B. Şiyar
Di 29-5-2009 de komîta amadekar ya şevbuhêrkan şeva xwe ya 82 an li darxist .
wiha her meh di hefteya dawî de şevek hemûreng ji çand û hunera kurdî li dardixe.
Mêvanê vê şevê ji bajarê evînê bû nivîskar û helbestvane tê nasîn bi navê (bavê Helbest )
Mijara wî ya vê şevê Rêbazên wêjeyî di helbesta kurdî de .piştî belavkirina babetê li beşdarên şevbuhêrkê re
Piştî xwendina babetê ya xweş û zengîn, gevtûgo ji alîyê rewşenbîr û nivîskaran de li ser babetê çêbûn,şev pê dewlemend bû.
Mêvanê şevbuhêrkê navî wî mamûste Ebdul Semed Mehmûd – bavê helbest- Helbestên nûjen dinvîse ji sala 1980 ê de .
Gotar û nivîsar û helbestên xwe ,di kovar û rojneman û malperên kurdî de di weşîne .
Dîwaneke wî destnivîsî amadeye bi navê GulÎstana birînê.
di komîta çalakîyên kurdewarî de, çalakiyên rewşenbîrî dike .Ji bajarê evînêye,- Qamişlo-
Rêbazên wêjeyî di helbesta kurdî de
Berî ku em dest bi vê lêkolînê bikin, divê em bersiva vê pirsa jêrîn bidin.
Ma gelo rêbazên wêjeyî yên ji hev cuda di helbesta kurdî de hene?. Teqz, wê bersiv erê be, ji ber ku navnîşana vê lêkolînê rêbazên wêjeyî ye, em dibêjin nivîsandina di rêbazekî de normale, lê ta kîjan astê jê re perwere, ev problême, ji ber gelek sedeman, ez qelsiyê di rêbaza kurdî de dibînim :
1-helbesta kurdî hindike, jimara helbesta têde kêm e ne pir e, ku em karibin bi hesanî wî cuda bikin beş bi beş rêbaza, ji ber ku dîroka helbesta kurdî li sûriyê nûye, em dikarin bêjin ew bi rengekî eşkere ji Cigerxwîn dest pêdike, tevî ku ji bilî wî jî hebûn, lê Cigerxwîn nûnerê herî xurt yê ku di damezirandina helbesta kurdî ya nûjen de beşdar bûye dimîne.
2- helbestvanên kurd kêm in, ne pirin. Mebesta min ewe yên pirpîşe ku dîwanên wan hene ne yên hezker, em Karin bêjin li gorî jimara kurdan kêm in.
3- nebeşdariya rexnesaziyê, ya ku helbestê pêşdixe û dihêle helbestvan qelsî û şaşiyên xwe bibîne, û nahêle ji rêbaza ku têde dinivisîne derkeve, ev ji ber ku rexnevanên kurd tune ne, û yên ku div î warî de dixebitin jî, di helbesta kurdî de ne pisporin.
4- Têgihiştin bi ezmûnên gelên din re tune ye, ew ezmûnên ku di warê helbestsaziyê de dibîstanên mezin avakirine, wek nimûne, helbesta Erebî di riya şandên zanistî re kelk û sûd ji ya gelên rojavayê wergirtiye, wergerandin weşandine, çapkirine, ta ji wan dewletên ku ew mêtingehkar kiribûn, lê helbesta kurdî li Sûriyê, tenê bandora erebî lê bûye.
5-Qelsbûna asta çanda helbestvanê kurd, dibe ku ha ji ezmûnên berî xwe tune be, ji bilî yên Erebî, Turkî…û hwd.
6- pêşketina helbesta kurdî bêhewtayî ye, ne pêşketneke qûnaxî ye, gav bi gave, û li gora bûyerên dîrokî û civakî ye, ji ber vê yekê, em dibînin guhestina ji rêbazekî bo ya din ne xweristî ye, rêxweşkirin jê re tune ye.
