Ebdulhemîdê Bamerrnî
Min berî nuke bi demekê dirêj, li ser kiryara siyasî ya li roj helatê navîn di bît, nivîsî bû û min têda diyar kir bû kû Îran serketya êkêye di bikirr û bikêşa li navbera Emrîka û rijêma siyasî ya destedar li devera nav birî. Îran ya şiyay xo wekî pişikdarek yê mikum û xogirtî û hewker (mihacim) li vêrê cihê xo bigrît. Belê pa mirov dişêt vê pisyarê ji xo biket. Ka Îranê bi tinê û xoserî xo eve hemi pêve dihat, an ne?
Bêxiş zêrevanê siyasî baş dizanît li sala dûhizarûsê û kawdanêt hingê Emrîka têda Îranê pêve ne dihat hema husa bi sanahî vî karî bi situxove bigrît û hevrrikyeka husa mezin biket heke kesek ne ba harî biket û binyatê vê harîkaryê jî her ji sala 1991 ê û seredanêt teşteşokî yêt Torgut Ozalî bo Emrîka, heta we kirî ku Corc Boşê bab rêkê bidete tankêt Seddamî, da bihên serê serheldana Kurda bi herrişînin.
Belê Kurd piştî şerrê 2003 ê yê rijêma Seddamî ji rih û rîşala helkêşay bûne êk ji wan hêzêt ku gelek nêzîkî hêzêt Hevsozya dilxazî û baş jî role xo gêrra û berpêrrihê xo li nik Emrîka çêkir, nexasime piştî hikometa Tirkî rê ne daye leşkerê Emrîkî di ser axa wêrra derbazî Iraqê bibît û ji egera hindê jî Emrîkî neçar bûn bes berokekê şerrî digel Iraqê veken û tinê ji binîve vêhel bihên. Evê çendê rêk bo Seddamî û hêzêt şerrkerêt wî vekir xo vekêşne deverêt joryê Bexda û Mûsil û Enbarê û bikaribin li wan dira bo xo kuncalka( cihêt xo lê veşartinê) çêken. Herwesa ew şiyan li wara bingehêt xo danin û wêrê bikene cihê jê helpeqijînê berîv hemi wargehêt Ereba li Iraqê û heta digehîte dewletêt rex û dorêt wê jî û rêkêt hatin û çûnê jî li navbera xo û serkêşya xo li Suryê û di wêrêrra bo hemi dewletêt Erebî misuger kirin.
Ew cihê Be`isî yêt Seddamî hatînê, cihekê wesa bû ku kes ne dişya wan ji xelkê wan veket, eve jî li dîv dilê wan çêbû heku Tirkî rê ne daye leşkerê Emrîka di axa wêrra bihêne Iraqê, tiştê ji vê jî baştir ew bû ku Tirkî ji Tirkumanêt Iraqê xastî liber singê Kurda rawestin û pêkolek jî kirî ku hindek ji serokêt Kurda bitelêfin. Bi vî rengî malêt berokê Tirkumana jî bûne kuncalkêt xo veşartina sereyêt Be`isîya û Enqere û Îstenbolê jî bûne jorêt sitêrekirina bersînggirêt Emrîkîya û Kurda û Kurd bo Tirka gelek ji Emrîkîya di fertir bûn.
Tirka wenekir Emrîkî di nav axa wanrra bikevne nav Iraqê, wan eve pilan kiribû, her ji sala 1991 ê û hêve wan danabû ku tivya Emrîka paryekê tehil li Iraqê da`îrît(bixut), ew bû wenekir dirbekê mezin û kujek vi heval û hogirêt Seddamî û kujekêt Qa`îde bikevît ne dûre jî çek û harîkarya locîstî jî dabîtê da ew bişên liser pêt xo rawestin. Sê kujya Erebêt Sunne jî bo parçek ji hevsozya sê qolî ya li navbera Iranê, Tirkî û Suryê li dijî Kurdêt jêrya Kurdistanê hatye girêdan û şeş meha carekê li hev dicivyan.
Min di şiruveyeka xo ya ne belavkirî da ya nivîsî ku devera Kurdistan têda bêy çêbûna dewleteka Kurdî an Kurdistanî, çi cara tenahî na kevîtê û dîsave jî min aştî ya deverê bi heqêt Kurdave ya girêday. Berokê dijî Kurda jî bê rawestan yê dixebitin da serêt rêya li Kurda berzeken û hemi dergeha jî lê bigirin, êk ji wan jîewe ku doza Kurdistanê heke ne şiyan bikujin di nav xoda veçopirînin (veşêrin da deng û bêhin jê ne hên û êdî kes xo biser haynedet).
