Berhemên Nû

Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê peyamekê bo Yekîtiya Ewiropa (YE) rê dike

Peyamek bo Yekîtiya Ewiropa
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
Bo birêz serokê Yekîtiya Ewiropî

Gelê Sûriyê renc û azareke tund û dijwar li jêr destê rêjîma despotîk ku siyaseta cudakirin û dûrgirtin û tepeserî û destdanîna ser azadiyên giştî û binpêkirina yasayê ji xwe re rêbaz digire, dikşîne.
Zordarî û sitemkariya rêjîmê gihişte tevahiya gelê Sûriyê nexasime piştî rawestandina dezgehên destûrî û nebûna rêjîmeke demokratîk ku rê li ber gel veke ji bo bikaranîna mafên xwe yên rewa û xwezayî di hilbijartina serkirdayetiyên xwe bi şêwazeke azadane dûr ji fişar û zixtên ku bûne beşekî sereke ji konevaniya rêjîma despotîk.
Tevahiya tiwêjên civaka Sûrî tûşî tepeserî û zordarî û bêparkirina mafên rewa tên , û di nav de Kurdên Sûriyê yên ku dehan hezar  kes ji wan ji sala 1962an de ji mafê hevwelatîbûnê û nasnameya niştimanî hatine bêparkirin tev li koçbarkirin û renckêşanê .
Eniya Felata Niştimanî van bikaranînên li dijî Kurdên Sûriyê û karên sitemkar yên ku bi wan tên kirin şermezar dike.
Her weha, EFN ji Yekîtiya Ewiropî (YE) dixwaze ku ew hindek pêngavan werbigire bi armanca tenêhiştina rêjîma Sûrî û bikaranîna fişaran ji bo misogerkirina tenahiya gelê Sûrî û bicihanîna guherîn û veguherîna berev rêjîmeke demokart û rizgarbûna ji tepeserî û despotîsmê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…