Xemgîn ê REMO
min te naskir
di rojeke berfîn de
çinarek li serê duryanê rawestî
refên çûka li derdorên te
dilîstin ……
dilê min jî kewekî mişextî
çendî divîya himbêza te
bo min bibe hêlîn
û gava li min tu zîvirî
gul ji nav lêvên te bişkivîn …..
rojek buharî civanê me bû
ez tu du askên kovî
çol û çol
li mêrg û beyara
li dol û nezara
perwane di gel me difirîn …
buhar ya me bû
û aso
bi keskesora dixemilîn …
ez tu du askên kovî
çol û çol
li mêrg û beyara
li dol û nezara
perwane di gel me difirîn …
buhar ya me bû
û aso
bi keskesora dixemilîn …
erê canê …!!
û payîz hat
bi rojên xweyî zêrîn
pelê dara evîna me jî
bi badlîzokan re hilweşîn …
dema koça hechecoka bû
ku ji warekî diçûn yekî dî …
û min nizanîbû
li bin dara civanê me
ezê bi tenê
ji ewrên rêwî bi pirsim :
ka ew yara şêt û dîn ….
û payîz hat
bi rojên xweyî zêrîn
pelê dara evîna me jî
bi badlîzokan re hilweşîn …
dema koça hechecoka bû
ku ji warekî diçûn yekî dî …
û min nizanîbû
li bin dara civanê me
ezê bi tenê
ji ewrên rêwî bi pirsim :
ka ew yara şêt û dîn ….
3 / 3 / 2009 /