Da bişên di nav xoda dest hefka Kurda binin, vê gavê yê dilekdilekî Kurda diden binavê çarekirina doza Kurdistanê û rijêma ku di rasta Kurdada hêş liser deh û duya xo ya berê tinê rijêma siyasî ya Be`isîye li Suryê. Em dibînîn ka çawa Nurî Elmalikî bezî hate Kurdistanê û Serokwezîrê Receb Teyib Erdoxan rûniştexarê digel berpirsêt DTP ê û berî hewa helbijartinêt Îranê jî gêngeşe li nav texa siyasî ya Îranê hebû.
Ev sînaryoyêt bihên jî yêt danayin. Ew jî hemi ji ser xatra hindêne da Kurd li deverê bimînine bitinê û ji ber hindê jî, ev dewletêt ji bizava Kurda ditirsin yê pêkolê diken da Kurda ji bandore siyaseta navdewletî vebirrin û dişên bo gehiştina vê armancê gelek tişta biken.
1_ Heku Emrîka hatye deverê bi aşkirayî got, em yêt hatîn da dîmokratyeteka wekî ya xo li vêrê jî danîn û karekê wesa bikeyin ku rijêmêt wekî wan rijêma yê li Ewropa ji verrêja Pirojêktê Marşalî çêbûyin, li vêrê jî bihêne danan. Eve jî tiştekê ne bi dilê rijêma siyasî ya wan milleta, yêt Kurdistan sitandî ya wan, bû. Çinkî hindek dewletêt fidralî çêbûn ku pêtir ji nifşekê mirova têda hebûn, wekî Îtalî, Firreng û Elman pêkve bûne dewleteka fîdral, sê Ezman, sê Kultur û sê dîrokêt hevdijêt êk bûne pişkdar di welatekîda, Rijêma siyasî ya milletêt em di bin destîve jî şovînya êk millet û êk ezman û êk dewlete. Ereb û Faris û Turk hemi wekî êkin kes ji wan jî qebîlnaket, heta vêgavê, êkê dî diber wanrra hebît.
2_ Ewê dirûşmê dîmokratî kirina rojhelatê navîn helgirtî, felanîbawere, eve jî xoş pelîke bo rijêma siyasî ya deverê, ku bi behaneya dê serbênêt(pirînsîp) Felanyê di nav meda belav ken, li ber bersîngê pêkola guhorrînê rawestin. Her çende Rijêma Be`isî ji layê Mîşêl Efleqî ve, ku feleye, ya hatye nexişkirin. Belê bo şikandina Kurda helal û heram herdu wekî êkin û her tiştê ji destê wan têt diken. Bi behaneya di hewarhatin û parastina fela li Şêx Ubeydullayê Nehrî da û Mîr Bedirxan jî vi ber şupa wê ket û kezeba dilê Turka, Ereba û Farisêt Sefewî bo fela şewitî û piştî Kurd şikandîn jî mala fela jî da rexekî û çi tê nehêla. Nuke jî her ew hersê mejî yêt ketîne bin êkodu da pêkve bîrêt kûr û mezin bo Kurda bikolin û Emrîka jî ya bûye gurgê Îsiv xarî, serê xeberî û binê xeberî dibêjin; Kê kendî kê ne kendî, bêhna fisa, fis gulanî, bêhin ji kê têt, ji yê biyanî.
3_ Gelek yaryêt siyasî piştî 2003 ê li deverê hatine kirin û bi dirustî jî berokê dijî Emrîka li deverê pêkhat û armanca hemya jî ew bû Emrîka ji deverê dabirrin û rastîya jî berovajî ken.
a_ Hindek hebûn ne diviya Emrîka textê wan bilivlivînît û ew rijêma wan danay navrron ket û xelk hikumetê û karêt wê bibînît û helsengirînît û birryarê liser bidet. Arêşêt heqê mirovî di ravepeyva wanda çi delîve nînin, ew jî ew rijêmin yêt çi arêşêt milleta ney, wekî Si`udî û Misrê.
b_ Rijêmêt arêşa milletînyê di navda hey, wekî Tirkî, Îranê, Îraqê û Suryê, evan dewleta hemya Kurd gelek yêt dinavda heyin û dîmokratîkirina deverê da çûvê wan ji ser difna Kurda raket û eve jî bêxiş bi dilê wan tuxme dewleta ne bû. Ji vê egerê jî, vana hemi hêz û birya xo ya siyasî, leşkerî, abûrî û piropagendeyî kire êk û pêkve liber singê Emrîka rawestan. Nexasime piştî serokwezîrê devera jêrya Kurdistanê Nêçîrvanê Barzanî gotî em dê nimoneyeka hikumetê ya cuda ji hemi rijêmêt deverê avakeyin.