Piştî van nerînan, emê herin têge û destûra her rêbazekî, li ser helbestvanên ku di wî rêbazî de dinîvisîne peyrewkirinê bikin:
Kilasîkîyet
Di koka xwe de vedigere hunera helbestê ya Aristo û Horas û liser felsefa aqilmendî tîyoriya lasyîkirin hatiye damezirandin û li helbestên Kevin dinere ku ew helbestên payeberze yê dive jê bê vexwarin berê vê rêbazê li qata eristuqratî ye ango rewtiya xoyetî tê de qels e û rewtiya dastane têde xurte, kilasîkiyet di wêjeya Kevin de, li ba Yonan û Romana hebû, lê di dema nû de, li ser destê helbestvanê Firensî Piwalo nû bû. Dora sala 1650 bi navê hunera helbestê li ser navê Aristo pirtûkek weşand û ev rêbaz hate belgdanîn bi felsefa Dîkart re
Taybetmendiyên kilasîkiyetê
1-Kilasîkiyet guhdanê li şêwyê derberînê dike.
Ev rêbaz gelek udê ji destûr û bimyada re digrin avakirî ye li ser klasayîkirina nivîskarên Kevin û guhdana li şêwe ew kişandin ku zelalkirinê bikin û bihêlin ku naverok xweristî be ji ji şêwe re.
2-Dûrbûn ji xeyala bi bask û dûpatkirin li ser eşkerekirinê
3-Bikaranîna zimanê standard û dûrketin ji yê devkî
4-Giringiya durketina ji zoziyê ji ber ku kilasîkiyet ji jîrbêjiya aqilmendiyê dayikbûye.
5-Kilasîkiyet babetiye dûrdikeve ji xweyîtiyê ji ber vê nûnerê bilind bikartîne wek leheng comerd siwar û hwd..
6-Helbestê dixe xizmeta amojgarî û şîretkirin û fêrbûn û aqilmendiyê.
7-Helbestên kilasîk serwadare û yekitiya malik û kêşan diparêze,
Ma gelo ev destûr û binyad di helbestên kurdî de bikar tên û peyda bin?
Belê ez dibêjim piranî ji helbestên kurdî dikevin bin taybetmendiyê rêbaza kilasîk ji ber ku serwadare û bikêşane û zimanê standard bikartîne û li ser rêza helbestên kurdî yên Kevin bikar tê helbestvanê beşdar û xurt Cigerxîne di vê rêbazê de ez wî dibînim serokê vê rêbazê di helbestên kurdî de ezê wî nimûne bibim lê ji bilî Cegerxîn baş helbestvanê kurd yên ku li ser vê rêbazê dinîvisînin wek
Tîrêj, Bêbuhar, Keleş, Memûd Sebrî, Xelîl Sasûnî, Azad Hemo, Melevan Resûl, Dildarê Mîdî, Birahîm Ebdê, Adil Dîlanî, Emer Smayîl, Helîm Ebû Zêd,…û hwd
Lê ji ber van sedeman jêr, Cigerxîn serokê rêbaza kilaskî di helbesta kurdî ya nûdem de dimîne:
Jimara helbestên wî gelekin hemberî helbestvanên din
Ji tevan kevin tire
Xuyakirina destûr û binyadên kilasîkiyetê di helbestên wî de eşkere ye.
Bandore rêname wî li helbestvanê ku bi dûde hatine
Ku em nimûna ji helbestên wî bibînin emê van taybetmendiya bibînin:
Yekitiya malika ji ber em Karin rajin malika dawî ji helbestê bê tu bandor linaverokê bibe ji ber navê xwe têde tine
Yekitiya serwadariyê
Yekitiya kêşana
Li ser rênama Feqê teyran, Cezîrî ye û bandora wan lê heye
Amojgarî û şîretkirin ta bernamê fêrbûnê
Bikaranîna ezmûnê nimûneyî
Xeyal li ba wî qelse û tundiyê li ser aqilmendiyê dike
sozî li ba qelse
Şiyarkirina emcadê kurda û lehengiya wan di dîrokê de
Nimûne
——————————
Romansiyet
Bi giştî romansiyet şoreşek bû li ser rêbaza kilasîkî û li ser hemû destûr û binyadê wê û em Karin bêjin ku romansiyet şoreşek rizgarkirinê bû ji destdanîna wêjeya Igrîqî û Romaniya Kevin mebesta romansiya ji helbijartina vî navî da cidabûnê têxin navbera dîrok rewşenbîriya netewî û wêjeya xwe û ya Igrîqî û latîniya kevin lê gelek nîrên siyasî û civakî û abûrî gihiştin hev rêxweşkirin bo derketina romansiyetê ji wan şoreşa firensî û pirinsîp dadewerî mafê mirovan û romansiyet derberînek durust bû ji nerînên mirovatî re û wekhevî û azadiyê re û romansiyet derberîna durust bû ji rêrewa xoyetî re û ji xeyala bibask re dûrî hişkbûna aqilmendî û jîrbêjî û desûrên ziwa
Taybetmendiyên romansiyetê
1-Romansiyet wêjeya sozê ye û rizgarkirina wijdane wêjeya xeyal û azadiyê ye destdavêje xweristê û strana û xweyîtiye vedigere li serdema mirovatî û nihênînê kesane
2- Cihê tekane di civakê de bilind kirin ne wek kilasîkiyetê ku giringî da tevayê û qata desthilat û ya erustuqratî.
