Rastî bi min şêrîn e (Qamişlo û Nisêbîn)

Melevan resûl
melevanresul@hotmail.com

Esîmanên sergirtî di nava mij û moranê de dibe nîşana bagerek dijwar yan mişşêna baranek bi zîp û rîp , bi hevre dibin şape û rûyê zemîna hatî paloskirin ji zeng û gemarê dişo û rûçikên di xew de pûnijî temîz dike.
Heger Qamişlo û Nisêbên cêwî ne di zan û siruştê de , ew mînankên cihê rêz û rewazê ne û serpêhatiya çendîn bajar û bajarokên cêwî di welatê me de eşkera dikin . bajarên bi xwîn û xwihadanê hatîn avdan , lê şehîna me li ber çavan hîn nediyare ,
ka ew Nefertîtî ye , anahîta ye , yan (…..)? . heger dewr û zeman hatiye guherîn di mezopotamiya de , lê hîn bihna xaka wê di pozê dîroke de  bi mestî seherbazan di xelmaşê de winda dike .
Seydayê min (siyamen brahîm) gotinê te ji qend û gulavê şêrîntirin , pexşana te ji şana hingivîn derdiçe , hestên te li banî bilind çengên xwe diweşîne ,  her çendî bîreweriya zarokekî be jî , lê em hemî bi hêviya xewna şiyariyê dipûnijin , lêgirtina min tenê ji tere di warî ristin û hevtêdana hevokên qumiçiye û çewtiyên di rênivîs û rêzimana tede ye , xwezî te xwe di ser re çen bikira ma çiqas naz û bedew bihata .
Heger Nisêbîn li xeml û poşiya bûkaniye xwe digere û di salona Mînatî de ji bo şobûnê xwe amade dike , lê tu carî ji bîra wê naçe ku bi kela birîna xwe bi dîrokê ve bike yek , ji berya ew here serşoyê , xatir û silavan li mezarê şehîdên xwe dike , ew zavayên bi xwîna xwe ew xelatkirîn , qelenê wê ne ji qenciya tu kesî ye , heger Qamişloka min di şeva bûkaniya xwe de kilîla li ber gora şehîdên xwe hil nede ser serê xwe , wê bi şobûna xwe tucarî şa nebe . tu kes bi hêviya nagire cotê geziya .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…