Qamişlo û Nisêbînê Cêwî û şîrînin Lê birînên pênûsan yekin

Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.com

Asîman wargehê baz û helûyane, Belê di berzbûna wê ya her bilind ve diçe û dice  li seranserî gerdûnê peyama Işq û evînê belav dike, asoyê dilniyayê dixe cî, ji wan xwedan rûyên qeşeng re mohra vegera widabûnê dineqişîne, ewên ku bi sermestî piyala zenge vîn û şîna mirovatiyê digerin, ewên ku di dilên wan de sed hezar renc û benc cînîşbûne, hêjaye gotinê ku dil ji van gazin û giliyan mat dimîne.
Lê  ev bû nîv bablîsok ku   ku li ser giyanê Qamişloka me ewrê reş û tarî
Dagirtiye, jiyana wê zilindar kiriye, hiş û mejiyê baybanî giyanê wê herifandiye.
Belê em bi dirriyên hesinîn hatine dorpêçkirin, Ez di wê dilniyayime ku pişt vê zêhistana dûv dirêj ewê li ber me asteng riyên asê vebin, ewê vedenga ziwa û silncirî biçire, û zingînî jê be.
Erê dem û dewrana vê feleka han bê çawa hîn mij û dûmana reş û tarî xweik neçûye, û bi taybetî li seranserî Qamişlo û welatê me ewrên reşî tarî berçavkên kirêt dane ber çavên xwe.
Lê kanî siwarê xwîna sor ku li Qamişlo hatiye rijandin, kanî ew xameyên xwe li asîmanê didîtin, deng qurmiçîn, her tirsa newêrekan şan wane, gotin gotinê dikşîne, Ez  rajekarê gelê xwe me, Ez şahê bêzara me, min ji rûyê Nefertîtî vîna xwe standiye, min ji Eyûbê bihn fereh û aram bihna dirêj girtiye, xuya ye peyama min bi rengekî din hatiye xwendin, mebest n ewbû, ku yekî pexşanên ferhengîn rist bike, û têkeve cirîda, qoşa me dirêje, gorepan firehe, lê kanî ewê xwe di dawiyê de xwe bigre, û di vê pêvajoya de berdewam bike, Gelo kî ji me akadimiyê zimanên kurdî xwendîye?
Kiye ê êu bendewariya pênûsên qirêj diraweste, û li wan vedigerîne!
Em di nav bera her dû zimanên de matmayî mane, Raste Zimanê me nasnameya me ye, û can û cegerê me ye, lê dive tu ji zimanên din bêpar nemîne, ku tu rexna desthilata rêjîmên ku stûyên me badane, bihna me çikandine, em serkutkirine, û li seranserî welatê me konê xwe vegirtine, îcar pêweste tu bi wî zimanî bixwînî û binivîsîne, Helbet eva han ew li ser seqa zimanên te yê kurdiye, li ser asoyên raman û riya teye.
Hevalo xweşxwanên te xweşin, bihna te wekî derayê şîrîn zelal û paqije, omîda te wekî ya mine ku em rajekariyê (xizmetê) ji rewşenbîriya xwe re bikin, lê tu jî wekî min ristên te bihev ne girêdayîne, û şaşiyin rêzimanî hene, ev ha kes nikare xwe jê xelas bike, ez supasiya te dikim ku te ez aghdarkirim û rastî wiloye ku şaşiyên min hene, û min berî te mukur hatime û ez ne fihêtkarim, li vir Apo Osman Sebrî digote: Apo şaşiyê me gişan hene, lê ddivê em hêdî hêdî jê xelas bin, aloziya min ez bi lez belav dikim, xweşil lê berhem û mijarê xwe venagerim!?
Lê tu tenê bi zimanên kurdî dinivîsînî, û şaşiyên te hene, Xwezî careke din jî tu li heyberên xwe vegerin, û bi soz Melevanên sipehî tu li helewstin din jî dîtina xwe ya sinçî binivîsîne, hinge bawernameya nivîser bi cih tê, û peyama wî bilind dibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…