Gavên windayî, Dîwana yekem ya Şepal Hêvo

Silêman azer

Ji weşanên dar ezzeman dîwana yekem ya helbestvan Şepal hêvo hate belakirin binavnîşana (Gavên windayî).Dîwan bi herdû şêweyê helbestê hatine nivîsandin ango helbesta kilasîk û ya nûjen.Di derbarê helbesta kilasîk de em tu tiştî nabêjin ji ber ew bi kilasîkiya xwe hatiye nivîsandin tevî hewildanin diyar ku helbestvan xwestiye hinekî xwe dûrî wê kilasîkiyê bike lê ew gav bi tenê hindike.di helbestên xwe yî nûjen de hewldanin ji dil xuyane ku helbestvan bêtir xwe wek helbestvanekî nûjen diyar dike,di hin helbestan de ev yek xweşik diyare

tevî carnan ew xwe dispêre kêş û rêzbendiyê bêyî tu sûdeyê ji wan bigre, an jî ew nakevine bin berjewendiya helbestiyaniyê de,lê ew bûne barek ser milê wêneyên helbestî, û helbestvan dikarîbû xwe ji wan dûr bike bêyî ku tu bandorê li wêne û hevokê bike.Dudilî li cem helbestvan eşkereye di gelek hevokan de ku ew nikare wê biryarê bistîne di avakirina helbestê de,ango ew nikare wê gavê bavêje ber bi nûjenî an kilasîkiyê ve.Lew carnan wêne tê birîn ji ber pêkanîna alavên kilasîyiê,lê dîse wêne xwe dighîne xwendevan. Ev gotar ne lêkolîneke li ser wê dîwanê ye,bêtir nerîneke derbarê wê dîwanê.Lê em dikarin bibêjin ku helbestvan li gavên xwe digere û ewî hinek çirûsk ji me re hiştine ku di paşerojê de ewê bi tevayî gav ên xwe ber bi nûjeniyê de bavêje.

yabo
Ji şûrê pirsa
Ez bûm xunavoka
          gola birînê
li navê te dinêrim
          tar bi tar…
                   lê digerim
wekû robarê dirêj
ji devê pênûsê ez dirêjim
destana evîn a te dibêjim
li ber hêviya vê gotinê
          tûj ez ji mêjim.
Perol ???
Li vir…
Di navbera
Rastiyê û derewan de
Şerê awaz a jiyanê
          Ji min dixwest
                   Tama hebûnê
Li wir…
Dûrî camêr û neyara
Sîber a min
Ji wêneyên gelawêj
Xweşya nebûnê
                             Diçêre
Bona dîna
          Maç û ramûsan
Bona mirova
          Xaç û lêdan
Li hawîr
Çend firiştin
Li serê memikê wan
Çend niviştin
Veke û bi xwîne
Helbesta min
Veke û bi xwîne
Çîroka jiyana min.
Ev di nimûnen e ji dîwana gavêv windayî,bi hêviya ku di demên bê de gavin zelal û eşkere bin di warê nûjeniyê de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…