4_ Di vî heyamê Kurtda, wan dewleta şerrkerêt Qa`îde û paşmakêt Seddamî wesa bi hêzkirin ku gehiştibû hindê Emrîka ji hemi deverê bi darê çûvî bikeneder. Dîsave şerrkerêt Erebêt Şî`e jî harîkaryeka wessa ya mezin ji Îranêve bo hat çi ne ma bû gelek ji partêt Şî`a jî pê bihêne birandin. Husa vekêşa û roj bo rojê berpêrrihê Emrîka tengtir lêhat û ziyanêt mezinêt giyanî û diravî vê ketin. Van dewleta hemya pêkve li wê têla tenbîrê da ya Ereb û Bisurman hemi gelek zû xo liber di helavên û di cizbe jî diçin, ew jî têla tenbîra Felestînê û Cûya. Veca rabûn carekê Hesen Nesrulah bi Cûyarra berda û paşî jî arêşa navxoyî ya Felestînya çêkir û di dîvrra jî rabûn Hemas vi Cûyarra berda û husa dostê sitiratîcî yê Emrîka, ku Cûne, êxiste tengavyê û Emrîka jî li Îraqê ketibû şerrekê bê deman,guloloka bendkêt siyaseta Emrîka alozand û jêk vavartina wan jî pêdvî li xo zivrrîneve ya Emrîkaye û da bişên li xo jî bizivrrineve tivya ew biçine mala xo û ji nûka dest pê bikeneve û evê jî dem û bêhna firhe jêrra divêt, çinkî berî her tiştekî tivya ew birînêt xo derman ken û da bişên birîna derman ken tivya ew êşa xo biniyasin.
Heke êk hebît bibêjîte min Felestîn doze, ez dişêm gelek bisanahî bersiva wî bidem û bibêjmê wenîne û Felestîn û ewa dibêjnê doza Felestînê alavekê siyasîye yê rijêma Erebî û Îslamî ya siyasî û dihête bikarînan li dem û cihê pêdvî û vê carê bi Felestînê du kew bi berekî kuştin. Vê care role Felesbo doza Kurda yê baş ne bû . Girovê min bo vê çendê ewe heku Îsma`îl Henîye ji Îranê zivrrîyeve êkser axiftinêt kirêt liser Pêşmergey kirin. Husa jî diyar dibît ku Felestîn û doza wê bi dijî Kurda mifayê jê hatye kirin.
a_ Ereba gote Emrîka; Heke to mayê xo di rijêma me ya siyasî bikey, em jî dê xiwê ya xo nav hemi girara, Felestînê,Hizbullahê û Hemasê danîne ber singê te, vêca hema me bihêle em wekî xo û to jî wekî xo û liser karê xo, parastina me, be û ne tinê hefsarê me di destê te daye, hefsarê te jî yê di destê meda. Gotna mezina jî dibêjît; Serê keçel di kumda yê başe. Ya ji Nesrullahî jîve ewê biserketye, nizanît jî rijêma Erebî û Îslamî ya siyasî wî bo parastina xo vi xelkêrra berdidet.
b_ Felestînê û Hemasê êka hind kir ku Erebêt Îraqê jî ji Ereba bihêne qutkirin û bikevne bin destê Îranê û Îran pê gefa li rijêma siyasî ya Bisurmanêt Sunne biket ü Ereb jî wekî rijêmeka siyasî şikestin.
c_ Vê carê Baskê hevsozya sêqolî ya liser Kurda hatye kirin û Nesrullahî, Sedrî û Hemasê silka Emrîka sipîkir û diravê wê kire şipek û serhefsarê arêşêt deverê ji Emrîka sitand û nuke jî divêt milletêt deverê hemi li bin Kurkê wan xirrvebibin û paşî ew dê wan werpêçne nav xo û li dîv keysa xo serederyê digel ken, wekî wan gulêt goştî Dixon, devê xo yê vekirî heta nêçîra wan dikevîte têda paşî dê devê xo gehînine êk.
