ŞÎNA HEMÊ EYO (BAVÊ SÎNAN)


Hunermendê Kurd: Adilê Hiznî

   Ez vê hebestê ji 40 rojiya koçkirina kirîvê xwe Hemê Eyo(Bavê Sînan), Axayê Şerqiyan, pismamê Derwêşê Evdî re dikim diyarî.. Yezdanê gewre wî bi dilovaniya xwe şad bike, buhişta rengîn mala wî be.
Li hêla Morîka rengîn
Dîlan gerya dibû halan

Ji bo koça nevyê Derwêş
Hejya li cî, erd û esman

Axa tu çû hêsir naçin
Di pesnê te de, lal ma ziman

Milet civya weku kulî
Li darbesta (Bavê Sînan)

Bi Şêx Adî, Tawûsî Melek
Şerqî tevde, cemidî man

Li Şingal û Wêranşarê
Xeber hat û gîha Şêxan

Ji Derwêş, va bihêvîme
Wê rahêje barê giran

Xelîl westya û bê guman
Li rênerîna hatina Sînan.

Hunermend: Adil Hiznî /Tel: 00963933561484
  Qamişlo 9/7/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…