Al û nexşa Kudistanê çavên dijminan dêşînin

Elî Cefer

Li Elamanya yê, li her bajar û bajarokên wê, cejneke salan e, yan jî dusalan e tê lidar xistin. Bi zimanê elmanî jêre tê gotin: „ MultiKulturelles Stadtfest „. Yanê: „ Roja kulturnasîna hemwelatiyên bajêr “. Hemî neteweyên li wê bajarî hene ger bixwazin dikarin di wê rojê de, bi hemî eymetên xweyî netewî; bi muzîk, stiran, şal û şepik, û …. beşdar û hevpişk bibin û konekî xwe ji belediya bajêr kirê bikin û têde xwerin, cil û berg û her taybetmendiyên kelepûra xwe pêş netewên din bikin.
Cihê gotinê ye ku li Elmanya yê, pirtirî 86 netewe li ser xaka wê dijîn, vê lomê pêdivî bi rojên weha heye, çimkî weke zanyaran gotine; ku gava tu bixwazî neteweyekê binase, berî pêş divê tu berê xwe bidî  kelepûra wê û ji nêzîk ve binase.
Bi rastî jî, dema mirov li ton rojên weha beşdar dibe, ji alîkî ve, gelek aliyên hevbeş di pir kelepûr û çanda netewan de, dibîne. Û bi riya vê nasîna, mirov dikare aliyên neyên, ji ba û rêzik ( urf û adet ), bîr û bawerî û… ya netewa xwe ji aliyê din ve bibîne.  Dêmek lidarxistina rojên weha hemî netew û mirovên li ser xaka cîhana me, ji hevudu nêzîk dike, û rê li pêş karên û barên hevbeş yên ku pêwîstiya mirovatiyê roja îro, ji hemî rojan pê heye diqelşîne. Ji ber ku berjewendiya hemî netewan bi hev ve girêdayî ye. Êdî weke tê gotin, cîhana me bûye gundekî biçûk. Ew kesên vê rastiyê nebînin her û her wê li ber lingan biçin.    
Em werin ser babeta xwe. Roja Yekşema borî, 28, 06. 2009, li bajarê ( Vreden ) yên ku em lê dijîn, ev roja pîroz lidar ket. Me vê carê jî xwest ku vê delîvê ji dest xwe bernedin, loma jî, me çend malbatên Kurd yên li kurdîtiya xwe dipirsin û xwe pê serbilind dibînin, konek bi navê Kurda vegirt. Konê me, bi du alên rengîn û nexşa Kurdistanê hati bû xemilandin, û ligel hin xwarinên kurdî biroşorek ji çar rûpelan bi zimanê elmanî li ser rewşa Kurdan li herçar beşên Kurdistanê me amade kiribû, çi kesê dixwest agahiyan li ser Kurdan bizanibe, me hem bi devkî bersiva pirsên wan didan û hem jî ew biroşora pêşkêşî wan dikir.
Lê vê çalakiya me li xweşiya hin kesan neçû, nemaze Tirkan. Me didît hin kes li derdora konê me re diçûn û dihatin, lê xuya ye, çavên wan ji me nebirîn. Vêca çûn li ba komîta rêvebir li me gilî kirin; ku dewleteke wan serbixwe li ser rûwê erdê nîne û nejî navê Kurdistan li ser nexşa cîhanî heye, vêca çima û ji ber çi we rê daye wan, ku piropaganda siyasî ji Kurd û Kurdistanê re bikin? Divê hûn rê li pêş wan bibirin, ala û nexşa Kurdistanê were xwarê.
Komîta rêvebir ji me xwest ku em vê rojê nekin rojek siyasî. Bersiva me jî, ji wan re ev bû: Beşdar ji xwe, berê xwe didin bin konê me, li nexşa Kurdistanê temaşe dikin û hin pirsan ji me dikin, ma bersivdayîn qedexe ye?. Pêre her miletê kon ji xwe re vegirtî ala xwe ya netewî lidar xistî, ma weke metelokek me Kurda gotî:“ Ji xelkê re tebet, ji me re rûbete??„. Raste welatekî me yê serbixwe nîne, lê rewşa îroyîn ya Îraqê; ku beşek ji welatê me li wir Federalî standî, li seraserî cîhanî hatiye pejirandin. Qunsilosa Elmanya yê jî li Hewlêrê hatiye vekirin. Tirk dixwazin derbasî nav Yekîtiya Ewropa bibin, lê Y. E. ji wan hin guhertinên dixwazin, ku di serê wan guhertinan de, pirsa Kurda çareser bikin, serok û berpirsên Tirkiyê jî dibêjin em di riya çareseriya pirsa kurdî ne, vêca eger peyvên wan rast bin, gelo çima ji konê me çavteng dibin??. Hûn çawa dewleteke weha çavsor û nijadperest dixwazin derbazî nav xwe kin?? û….. .
Yekî dinî Aşorî jî, çavtengiya xwe ji Elmana re diyar kir. Dema rêvebireka ahangê li nexşa Kurdistanê temaşe dikir, çû balê û jêre got: … Kurdan nexşeke evqas mezin ji xwe re çêkirine û dibêjin ev welatê me, … ewanan di xewê de, ev nexş çêkirine… ev welata tev cihê bav û bapîrên me ye… ev ne welatê wane… . Dostê me, wek nankorekî xwe ji bîr vekir ku hikumeta Başûrî Kurdistanê mafên Aşorî, Kildanî û Siryaniya ji hemî welatên din yên lê dijîn dane wan.  
Li herhal roja me serkeftî derbas bû, lê xuya ye, dijminên gelê Kurd, nemaze rêjîma Tirkiyê wê nikaribin zû-zû xwe ji wî mejiyê xweyî zingar û kufikî rizgar bikin. Ji xwe, Tirk ji roja roj de bi heyîk-meyîkên xwe dijminatiya gelê me dikin, û me gişa berî demekê axaftinên berpirsên wan ya ku dibêje: Ger Kurd Kurdistanekê li ser heyvê ava bikin, emê ji binî de hilweşînin bihîstin.
Herweha sala 2008 an, li Pêşengeha navnetewî ya pirtûkan li bajarê Frankfurt ê – Elmanya yê, hêrîşî cihê Kurdistanê kiribûn û nexş û ala kurdî danî bûn, lê Kurdan dîsa bilind kirin. 
Lê ewnan nizanin ku „ Zemanê Etûno çû „. Dinya gelek hatiye guhertin, pirsên netewan, mafên mirovan û demokratiyê êdî neman pirseke hindurî, weke çerxa cenga sar, dema du sercem li cîhana me deselat bûn. Kurd jî ne Kurdên berê ne, hindik – pir hişê wan hatiye serê wan. Vaye li Başûrê welêt şewqa serxwebûnê têrîjên xwe davêje beşen din yên welatê me. Kîjan rojê bê wê gelê me jî bibe xudî çarenûsa xwe.
Cihê gotinê ye, ku du carên borî, hunermenda dengxweş Evîna welat bi çend stranên xweş va roja pîroz li bajarê me xemiland.

3. 7. 2009
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…