Du Dozên TEVKURDê: Dozek hatiye encamê…

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

TEVKURDê, di 31.10.2007-an de ji bona ku operasyona  Komara Tirkiyeyê li Herêma Federe ya Kurdistanê protesto bike li taxa Ofîsê li ber AZC-ê civîna çapemenî pêk anî. Li ser navê TEVKURDê min daxuyaniya TEVKURDê pêşkêşî reya giştî û çapemenî kir.

Dozgarê Komarê yê li Diyarbekîrê, ji bona ev çalakiya TEVKURDê doz vekir. Ev doza bi kurdî dom dike.
Ev doza dê di 07. 07. 2009-an, saet 09. 30-î de li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 8-emîn a Diyarbekîrê dom bike.
Ev doza ber bi dawî diçe. Dozgerê, nerînên xwe yên dawî pêşkêş bike, ez jî dê bi kurdî parêznameya xwe pêşkêş bikim.

, di 31.10.2007-an de ji bona ku operasyona  Komara Tirkiyeyê li Herêma Federe ya Kurdistanê protesto bike li taxa Ofîsê li ber AZC-ê civîna çapemenî pêk anî. Li ser navê TEVKURDê min daxuyaniya TEVKURDê pêşkêşî reya giştî û çapemenî kir.

Dîsa TEVKURDê, di 28. 06. 2008-an de jî, bi gelek rêxistinên siyasî û sivîl yên Kurdistanê re Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bîranîn, ji bona Tevgera Kurdistanê ya 1925-an semînerek xwestin pêk bînin. Ev panela hat qedexe kirin. TEVKURDê û partnerên wê jî, li ber Şaredariya Bajarê Mezin ev biryara dadgehê û perêzgehê Diyarbekirê protesto kir.

Li ser navê TEVKURDê ez ji xebatê berpirsiyar bûm. Li ser navê Komîteya îBîranînê min jî axevtinek kir. Dozgerê Komarê di 17. 11. 2008-an de her çiqas gelek kes ji vê xebatê berpirsiyar bîn jî, di derbarê min de doz hat vekirin.

Doz bi kurdî dom dike.

Ev doza jî, di 09. 07. 2009-an, saet 09. 30-yî de li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 8-emîn a Diyarbekîrê de dê pêk bê.

Amed, 04. 07. 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…