Çima kes guh nade nivîskarên Kurd -2

 Helîm Yûsiv

Zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:

Bi hatina sala 1946 an re, sala serxwebûna Sûriyê, dawî li “Hawar” û “Ronahî” û pê re jî li qonaxa Bedirxaneyan, hat. Ji 1946 an heta 1968 an, di van bîst û du salan de, yek rojname yan kovar an jî belavok bi zimanê kurdî, ne li Sûriyê, ne jî li rojavayê Kurdistanê, derneket. Balkêş e ku di van salan de – 1957 – yekemîn partiya siyasî ya kurdan li Sûriyê hate damezrandin. Tev ku di nav damezrênerên vê partiyê de çend rewşenbîrên ku ji bakurê Kurdistanê daketibûn Sûriyê – Osman Sebrî wekî mînak –  hebûn, lê dîsa jî zimanê belavokên partiyê yê fermî zimanê erebî bû. Hejmara partiyên ku ji wê partiyê welidîn niha gihiştiye zêdeyî 13 partiyan. Hemû partî, bi çep û rastên xwe, hetanî bi qirikê di nav nakokiyan de bûn, lê di hilbijartina zimanê erebî de, wekî zimanê siyasetê, li hev kiribûn.
Di sala 1968an de, Cegerxwîn bi alîkariya partiya ku ew endamekî wê bû, partiya pêşverû ya demokrat ya kurd li Sûriyê, ya ku bi navê Hemîdê Hecî Derwêş tê naskirin, kovareke kurdî bi navê “Gulistan” derxist. Ew kovar bi “dektîlo” dihate nivîsandin û çapkirin û bi dest dihat belavkirin. Li pey wê, kovarên kurdî hatin derxistin, pirtûkên helbest û çîrokan jî bi dizî li Şamê derdiketin, lê zimanê belavokên fermî yên partiyên siyasî her û her mabû erebî. Vê rewşê hetanî derdora sala 2000 î, sala derketina min a ji welêt, ajotibû.
Erebî kirin zimanê siyasetê
Ji roja 17 avrêla 1946 an re li Sûriyê “Cejna koçkirinê” – îdulcela- tê gotin. Mebest jê koçkirina leşkerên frensî ji ser xaka Sûriyê ye. Eger ev roj wekî cejn ji bo erebên Sûriyê bê binavkirin, ev yek tê fêmkirin. ereban dagirkerên frensî ji welatê xwe derxistin û serxwebûna xwe bidestxistin. Lê ji bo kurdan li rojavayê Kurdistanê çi hate guhertin ku ew jî bi hemû hêzên xwe yên siyasî wê rojê wekî cejnê dibînin û xwe pê serbilind dikin.
Di rastiyê de, ew roj ji bo kurdan bû roja bidawîanîna weşanên zimanê kurdî. Her wisa dagirkerekî “baş”  frensî bi dagirkerekî “xerab” ereb hate guhertin û siyaseta erebkirinê konê xwe li seranserê rojavayê Kurdistanê, vegirt. Heta niha hinek malbat û kes dikevin pêşbirka serbilindiya ji ber kuştina serbazên artêşa firensî. “Bûyera, Beyandûr, wekî mînak.
Tirajediya siyaseta kurdên Binxetê gihîşte wê radeya ku heta niha yek ji daxwazên wan yên sereke ev e “bidestxistina nasnameya erebî ya Sûrî” ji bo 200-300 hezar kurdên bê nasname. Dev ji nasnameya kurdî berde, bi salan e kurd vê daxwazê dikin, ku mîna “erebên Sûrî” bibin xwedî nasname û rêjîm, napejirîne.!
Ev kurtemînakên ji siyasetê dikarin bêhtir mijara me têxînin bin ronahiyê û van pirsan bîne holê:
