Banga komcivîna Komîta Amadekar a Roja Helbesta Kurdî

Hevalên hêja!

Me komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî 2008 an, wek erkekî rewşenbîrane dît ku em bang li helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê bikin, da ku em karibin bi hev re, careke din Roja Helbesta Kurdî vejînin. Armanca vê komcivînê ew e, ku dê komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî 2009 an hilbijêre û ev komît dê bi kar û barê xwe rabe. Wekî em dizanin ku ji sala 1993 an de, roja 22.10 an, ango roja koçkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn ji bo roja vejîna helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye destnîşankirin.
Em jî wek helbestvanên derveyî welêt dixwazin vê rojê bidûmînin. Hêviya me ji helbestvan û nivîskarên kurd heye ku di vê civînê de cih bigrin.
Heger komîteke nû neyê hilbijartin, dê komîta par bi kar û barê xwe rabe.
Dema: 23. 08. 2009. Katjimar 13,00
Cih: Komela Hêvî. Born Str. 18. 44145 Dortmund
Ji bo pirs, an têkildariyê: 01748640820 – 017661945609

Komîta Amadekar a Roja Helbesta Kurdî 2008.

Elmanya 28.07.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…