Ciwan Nebî
Ne çeq çeqa avê ji te tê,
ne jî av.
Ma nedibû
ku navekî din li te bikin?
Ma nedibû
Ku tu tiştekî din ba ji pêvî çeman?
Ceqceq çemek e ji Serxetê diherike Binxetê û di rêya Qamişlo re digihêje Hisiça qena li wir bi tevî çemê Xabûr bibe, û Xabûr_nizanim li kû_ bi tevî Ferat bibe û dawî hemî wilo yek li Îraqê derbas dibin tengava Erebî.
De ez ê bibêjim…….
Wê demê ez zarokek bûm, min tu nas dikirî, û hebû du rojan li ser şekirekî bigirîm, lê weke mezinan _vajî hevalên xwe_ min dikarî bû herim bazara ji taxa me dûr û bêyî ku winda bibim vegerim malê, di bazarê de_ û hîna_ pireke hebû Qamişlo parçe dikir du alî û di bin re çemê Ceqceq diherikî. Her ku digihiştim wê pirê li ser tiliyên lingên xwe radiwestiyam qena li Ceqceq binihêrim, lê rojekê ji rojan li ber êvarê ez ne tenê bûm yê ku li Ceqceq dinihêrî, bi sedan mirov li ser pirê rawestiya bûn û li Ceqqceq dinihêrîn. Wê rojê ava Ceqceq berda bûn û bi sedan mirov daketibûn jêrî pirê qena nêçîra masiyan bikin, av har diherikî û firehbû bû çem û kenarên xwe derbas kiribûn. Mirovan bang dikirin ku turkan ava Ceqceq berdane, werin masiyan. Tiştê ku li bîra min tê ew e ku wê rojê Qamişlo tevî masî xwarin, xortan di nav avê de çiwal bi dest xwe kiribûn, ew çiwal dikirin binê avê de û derdixistin û dema ew av ji çiwal dadiket ew qas masiyên mezin digirtin. Wê rojê dawet bû li Qamişlo_daweta masiyan û Ceqceq çemê ku bîranînên xwe dijiya. Qamişlo wê rojê çi qasî bedew bû, hênik bû weke zivistanekê, û ji ser pirê mirovan bang dikirin yên di çem de: Wa masiyekî mezin e. Ji qeraxan deng dihatin: wa ye wî bigirin, û her ku yekî masiyekî mezin digirt ji ser pirê û kenaran ji wî re li çepikan dixistin, difîkandin weke ku di pêşbirkekê de biser bikeve, wî jî masiyê xwe dihiland û dihat xwe bi awayekî biyan tavête nav avê, dikete çavên xwe de û bi payebûn avjenî dikir. Ez jî û weke yekî xwe negire min dît ku ez kintirîn rê digirim û direvim, dakevim çem, lê Ceqceqê ku kûrtirîn cih di wî de ne digişte sînga min min dî ku wê min binav bike weke evîna te, li ber xwe bibe weke nerînên te, weke masiyên ji Serxetê û bêyî vîna xwe hatî, lewra ew reva min, ew germbûna min tev li ber çem weşiya û min dî ku ji ser beravan ez destê xwe hêdî tavêjim avê, tenê dixwazim wê bipelînim,lê jinişkave min dî ku bi sedan masiyên piçûk û bêhêz li beravê diçin û tên, dipekin,li destê min dikevin qena bi lez destê xwe bikişînim, birevim, li qotîkekê bigerim ta ku min dembolekî piçûk dît,dembolekî devê wî teng bi leztir min rahijtiyê de û hatim,hinek av ji çem kiriyê de û li beravê min destpê kir wan masiyên weke xwe biçûk bi destê xwe bigirim, wan di devê dembol yê teng re derbas bikim û mirovan hîna masiyên mezin digirtin, hîna xumxuma Ceqceq bû, hîna ew heycana mirovan bû. Yek bi yek min ew masî digirtin, û heya min ji min hebû ku ne şemitim, tenê her ku masiyek nêzîkî destê min dibû min ew digirt û dixiste dembol de, min bi dehan masî girtin, ew xistine ser hev de ta ku dembol tije bû. Masiyên ku bêhna wan çikiya û berî ku bigihêjim malê mirin_bi xwedê min nizanî bû_ tenê min dixwest wan bibim malê, ji wan re cihekî bibînim, bi xwedî bikim û hevalên xwe bi wan biqeherînim, lê hêviyên min tev bi wan re mirin, û mam çavdariya çem bikim, çawa xumxum ji wî tê, çawa silavên merivên me ji Serxetê ji me re tîne, û av bi lez diherikî, bedew. Li nêçîrvanên ku jinişkave wilo zane derketin min dinihêrî û dixwest ku Çeqceq wilo bimîne, bawer nedikir ku bigihêjim malê qena ji wan re tiştê çêbûyî bibêjim, ji hevalên xwe re û roj diçû ava û Ceqceq paye diçû Xabûr, gotin pêre nedibû. Li bîra min tê ez di tariyê de gihiştim malê, xemgîn li ser masiyên xwe, westiyayî. Li bîr min tê ku ez kêfxweş bûm bi dîtina dîmeneke ku min nizanî bû ku ez ê careke din wî nebînim, ez ê Ceqceq nebînim û ew bîranînên xwe dijî , ne jî xwe wilo kêfxweş bi xumxuma jiyanê li Qamişlo. Ceqceq wilo har herikî Xabûr. Xabûrê ku mîrê Çema bû weke Selîm Berekat digot, ku weke daxwaziyê seydayê Ciger Xwîn kûr û dirêj bû, lê wê demê ew jî weke daxwaziyên min perçiqî bû, weke Ceqceq û ji Ceqceq behitî ma. Qamişlo tev behitî ma, ez jî, û Çeqceq bi beravên xwe ve dipejiqî û navê xwe diçespand, wilo jî di hişê min de bîranînek, û bîranîn çendî diçespînin ku gotin lal in.

Şîrove (0)