe danî..  Ê dema ku çavê wî bi şîrê Şêr ket çavê wî vebûn wek çavê Gamêşekî lêhatin zilam li hev ket mehdê wî zerbû û serê xwe xiste ber xwe de û gotin jê çê nebû….!? Wele min bakire pîreka wî kanî diya Hisên.. dema wêjî çav li şîr kir  jinik lal bû û deng jê derneket…??!! Min ji kurikê wayê piçûk pirsî kanî Gulzêrîn. Kurik got: mane bavê min Gulzêrîn da mêr..!?  tu nebê ji bavê Gulzêrîn weye ku ez şertê wî pêk naynim û ezê bi rêde werim kuştin yan ezê bimrim û wê ji min xilas bibin…. Ew nizanin yê bi dil bi heft caniye ne xasim yekê weka min leyse.. wele min ji wanre got: ka we Gulzêrîn daye kî û li kudê ye ez bela xwe jê venakim ku ew li pişt Çiya yê Qafbê ezê herim wê bi revînim…..!!??

Birayê piçûk ji min re got: Gulzêrînê li Dêrika Çiya yê Mazê mêr kiriye….

 Wele min rahişte şîrê Şêr û min ber xwe da mala  axayê ku bi min re hatibû ser xwestinê. Çaxê ku axê çav li min kir ewjî mat mayî ma wîjî yeqîn nedikir ku ezê vegerim. Min şîr li ber danî û min jêre got: va min şertê xwe pêk anî lê Gulzêrînê dane mêr û yê min ez bela xwe jê venakim ezê herim wê bi revînim ku ew di nav alayk eskerde bê.. Ezê wê xilaskim ez hêvî ji te dikim tu li min negrê axayê min.. axê ji min re got: here destê te ji tere zilamekê weka wî yekê weka te jêre divê û ez li pişta teme… Wele min xatirê xwe ji axê xwestin û min berê xwe da Dêrika Çiya yê Mazê tu li kudê yî ez bavê Hisênim henek bi min re nabin.. min soz daye ez jinê neynim ji Gulzêrînê pêve ku ez sed salî lê bi gerim….Ez Dêrika Çiya yê Mazê nas nakim û ez di zanim ku ew li ser xetêye ûez ji serxtê bazdayî me û hikumeta Turk bi şev û roj li min digerê… Wele ez çûm cardî min şev û roj kirin yek pazde roj roja şazdihê ez li Dêrikê bûm lê ka ezê çawe kezeba xwe bi bînim agir bi hinavê min ketiye girî ji min kême hingî min bêriya wê kiriye.. wele min ji vir ji dera dî pirsî ta ku camêrekî weka we Xwedî xêr berê min da kelha ku Gulzêrînê tê de. Lê ma çi kelhe.. we kelha qiralê Gêwir dîtibû hema eyîn weka wê bi xwe bû. Ji bîr nekin ku ez di xortaniya xwede hostayê kelhabûm hûn bawer nakin jixwere bi pirsin. Niha ku ez jiwere bêjim kelha Nîron ya Qiralê Roma min çêkiriye dibê ku hûn yeqîn nekin lê ezê ji were bêjim ku ne tenê kelha Nîron min bi va destê xwe kevir bi kevir daniye ser hev û birca Belek û pira Bafit jî min bi va desta lê kirine vêce hûn bawer dikin hûn bawer nakin hûn bi dilê xwe ne.. ka ezê çawe Gulzêrînê ji wê kelhê bi revînim. Wele ez di dora kelhêre çûm û hatim birastî min tiştek ji wê kelhê fêm nekir. Bawerkin ez şeş roja yan heft roja  li dora kelhêre çûme û hatime min nizanî ka ezê çawe derbasî kelhê bibim. Ya rebî ya îlahî ezê çikim…!! Rojekî bi hilata rojê re mindî dengê teyrekî ji va teyrê kurdê kelaşa hat wele bi lez ez li dora kelhê geram mindî wa hêlîna wî teyrî wê li ser kelhêye û teyîr ji hêlîna xwe rabû û çû ser kaniyê wê avê vexwê û ji çêlîkê xwere bînê.. wele ez çûm li ser devê kaniyê min çalek jixwere kula û min xwe têde