Konê ReşDîrokzan dibêjin; di destpêka çerxê 13 an de, fermandarên Eyûbiyan pêwendiyên xweş bi şêx Mendê Êzidê re ava kirine û ew wek Mîrê Mîran li ser tev kurdên herêma Şam û Helebê nas kirine. Di nav wan de kurdên çiyayê Kurmênc bi êzidî û misilmanan ve. Û wiha xweş salên aramiyê di bin desthilatdariya şêx Mend de derbas bûne.
Ta bi çerxê 17 an jî, hêj desthilatiye herêma çiyayê Kurmênc tev di destê Êzidîyên herêmê de bû, lê jê û pêve hin bi hin ji dest wan derket, ew jî bi sedema ku berberî û nekokiya xwe bi xweyî di nav wan de balav bû, hem jî ji ber zilm û zora karbidestên Osmaniyan ku şerê wan dikirin da ku wan bikin misilman.. û wiha gelek ji eşîr û serokeşîrên Êzidîyên çiyayê Kurmênc ji neçarî bûn misilman wek Mala Evdal li gundê Birca Evdalo û mala Baqûbî li gundê Xezawiyê..
Belê, berî û piştî ku mirgehên kurdan bi destê Osmaniyan bêne herifandin, her Osmaniyan xwestiye ku Êzidîyên çiyayê Kurmênc wek êzidîyên deverên din bikin misilman. Hem jî Xiristyanan, di rêka gerokên xwe re xwestine wan bikin Xiristiyan. Û wiha di nav salan re 73 fermanên qirkirinê bi serê gelê Kurd yê Êzidî de hatine, herêma Efrîn jî di nav de. Gelek caran tûşî helandin û koçberiyê bûne û bi dehan ji eşîrên wan, ji neçarî bûne misilman..
Di destpêka çerxê 20 an de, dema ku Kurdistan bi sînorê dewletên dagirker hatiye perçe kirin, hinge mîrê Êzidîxanê, li gor rewşa gelê Kurd yê Êzidî, Êzidîxan kiriye 7 herêm an (Sinceq), ji her herêmekê re Tawûsek(Enzelek), bi nav kiriye, wek sembol ji hebûn û berdewamiya dînê Êzidî re, da ku pêwendî û hevgirtinên gelê kurd yê Êzidî ji hev qut nebin, bi hev re girêdayî bimînin û neyên helandin û bişaftin di nav misilmanan de. Vêca Tawûsek ji wan Tawûsan bi navê (Tawûsê Helebê) ji Êzidiyên sûriyê re hatiye terxan kirin. Her sal, di mehên biharî û payîzê de Qewal û koçek, wî Tawûsî li herêmên Êzidîyan yên ku li Sûriyê ne digeraînin wek: Efrên, Tirbespî, Hesekê, Amûdê û Serê Kaniyê. Û ji wê hingê ve û ta roja îro Êzidî li herêma Efrînê û deşta Cûmê, li Hesekê, Amûdê, Tirbespiyê û Serê Kaniyê xwe parastine û dijîn.
Tevî ku Êzidiyên derdora Heleb û Efrînê dûrî (Lalişa Nûranî), navenda rûhanî a Êzidîyetiyê ketine, lê her wan zimanê Kurdî yê ola xwe parastine. Ew jî bi saya Şêx, pîr, Feqîr, Mirîd, Birayê Axretê û Qewalbêjan.. Hem jî bi saya mezargehên pîroz yen ku di nav kurdên Efrîne de belavin wek:
Mezargeha Şêx Berekat: Ji mezargehên Êzidîyan yên bingehîne li başûrî Xizêwiyê ye, ser çiyayê şêx Berekat e, başûrî Efrînê ye bi dor 30 km.
Mezargeha Çêlxane: Şikefteke di qontara çiyayê lêlûne de hatiye kolan, başûrî gundê Qîbarê ye, bi dor 2 km an û bi dor 5 km an başûrî Efrênê ye.
Mezargeha Melek Adî: Dor 300 M dûrî Mezargeha Çêlxane ye, nêzîkî kavlên Eşqîbar a kevin e, û di rex de goristana herî kevnar a êzidîyan de yee.
Birca Cindî(Warê Xerqê): An Birca Pêbaweran, di rex goristana Qîbarê a kevin de ye. Dibêjin bi keviran û xweliya bi şêr strayî hatibû ava kirin, lê mixabin niha wêran e, bûye kavil.
Mezargeha Hicrika Şêx Hisên: Başûrî gundê Qîbarê ye, li ser rêka goristanê ye.
Mezargeha Şêx Rikab: Li gundê Şêx Eldêr an li Şadêrê ye, ji mezargehên bingehîn e, di rex de goristanek êzidîyan a kevnare heye, êzidiyên van gundan miriyên xwe lê vedişatin Basofanê, Kefer Zeytê, Xezawiyê Îskan ..
Mezargeha Şêx Seydî: Di nava gundê Feqîra de ye.
Mezargeha Parse Xatûn: Li ser kûpê çiyayê Parsê ye, di rex gundê Qestela Elî Cindo de, di baxerb de goristanek Kevin heye û di rex de kavlê keleha malbata Cinbilat xuya dike.
Mezargeha Şêx Hemîd: Dor du km başûr û baxerbî Qestela Elî Cindo ye, di rex de goristana gunde û kin kavlên kevnar hene.
