Goga lingan giyanê min herifand

Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.com

Ez nizanim çi navî lê bikim, û ez matmayî dimînim bê çawa ev nexweşiya han hewl bidim, Gelo ev boblate, an jî derdeke mezin bi serê min ve hatiye, Na…Na ev taya Işqa evîna werzeşa goga lingaye. Belê ev nexweşiya han di damarên dilê min de riçên xwe kolaye,

Erê tu bijîşkê dunyayê yê  bi nav û deng wekî (Mecdî Yaqûb) jî nikare tu dermaneke baş bibîne, ku ez  ji vê  nexweşiya han re rihet bibim.
Ha ho hewarê ev nexweşiya han bûye wekî kurmê de hêdî hêdî di dare bikule, û tu veger jê re nine, belê ew bê izn û destûr wekî sîwanekê li ser dil û wijdanên dilê min de girtiye, ew guh nade kesî hey karê xwe dike, û bi rêve diçe, Hêjaye gotinê ku ev nexweşiya ha guh nade kesî, ew wekî cînatê ku di damar û dilê min de diherike, ew tevlihevî her enadamekî ji endamên laşê min dibe,
Lê ka werin ezê vegerim çîroka vê lîstka ha, e lîstika ku ji koça dibistana navîn destpêkir, paşe ev karê han wekî êrîşeke dijwar avête cegerî min, û ew ji kurmê çixara xurtire, belê ew hêdî hêdî ji xelayên can û cendekê min diherifîne.
Lê birastî ezê jî wekî dostê min helbestvanê Sûryê (Edonîs) dibêje: Ew xeraba xweişkbûnê ye ji ber ku ev nexweşiya ha civata mirovatiyê qet qet kir û kir sed perçe, û giyanê wî hejand, Hêjayê gotinê ku welatekî wekî Brazîl ku bi sihredariyeke tijî heles û mûçandineke berz dilîze, û taybetiyeke xuser dilîze, sihredariya Samba bi nav û denge, Li dirêjahiya dîroka ev welatê han qehreman û lehengin xwedan şan û afsanên goga linga derxistin.
Di salên hefteyan de min şampiyona piyala cîhanê listka lîstikvanê mezin Pîlê dît, û bûbû sedema ku dewleta wan piyala (Col Rîmê) vexwin û biserkevin,
Lê Pîlê çû û kete dîroka lehengan, û paşê yekî din jî jê xweştir dilîze, û ew Maradona bû, ev lehenên xwedan şengiyeke bilind derket, ew jî naê Ercentîn bilind kir, Lê mixabin ev lîstikvanê ha xwe bi dermanê vexwarinê nav û pêşeroja xwe xerakir hola lîstkvanên xwedan hozanyariyeke bê hempa, Lê bayê konevaniyê bi viyalê û wiyalê ve bir, û kete bin akama nehengêm mezin ku yaneyên mezinî bi nav û deng kirîn,       
Bêlê di bîranîna min de gelek tiştên balkêş û giring pê mayî, û bi dijwarî jê rizgar nabe, Erê ji ber vê goga girover gelek tiştin xweş û ne xweş bi ser serê min de hatiye, birînin nayê axaftin, her wekî bijîşkekî birînan derman bike, lê wekî Seydayê Cegerxwîn gotiye:
Nafiz destê xwe danî ser cane min bi êşa min nizanî

Çiqasî mirov dixwaze ew buyer û bîranînên tracîdî ji bîra xwe bavêje ew nikare, belê em wekî dîna li vê parêzgehê û li wê parzgehê digeriya, helbet ji bo reşka çavên yaneya me hêja, (Yaneya Cîhad) bû, Ev yeneya ha diçû kuderê em li dû wî bûn, Gog gorver bû dînû û em jî jê dîntirbûn, min bi dehan yeneyaên Sûryê, Turkiya, Lubanan, Urdinê beşdarê van listikan dibûm, û min bi sedan yaneyên Efrîqî, Asiya, Rûsan, Misrîyan, Û ewrupian jî dît, Lê min gelekî ji palyozê bakur el Cîhad pirr hezkir, ev yaneya xwedan lîstikê rewan û sipehî û nazik, bi rengekî qeşengî stadyoma kesk dixemiland, û teqez birrek ji lîstikvanên xurt ku li ser asta Sûryê derketin, lê birîna min û gelê cemawerê Qamişloka evîndara ew bû ku stêrên yaneya cîhanê hatin şehîd kirin  Iskender, Etûka, û stêrê xwedan behreweriyeke mezin (Heysem Keco) ku di dîroka Sûryê de lîstkvanekî gelekî jîr û jêhatî bû, evan gişa can û giyanê xwe pêşkêşî cemawerên xwe kirin, ji ber ku nameya wan ew bû ku duruşmeke hêja dabûn ber çavên xwe, ewe lîstika Pak û paqij, wekî (Fîfa) bilind kiriye, belê ne ku ez û bi hezara wekî min jî dil ketina vê lîstika han, Lê hûnê çi bêjin ji nemir Qedaset Pap yê (Yûhna Bolos Ê şazdan) jî îşqî yeneya Riyal Medrîd bû, û hemû nûçeyên wî dişopand, û jê re dua dikir ku listikên xwe vexwî û bi serkevî û di dawiyê de silav û dirûd li cane wan be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…