3-Guhdana êşa, azarî, gazin û reşbîniyê û guhdanê endamê xweristê wek çema û çiyayan dike.
4-Tiştê herî giring di rêbaza romansî de guhdana li azadiyê û vexwendina ji bo rizgarkirinê ji sitem û genîtî û xwînmijiyê.
Romansiyet xuyaye bi nerîna reşbînayî û reşbîniyê li jîwarê ji ber ku têde êş û birîn ditîtin ji ber vê em dibînin piranî ji babetên wan axaftine li ser şevê, êvarê û demên ku xemgînî û melûlî tê de hebe lê giringe li ba wan rastiya sozê ye û kûrbûna ezmûna hest, zimanê bi kartînin nêzîkî yê rojane ye, dûrî zarawên dijwar dirin û doza mafê jina dikirin û pêre sozdar bûn ji ber vê em dibînin helbesta romansî tenê têde êş û xeyal dûrî wutara yeksere
Piştî vê zelalkirinê li ser rêbaza romansiyetê, ka em bibînin bê rewşa helbesta kurdî ya romansî çiye.
Li gora agahdariya min û dîwanên helbestvanên kurd yê pirpîşe ku ketine destên min, helbestvanê kurd ku taybet li ser vê rêbazê nivîsîbe tune ne lê em helbestên romansî li ba gelek ji kilasîkiya dibînin
Nimûne
Jiwarî
Jîwarî ya Kevin di xerbê de xuya bûye di nîvê seda nozdan de dibin bandora ramanên zanistî û felsefî û aqilmendî de ew bersiva xeyal û soziya romansiyetê ye, jîwarî li ser kezakirinê avadibe wek ku kodakek wêna be tiştekî têde naguhere û berfireh li hûr û mûran digere û aqilmende dûrî sozîyê ye lê jîwariya nû avadibe li ser idyolocia sosyalistî û derberîna dema nû ye û tekoşîn kêferat û êşa wî werdigerîne
Û tevgera dîrokê dînîvisîne û ew encama serketina sosyalîstê ye ji alîkî ji aliyê din encama serketina tevgera netewî û civakî di dewletên cîhana sêyem de
Di van xalê jêrîn de em herdû jîwara bidin ber hev
1-mirov di jîwara Kevin de bêçare ango ne bi destê xwe ye lê mirov di jîwara nû de bi destê xwe ye ne bêçare
2-jîwara Kevin li jîwarê dinere û wî lasayîkirnê dike wek wêne jê re bikşîne lê jîwara nû li jîwarê diner bi çavê tevgerî ew guhertî ye û tê guhertin
3-jîwara Kevin reşbîniye ye lê ya nû geşbînayetî ye dibîne ku civak tê guhertin bi alî xweşîye de wêje têde doza rizgariyê dike wêjvan alî kariyê di avakirina civakê de dike û dixwaze wê biguheze rewşeke xweştir û pêşketî, têde wekhevî û mirovatî hebe ji ber van wêje di rêbaza jîwarî ya nû de çekek çalake û wêjevan berhemhênere di civakê de
Naverok û şêwe di wêje de ji hev cuda nabin ji ber ku wêje yê qata karker ji milet re tê nivîsandin û ji bo wî ye
Ma gelo helbestvanên kurd div ê rêbazê de xebitîne tenê lib a seydayê Cigerxwîn min jîwara nû dît lê ku kesin din nîvisan dibin min ne bihîstîye
Nimûne ji helbestê Cigerxwîn yên li ser rêbaza jîwarî ya nû
Helbestên nûjen
Ev celeb ji helbestê di nîvê seda bîstan de derket gelek taybetmendiyê wê hene giringê wan evin