Mezargeha Şêx Elî: Di orta gundê Basûfanê deye.
Mezargeha Pîr Cafer: Di rex goristana şêx Henan de ye a ku Dr. Nûrî Dêrsimî têde hatiye vaşartin.
Mezargeha Ebû Ke`ebe: Li gundê Ebû Ke`ebe ye, mezargehek giringe ji Êzidîyan re, lê mixabin piştî ku gund vala bûye bê guhdan maye.
Mezargeha şêx Menan: Li ser bilind cihekî ye di ser Kefer Cenê re, qurbanan lê serjêdikin û heviyên xwe ji Yezdan dixwazin..
Mezargeha şêx Qeseb: Li gundê Kilûtê ye, ser çiyayê Şêrewa an(Lêlûn) e. Wek şikeftekê ye, av jê diniqute..
Bêguman rola van mezargehên pîroz di mayîn, parastin û hebûna dînê Êzidîxan de li herêma Kurdaxê pir mezin e.
Erê, roja îro li herêma Efrînê, Kurdên misilman û kurdên Êzidî bi hev re dijîn, jiyaneke wek hevî, bi xweşî û nexweşiyê re, bi hev re derbas dikin.
Navê Eşîrên wan evin: Xalitî, Anqosî, Dawidî, Keçanî, Şerqiyan(Qûpanî), Reşikan, Denadiyan, Pîromerî(Şêrewa), Pûrî(Hekarî),Xast(Şerqî),Badînanî,(Nasreddîn)Şikakî, Dumilî.
Gundên wan:
Ji gundên Êzidîyan li navçeya Şikakan:
1 – Qestela Elî Cindo: Dor 120 mal lê mane.
2 – Baflûnê: Dor 70 mal heye.) Ev herdû gund tev Êzidî ne
3 – Qitmê: 70 mal lê mane.
4 – Sînka: nêzîkî navçeya Şera ye, dor 35 mal lê mane.
5 – Elaqîn: Dor 25 malan lê mane.
6 – Sîceraz: 3 mal lê mane.
Ji gundên Êzidîyan navçeya Cûmê:
1 – Feqîra: nêzîkî Qîbarê û Efrînê ye dor 100 mal hene, tev êzidî ne.
2 – Xezêwiyê: Dor 60 malî lê mane.Mala şêx Hisên Birîmo lê ye.
3 – Eşqîbar an Qîbarê: dor 70 malî lê mane .
4 – Turindê: Nêzîkî Efrînê ye, dor 20 malan lê mane.
5 – Şadêrê: nêzîkî Basûtê ye, dor 10 malan lê mane.
6 – Çeqela Cûmê: Dor 10 malan lê mane.
7 – Îska: dor 10 malan lê heye.
8 – Eyndarê: Ew jî nêzîkî Efrînê ye, dor 10 malan lê heye.
9 – Aşka Şerqî: dor 6 malan lê mane.
10 – Keferzîtê: Dor 40 malan lê mane.
11 – Qûçûmo: du mal lê mane.
Ji gundên Êzidîyan li Şêrewa Evin:
1 – Basûfanê: 130 mal lê hene tev Êzidî ne.
2 – Kîmarê: 10 mal lê mane.Mixabin ku roja îro dibin xaçparêz.. Kavilên herî kevnar li vî gundî hene, ji wan kavilan kevanekî mezin li ser dergehekî maye, weneyê du teyrên Tawûs li ser xuya ne…
3 – Gundê Mezin: Bi tenê 5 malên Êzidîyan lê mane.
4 – Be‘iyê: Dor 10 malan lê mane.
Xelkên van gundan dor 1000 mal hene, wek wan jî li Efrîn, Heleb û bajarên din hene. Mirov dikare bibêje ku hejmara Êzidîyên li herêma Efrînê û yên ku li bajarê Helebê û Efrînê akincî bûne dor 25,000 nefer hene.
Belê berî çerxê 20 an hejmara Êzidîyan ji hejmara wan ya îro bêtir bû. Wê hingê li navçeya Cûmê 30 gundên wan hebûn, li navçeya Şikaka 20 gund hebûn, li navçeya Şêrewa/Çiyayê Lêlûnê 18 gund hebûn..
Eger mirov xweşik di navê gundan, eşîran û adetûteqalîdên wan de biponije, wê bibîne ku pirraniya xelkên Efrînê berê Êzidî bûn..
· Dr. Zerdeşt, Bavê Leheng: Kovara Laliş 8/1997, Gundên Ezidîyan li devera Efrîn/Sûriye.
· Roger Lescot: Kovara Elhîwar 21/1998, Eşair Cebel Elekrad/ Kurdax, mintîqet Efrîn, wergerandina B. Êva.
· Kemal Tolan: Kovara Laliş 20/2003. Êzidîyên li Kurdistana Rojava.
· Konê Reş: Cimiyet Xoybûn 1927 We Weqayî Sewret Ararat 1930, Hewlêr 2000.
* – Roja îro em dibêjin Herêma Efrînê, lê berê bi navê Çiyayê Kurmênc dihat naskirin. Di heyamê Osmaniyan de, navê wê guhertin û kirin Kurdax, piştî ku Osmanlî derketin û heyam bû erebî, Ereban navê wê kirin Cebel Elekrad, vê paşiyê li vê yekê jî nesekinîn, niha di nivîsên xwe de dibêjin Çiyayê Helebê.
Qamişlo 20/02/200

Şîrove (0)