Belê tiştê serhizra min misuger diket ku tinê çêbûna dewleta Kurdistanê dê deverê tena ket, nuke pîç pîçe ya kifş dibît, ew jî ewe heku eve wesa têdigehin ku dever ma bidestê wan, ew bûne heyî û neyî, êdî ew xo bo êkodu berhevdiken. Îran wekî dewleta milletê Farisî ya liser dîroka Sefewîya hatye avakirin.
Tirkiya jî her ji demê Kemal Etaturkî heta nuke jî xo didanît mîrat gira Împiraturya Osmanî, Sefewî Şî`e bûn û Osmanî jî Sunne bûn. Dewleta Îranê xo didanît serkêşa hemi Şî`eyan û xo berpisyar dibînît, ne bes berrevanyê ji Şî`a biket, belkî rêbendê Şî`eyê jî li nav Bisurmana belav ket, em Kurd dibêjîn (li nav Garranê hat û çû hat û çû her li kerê xê siyar bû). Serborrê dîrokî jî dibêjît çi yê ji van dewleta şiyayin berî Kurda bo layê xo rakêşin, di çengiluskana xoda digel hevrrikê xo yê biserketî.
Tiştê berçav, Ereba jî ya desthavêtyê li Zulfeqarê Elî û Şîrê Xalidê kurê Welîdî digerryên. Erebêt Îraqê ji evanêt dî hemya, digel Kurda, pêtir ya daye nav miloka û ji neçarya xo Konfîdralya fîdralyê desthefkê nay bidest Kurda ve berda. Vê gavê yêt peşêman jî bûyin û mirov serçeqêt şaxêt peşêmanya wan li Dîmeşq û Enqere û Tehranê dibînît.
Tirkî serkêşya kiryara rûtkirina Emrîka li deverê kir û ne bes rê neda Emrîka leşkerê xo di nav axa Tirkîrra bibete Îraqê, herwesa rê ne da Emrîka şerrê Îranê jî biket û paşî we ne kir Emrîka rijêma Surî jî neçarket digel Kurda rûnîtexarê. Tivya mirov bibêjît Tirkiya di vî karê xoda ya biserketî bû, çinkî ne bes dest û pêt Emrîka li deverê birrîn, belê we ne kir Ewropî jî çi biken. Tirka dosyeya Suryê û Îsra`îlî ji destê Emrîka înaderê. Bû berrevanê navbera Ereba û Ereba herwesa Ereba û Îranê û Îranê û Emrîka bixo jî. Tirkiya xo wekî serkêşa Bisurmanêt Sunne înapêş. Eve tiştekê mezin bû û Tirkiya têda biserket.
Tirkî pêvehat berokê piştevanê Kurda lêwaz ket û ji deverê bidete paş. Belê herwesa Tirkî şiya nava Emrîka û Îranê jî welê biket ku êdî ew pêknehên û li şerrê Curcîya jî serê çûvî nîşa Emrîka da
û gotê heke to li vê sentê karkey em jî dê li senta Rusya şulkeyn û em dişêyn jî li Derya reş derbaz bibîn, çinkî em melevanya dizanîn. Tirkî li vêrê jî biserket, çinkî hêşta berpêrrihê Emrîka li Curcîya yê siste.
Tirka hêja Ocelan jî ji Suryê kirederê û li gizîrta Îmralîyê akincî kir, belê ew şehmizarî bû, ku Ûris ne şiyayin Ocelanî bihewînin û her çende mîrat girêt Sovîyeta kommunistî ne
Tirkî destê di vêkrraberdana Ereb û Farisada hey û eve ya kirî da ne Ereba ne jî Farisa delîve bo ne helkevît hevrrikîya Tirka biken, Tirk li vê jî biserketîne.
Tiştê ku hêşta Tirk têda ne biserketîn xo lêkdanka sing û singe digel Kurda, nexasime piştî Qendîlî Tirk di hinavda herrişîn bixoda çûneve, berperrê mela Îdrîsê Bidlîsî vekir û ew benda wî di nav Ûcaxêt Kurda da çêkirî, ku navxoyê Osmanya pê tena bibû û dîwarê bersîng girtina Farisêt Sefewî jî gelek asê kiribû. Ji verrêja wê benda Ûcaxêt Kurda jî Osmanî biserketin û Kurdistan jî hate lêkvekirin(teqsîm).