1-derketina ji kêşana helbestî ya teqlîdî û ji ziman û wêneyên ku bikar dihat û afirandina çîroka helbestî û şanogeriya helbestî gelek nav li van helbesta hatine kirin ya nû ya nûjen yan serbest, ya bêserî û ne wek yên kevin ku li ser du şetra avdibe, ev celeb ji helbestê encama pêşketina ramanî û hunerî bû
2-ne li ser kêşana derve avadibe ya ku behrê erûdî bikartîne lê ava dibe li ser kêşan û îqaea hundurî ava dibe ya ku bi rewşa nefsî ve girêdayî ango nesaz
îqaiê di nefsê de ev dihêle ku helbest nesaz be li gorî wê îqaiê ji ber vê helbestvan gotina û tîpan dubare dike û iitmadê li ser tîpên kurt û dirêj dike û tîpên bi deng û yên den kurt û guhertina hevokan wek yên bang û istifhamê û hevokên salixdanî, gelek serwaya bi kar tine dûre ji wutara yekser di derberîn de û li ser tarîkî û simbola ava dibe û wêneyên tevger û reng têde hebin bikartîne lê tiştê herî giring di helbesta nûjen de simbolê efsane û hemû endamên folkilor û kevnetorê gelêrî û mirovatî ye û ji hêla naverokê hemû babetên jiyanê têde heye
Emê bêne ser helbesta kurdî ya nûjen helbesta kurdî div ê demê de berê wê bipiranî li ya nû ye û jimara helbestvanên ku vê helbestê dinîvisînin pirin wek
Dildarê Aştî, Memûd Badilî, Ciwan Nebî, Şêrîn Gêlo, Narîn Umer, Beşîr Mela, Nisrîn Têlo, Ebidelsemed Mehmûd, Diya Ciwan, Konêreş, Dîlan Şewqî, Hozanê Girkundê, Ehmedê Xursî, Mişelê Osman, Ferhadê Içmo, Bêwar birahîm, selwa hesen t. d
Nimûne ji hin helbesta
Di dawîde dixwazim nîşan bikim ku di helbestên kurdî de rêbaza sfitî he yak u ava kirî ye li ser hezkirina xwedan û pêxemberê islamê têde helbestvan bêtirî zimanekî bikartîne lê mixabin di dema nû de min tu helbestvanê kurd ku li ser vê rêbazê bnîvisîne nebihîstiye û ev rêbaz taybet afirandina helbestvanê misilmana ye wek Melêcezîrî Celaledîn Elromî Mihyedîn Bin Mrebî Umer Elxeyam.
————————————————————————–
Alîkariya zarawên wêjeyî
Mamoste berzo mehmûd
Mamoste xalid miheme
Têbîn zarawên bi rengê sor hatine nîvisandin bi zimanê erebî
kurdî |
عربي |
alav /amêr
|
أدوات |
hokakar / ho / sedem | أسباب |
binema, bineret
|
أسس |
agadarî
|
اطلاع |
dahênan
|
الابداع |
kilasîkiyet
|
الاتباعية |
rêrewa xoyetî
|
الاتجاه الذاتي |
rewtiya dastane | الاتجاه الملحمي |
bûyerên civak
|
الاحداث الاجتماعية |
bûyerên dîrokî | الاحداث التاريخية |
wêje
|
الأداب |
wêjeya mizgînîdan
|
الأدب التبشيري |
mêtingehkar
|
الإستعمار |
payeberz | الاسمى |
bîrên zanyarî/zanistî
|
الأفكار العلمية |
êş, nexweşî
|
الالم |
guhestina xweristî | الانتقال الطبيعي |
impireşenizm
|
الانطباعية |
başî | الايجاب |
rezima navxoyî
|
الإيقاع الداخلي |
kêşsazî
|
البحر العروضي |
damezirandin
|
التأسيس |
dûpatkirin / teqze
|
التأكيد |
tê/ bê / werê / jêr | التالية |
rizgarkirin
|
التحرر |
wergerandin
|
الترجمة |
senterandin, dupatkirin
|
التركيز |
reşnbînî
|
التشاؤم |
reşbînayetî