veşart.. dema ku teyîr hate ser kaniyê û av vexwar min jixwere got: heywane gunehe bila têr ava xwe vexweê ezê nûka xwe bi herdû lingê wî bigrim wê min bibê ser kelhê.. wele beriya ku teyrê min bi firê min xwe zerkire lingê wî. Çaxê ku min bi lingê teyîr girt bi emrê Xwedê ew Teyîr bi min re axivî got: bijê bavê Hisên xwesteka te çiye bêjê ez ji tere amademe…?? Bi serê we çaxê ku ew heywan bi min re axivî wek ku tu cerek ava zozana di çilê çilde bi serê min de bikim ez mama cemidî di cihê xwe de…. ev heywanê Xwedê çawe wek mirovekî bi min re axivî û ji ku navê min dizanê.. wele min jêre çîroka xwe ji serê wê ta binê wê ji wî lawirê Xwedê re got: yek ya Xwedê bêjê wî lawirî ji minre got: ma ne tuyî bavê Hisênî!? Min jêre got: belê ezim. Xwedê heye Teyîr herdû çengê xwe ji min re vekirin û got:  siwar be Gulzêrînê li benda teye. Wele ez li ser çengê Teyîr rûnştim û Teyîrê gewir firek da xwe ez birim li ser kelhê danîm û ez daketime oda Gulê min ewjî anî ser kelhê û cardî Teyîrê me herdû çengê xwe vekirin ez û Gulzêrîn li ser çengê Teyîr siwar bûn û Teyîrê gewir em li beriya Mêrdînê danîn… Yanî tiştê ku vê evda Xwedê bi min re dîtî kesî nedîtiye.Piştî ku we zanî min bi çi îzayî diya Hisên aniye ezê jiwere bêjim sipehîtahiya wê çaweye lê divê hûn bêjin ka diya Hisên hêjabû ta ku min ewqas îza pêre dît yan na..!!?? Birano ez ji we naveşêrim û tiştê heyî ezê bi nav û nîşan bikim  û çi çêdibê ber bibê mirin yeke nabê dido…  diya Hisşn jineke bê gotin ev ne ciyê seknêye nexasim ji dûrve bejnek bilin mêranî li ser vê evda Xwedê ye jinê weka wê min di heyata xwede ne dîtine û ez bawer nakim ku kesî ji wejî dîtibin porek reş lib libî xwe li gozekê wê didê ji dûrahiya Kîlo mirekî mirov dikarê bijmêrê hema her mirov di xwazê ji dûreve li bejna wê binêrê…mane ji xwe we diya Hisên ne dîtiye û ez bawerim pir zore dîtina diya Hisên.  Lê yek ya Xwedê bêjê hin qusûrê wê hene gelek camêrê weka we ji min re digotin ev ne qusûrin lê ez dibêjim qusûrin nizanim ka hûnê çibêjin…!? yabo qusûrê wê evin: lêva wêya xwar ji ya jêr dirêjtire biqasî di santîma yanî mirov nanekî tenûrê deynê ser lêva wê ew nana nakevê erdê û wê xwe li ser lêva wê bigrê û xuya dikê diya Hisên di zarokiya xwe de bi xuriya ketibû û rûyê wê tev şûna xuriya ye û mijankê çavê wê di weşin û birhê wê wek yê zilamane gelekî dirêjin qirik pêve nîne qirka wê di qêlikde ye wek ya berêze bêvila wê wek bacaneke reşe ya dawiya aviya ye û dema ku ji diya xwere çêbûye sîvanoka wê ji cihê xwe derketibû ji lewma dema ku bi rêve diçê hinekî di licimê û henekî çavê wêjî beqin ji lewma dema ku di razê çavê wê nayêne girtin û tim vekirîne wele devê wêjî weka devê kiwara genim xwarina ku wê xwarî derdikevê û ew di xewde evin wekî dî tubî qusûr lê nînin vêce ka hûn çi dibêjin…!? 
ka em binêrin çima çavê diya Hisên kezeba min dilê min roniya herdû çavê min bûne pizotek ji xwînê….

Ta xelekek dî bi mînin di xweşiyê de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…