Nuke jî Tirka ya desthavêtyê berperrekê dî digel Kurdêt Îraqê yê vekirî û dîsave ya şêlim şirînahyeka mezin digel Kurdêt joryê Kurdistanê diket.
Belê pa tivya Kurd bi hişyarî û çavêt vekirî serederyê digel vî çîrrê hindê vi berketî biken, bi karekê ji vî rengî Kurd ne bes xûna law û xurtêt xo diparêzît, belkî Kurd minetekê li mirvanyê hemyê jî pêkve diken, çinkî tivya Kurd we ne ken ev millete bibine hev tuxîbêt êk. Ew kesê bişêt vê vêkketinê berbendket dewleteka Kurdistanêye.
Erdoxan an jî her siyasîyekê bihête ser kursîka Enqerê, êk ji armancêt wî ewe ku Tirkîya di wî cihê sitiratîcîda bihêz bêxît da senga wan ya ciyosiyasî û sitiratîcî her bimînît, eve jî alavekê rakêşana harîkaryêt abûrîye û pergalê xo pê ragirtinêye beramberî hêzêt hevrrikêt wê li devereê û verrêjêt nerênî yêt dinyadarîyê(gilobalîzmê) diser xoda derbazket.
Ewropayî bûna Tirkîya kete ser milêt Kurda û venihyan û tena bûna Tirkîya jî kete ser millet me, ya berhizre jî ku zendk û zevlekêt Turka jî dê bi Kurda sitûr bin. Belê pa dema berpirsêt Kurd li joryê Kurdistanê danusitandina diken tivya dersa mela Îdrîsê Bidlîsî piştguhve ne havêjin. Çinkî;
1_ Pirojê çareseryê yê Erdoxanî dibêjît ku em desthelata Parêzgehêt jêrya rojhelatê Tirkî pêtir xoserya rêveberyê bideynê(Autonomî), bigotneka dî wan divêt her pinyekê bi codahî serederyê digel biken.
2_ Ew dibêjin em vî karî li nav çarçuvê pilana wezareta navxo dê bicî keyin, eve jî ya girêday pilana tena kirina Tirkiyaye û ew yê xo ji hizra Kurda bo çareseryê vedidizin. Birastî jî Pilana Kurda hem di xizmeta Tirkiya daye û di xizmeta berjewendêt Kurda bixo jî daye, ya dirust dê ew bît ku dav û daxazyêt Kurda, Kurd xodanêt wan bin. Dohî Sultan Selîmî ji Erdoxanî pêtir kiribû Tuka(xetim) xo dabû vi Mela Îdrîsê Bidlîsî û ew jî(mela Îdrîs) Kurd bû. Belê pa Sultan Selîmî bi vê teşqelê(hîlê) Kurd kirine pêcanê Parastina xo ji Sefewya û di hindurrî xoda jî ketne giyanê Kurda, yê bêhin jî jê bihêt ne hêla liser dare piya.
Dersa duyê jî ji Kemal Etaturkî û serokwezîrê wî Îsmet Înonoye, heku wan gotye Ewropiya em dê heqê Kurda deynê em û Kurd herdu bisurmanîn û rê dabû Kurda bi şel û şepkave biçine nav perlemanî, paşî heku Ewropiya dest ji Kurda berdayin, heke xo êkê mitê cilkêt Kurdî diberban, dikuşt. Hêj pêtir gotbûyê em dê hemi heqêt hewe deyne hewe û birrastî jî heqê kuştin û mirinê kire nîveka destê me.
Turk husa hatîne pêş tiştekê başe, belê dê hêj yê baştir bît heke ew Îmralyê piştguhve ne haven, çinkî wan şikestin ya liser destê Karkera xarî û heke ew ji karkerave vêrra bihên, dê mirov bawerket ku ewan ji dil divêt arêşe bihête çarekirin û hêja Ocalan jî yê berheve û dişêt serkêşyê biket, ez dibêjme Tirka jî (heta mar rast ne bît na çîte di kunêve), Mes`ud Yelmazî jî gotibû heke Tirka divêt, Ewropa wan wergirît, tinê Diyarbekir destûryê didet.
Heta vêrê Tirk diserketîne, belê ji Qendîlê û hêve na bît Kurd delîvê serketinê bidene Tirka. Guhorrîn tivya bibît dîrok na bît pêş û paş bizivrrîteve.

Wuppertal _ Elmanya
08/08/2009