|
التشاؤمية |
peyrewkrin
|
التطبيق |
pênasekirin
|
التعريف |
geşbînayetî
|
التفائلية |
pîk | التفعيلة |
lasayîkirin
|
التقليد |
rêxweşkirin
|
التمهيد |
hevgihiştin | التواصل |
nesazî
|
التوتر |
belgedanîn
|
التوثيق |
ristey danan
|
الجملة الانشائية |
nûxwazî, nûkarî
|
الحداثة |
Nûxwazyetî, nûjenayetî
|
الحداثوية |
aqilmendî
|
الحكمة |
wutara yekser
|
الخطاب المباشر |
xeyal
|
الخيال |
xeyala bibask
|
الخيال المجنح |
dadayetî | الدادائية |
wate /geyandin/ gihandin
|
الدلالة |
xoyetî, ezyetî
|
الذات |
xoyetî | الذاتية |
simbolîzm
|
الرمزية |
romansiyet
|
الرومانسية |
romansiyet riyalîzm
|
الرومانسية الواقعية |
çîrokbêjî
|
السرد |
reşbînayî
|
السوداوية |
destdanîn
|
السيطرة |
helbesta nûjen
|
الشعر الحديث |
helbesta serbest/azad
|
الشعر الحر |
helbesta bêserî
|
الشعر المرسل |
şêwe
|
الشكل |
şêwey derve
|
الشكل الخارجي |
şêwey navxo
|
الشكل الداخلي |
şêwey giştî
|
الشكل العام |
sofîtî/sofiyet | الصوفية |
soz
|
العاطفة |
dadwerî
|
العدل |
nûdem
|
العصر الحديث |
endam, ilement
|
العناصر |
tarîkî, lêlayî
|
الغموض |
takane, takperestî
|
الفردية |
standard
|
الفصحى |
bîra sosiyalistî
|
الفكر الإشتراكي |
serwa | القافية |
kilasîkiyet
|
الكلاسيكية |
azarî
|
المأساة |
pirinsîp
|
المبادئ |
wergêr
|
المترجم |
pirpîşe
|
المحترف |
dibîstanên wêjeyî
|
المدارس الأدبية |
rêrewên wêjeyî
|
المذاهب الأدبية |
azarî
|
المعاناة |
berweurdkirin
|
المقارنة |
pêşgotin
|
المقدمة |
rêbazên wêjeyî
|
المناهج الأدبية |
jîrbêjî, locîk
|
المنطق |
babetî
|
الموضوعية |
şîret | الموعظة |
rexnesaz / pispor | الناقد المختص |
belavkirin
|
النشر |
tiyorî
|
النظرية |
rexneya avaker/ rexnesazî | النقد البناء |
kezakirin
|
النقل الحرفي |
nimûne
|
النموذج |
hezker
|
الهاوي |
peyker | الهيكلية |
jîwar
|
الواقع |
jîwarê sosyalistî
|
الواقعية الاشتراكية |
jîwariya kevin û nû
|
الواقعية القديمة والجديدة |
wujdan
|
الوجدان |
kêş/kêşan | الوزن (الوزن الشعري) |
amojgarî/şîretkirin | الوعظ |
bername
|
برنامج |
welatên cîhana sêyem
|
بلدان العلم الثالث |
ezmûn | تجربة |
pêşxistina gav bi gav / qonaxî | تطور مرحلي |
rêxweşkirin | تمهيد |
Belgedanîn | توثيق |
nûdem | حديثة العهد |
taybetmendî | خصائص |
bertek
|
ردة فعل |
çekê kartêker/çalak
|
سلاح فعال |
helbesta pîk
|
شعر التفعيلة |
Rastiya soz
|
صدق العاطفة |
bêhawtayî | طفرة |
sozdar
|
عاطفي |
Aqilane, aqilmendî
|
عقلاني |
Beş
|
فصل |
çapter / beş / birr | فصل من كتاب |
felsefa miletan | فلسفة الشعوب |
destûr / bingeh | قواعد |
ciya/cuda
|
متمايز |
nimûne
|
مثال |
Bêçare
|
مجبر |
wutar/lêduwan | محاضرة |
derwaze
|
مدخل |
qonax | مرحلة |
zarawe/têrim
|
مصطلح |
têge/têgeh
|
مفهوم |
serwadar | مقفى |
berhemhêner
|
منتج |
rêbaz | منهج |
kêşdar
|
موزون |
dûpatkirin | نجزم |
tiyoriya lasyîkirin
|
نظرية المحاكاة |
yekîtiya malika | وحدة البيت |
pêştgirêdan
|
يعتمد |