Reşî û tarî li Qamişlo ye û çirîska ronahiyê li nêv dilê Nisêbînê ye

Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.com
Ji roja em mendalinbû, û  me bîra dunyayê bir, û cîhan li ber cavên me vebû, Lê dilê me bi dilê bajarê biçûk bala me dikşand,  û di şevên reş tarî de li malzaroka jiyana me de du stêrikin çirasindî li û li vî alî û li wiyalî bi nazdarî reqs û sema dikirin, pêlên evîna xwe ya germîn ku sihredariya dilên vê herême vedijand, Belê ew Qamişlo û Nisêbînê bûn, ew di kevçika dil de dû xalên e`nberîne û li seranserî cîhanê tiryavê jiyanê belav dike, Ax ..Ax Nisêbîn û Qamişloka min we  di dilên aşiq û evîndaran hezar û kul, keser weşand, Ew perçake ji silka mezopotamiyaye
  şahî û xemgîniya wan yeke, ew her dû hêlîna kevokeke baskên wê li vî rexî û li wî rexî dide himbêz dike, di cîhanê geşbûnê de dide fir û perwazan, ew li ber tava xizêma Nevertîtî rojên xwe temaşe dikin. Her kes riwê xwe bi elenda pîtdariya we dişo, lê ji bo min ez bi lewentoya bihna dîroka sermedî ser çavên pîroz dikim.
Li vir, Li vê xaka han sed qiral, û serok serên xwe tewandin, û bi bejna xwe ya dirêj xwe daqûl kirin û mistek ji axa afrandina te birin û çavên dîroka serkeftî kilkirin, Û hûn dizanin ji bo ku te ji xewa şîrîn şiyar nekin sedî wekî Daryos, Iskender û Kesrayê Qehreman hespên xwe sekinandin û çendî ramîsanan dane wan.
Gelo nayê bîra te çendî caran te doz û lave lav dikir ku tu destên bûkên me hinne bikî, ji ber ku em tevê li orîcanilya rojên berxwedana mêrxasiyê şanî her kesê ku digote em qehremanên dewr û devera serkeftinê ye ye.
Tê bîra min gava em  hêdî hêdî ber bi sînorê Nisêbîbê ve diçûn, û bi taybetî Min berê xwe dida bakur, Bakurê şêrîn, bakurê dilê min î birîndar ku ev bû çend salin buhurî min mirovên xwe ne dîtibû, dost û hogerên xwe bibînim û ez li hemberî vê helewstê  ez  pir fedîkarim ku xwedayê mezin sariyeke orîcînal xistiye dilê min ku ez tiştan ser bala xwe davêjim, ev kira hajî nexweşiyeke ez ne karim jê tewaw bibim, her ez dikevim bin fedyê, lê ez çi bikim kurd dibêjin: Kurrmê şîrî heya pîrî.
Bixwedê kes nikare ev rewşa ha rast bike, Neyse ez bi arezûyeke (şewq, rexbe) mezin ez ji dîmenên Qamişloka min berê xwe didim wan avahî, kolan, dehl û deviyên Nisêbînê rûniştibûm Ez bi dilêşiyeke mezin li rewşa her bajarokên biçûk temaşe dikim, ez bendewariya kulîlkên nîsanê wê bûm, ku min dixwest ez wan  tiliyên we yên xunavîn ramîsim, Lê kesî behwer ne dikir ku  tu xweşteviya her dû çavên mîzopotamiya ye,   di çavên dem û dewra Qamişlo de mistek ji asoya çavkilkirina Cûdî Metîne,  mezobotamiya bi xemil û xêza xwe li seranserî cîhanê xwe paye dike û dibêje : Li wir li Qamişloka min dîrok bejna xwe bi bihna şilêr û qurunfilan pêwerdike,  we mistek ji surra ji sihra (Nefrtîtî) ya (Mîtanî) standiye û we bi  nazenîna bejna û bala wê porên zeriyên her dû bajaran hinekiriye.       
Belê ahûyên  min yên nazenîn, bese heya kengî hûnê vê beza han bikin, heya kengî  hûnê  li  rehwaniya hespê  Keyxisroyê serfiraz sihredar bibin. Lê jibîr nekin ku Qamişlo û Nisêbînê du dilin biçûkin tu caran tayê damarên dilên wan nayên  perçekirin .        
Ax….Ax: Ezê çawa dilê xwe ji we re vekim Qamişloka min, Nisêbîna min hûn dizanin tu ferhengên cîhanê nikarin kul û derdên mendalekî.
Lê li Qamişlo hîn zînat û zordariya bi serên me tên xurt û gurrtir dibe, serkutkirineke ku em nikarin şevbuhêrkekê an jî pirtûkeke bi zimanên kurdî derînin, Lê li Nisêbînê vaye Turkan piştî ku mukur ne dihatin ku milletekî kurd heye vaye belediya Nisêbînê navendeke rewşenbîrî damezirandin, navenedek bi kevirên xweşik navê wê kirine naveneda Mîtanî ya rewşenbîrî, û di vê navendê de pirtûkxaneyeke biuçûk, cihê şanpo û tiyatro, û holeke civînan û kavîtireyeke antîke avakirin.
Niha hêjaye gotinê ku Nisêbînê ji warê gundîtiyê bi alî şaristaniyeke bedew hate afrandin, kuçe, û riyên paqij û rajekariyên têvel pêşketî çê dibe, ew ji Qamişlo paqij tire. Qamişlo nemaye ew bajarê berê, Sîwaneke reş tarî bi ser dil û giyanê vî bajarî girtiye, li movikên pişta vê bajarê baskên azadiyê şikestîne, Lê li wir navenda Mîtanî ewê li seranserî mezopotamiya şewqa xwe belav bike, ewê deverên tarî ronî bike,
Belê hêjaye gotinê ku tu li ber vê avahiya gewre rawestî û li şîn û vîna mirovên kurd bê wê çawa bi alî şaristaniyê ve herî.
Nisêbîn ber bi azadiyê ve dice û Qamişlo ber bi mij û dûmanê ve dice.
Lê cardin ez dubare dikim hûn her dû xatûnin û li ser textê payberzbûna mezopotamiya sihredar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…