Gelo kurdan ji çûna leşkerên Frensayê ji axa Sûriyê çi qezenc kirin?. Çima zimanê xwe yê siyasetê kirin erebî?. Ji ereban, ez bawer nakim ku ji bilî çend dezgehên “Muxaberatan” yên têkildar tu kesekî guh dida belavok û weşanên wan. Vê siyasetê rewşa kurdên rojava anî rewşa “Godot”ê di şanoya Samuel Biecket de ku azadî û serxwebûn ji bo wan bûne xeyalên ku dibe ji derveyî sînoran rojekê bi ser wan de bê. Vê bêhêvîbûnê berê bi hezarên kurdên rojava da ber bi Başûr û Bakur de û her partiyeke mezin ji her du aliyan bû xwedî şax û derdor û hêvî carinan bi Başûr ve û carinan jî bi Bakur ve hate girêdan. Bi dehê salan e ku li wê derê gengeşiyeke germ di navbera her du aliyan de, siyasetmedar û “rewşenbîr” li dar e. Her du alî hev du tawanbar dikin. Di encamê de, ji ber ku zimanê wan ê siyasetê yê nivîskî erebî ye û yê axavtina bi xelkê re kurdî ya kolanan e, piraniya serokên partiyan bi zimanekî diaxivin ku ne erebî ye û ne jî kurdî ye. Balkêş e ku yên ji wan bûn xwedî pirtûk jî, mînak Selah Bedridîn û Hemîd Hac Derwêş, pirtûkên wan bi erebî bûn û tu hewcedarî bi wergera wan ê kurdî jî nedîtine. Eger ji aliyê siyasetê ve dîmen wisa rû dida, gelo ji aliyê civakê de dîmenê ziman û nivîskariya kurdî çawa bû?.
Girêkên civaka kurd û nivîskariya kurdî
Di kurmancî de, peyva herî nêzîkî “Kompleks”ê, min peyva “Girêk”ê dît. Ji ber vê ez ê vê peyvê bikar bînim. Eger mirov berfireh binêre, mirov dibîne ku li hember amerîkiyan girêkên ewropiyan hene. Li hember ewropiyan û “şarastaniya wan”, girêkên ereb, yan jî tirkan, hene. Li hember ereb an tirkan jî girêkên kurdan hene. Mebest jê girêka xwebiçûkdîtinê ye. Ev girêk bêhtir di warê huner û zimên de xwe dide pêş. Mînakên li ser vê yekê jî bi dehan hene. Anku dema mirov di nav civakên dinyayê de li civaka kurd binêre, girêk sêqat û çarqat dibe û ev girêk aloztir, mezintir û dijwartir dibe. Di vê çarçovê de, mirov dikare texmîn bike bê wê civakek e wisa ku ji zimanê xwe hatiye dûrxistin û bi her awayî zimanê din pê hatiye şêrînkirin, wê çawa li nivîskarên zimanê xwe binêre.
Qedexekirina kurdî û perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanekî din, ligel mezinkirin û xweşikkirina wî zimanî û xwediyên wî mesela me dajo ber bi quncikên asê ve. Mînaka vê perwerdeyê di nav ereban de, bi peyva “tistekrednî” gihîşte asta herî eşkere. Dema kesek kesekî din bixapîne û bixwaze henekê xwe pê bike, yê din lê vedigerîne: “Ma tu min kurd dibînî qey?”. Anku peyva kurd tê wateya “Hov”, “Ehmeq”, “Beradayî û fêm nake”. Ji bilî reşkirina rola kurdan û tunekirina wan di pêvajoya dîrokê de.. Bi vî awayî, ne mimkûn e nivîskar an afirênerek ji nav vî miletî û bi wî zimanê ku “ne ziman e” derkeve, eger nivîskarek derkeve jî naxwe wê bi zimanê “pîroz” yê dewletê be. Ew jî dewlemendiyek e dewlet û miletê wê ye. Li Sûriyê, hetanî salên heştêyî, di nav hemû derdorên wêjeyî de, Selîm Berekat wekî helbestvanekî kurd dihate binavkirin. S. Berekat, bejnek e bilind e di helbest û romana bi erebî de, lê wî yek hevok bi zimanê kurdî nenîvisandiye. Bi demê re, nav pirbûn û di salên heştê û nodî de bi dehên navan hatin naskirin ku hemû, ez jî di nav de, bi erebî dinîvisandin. Hêjayî gotinê ye ku di nav van derdorên erebînivîs de jî du beş hebûn. Yek jê bi temamî, hem ziman û hem naverok û hem kes mîna erebên Sûrî tevdigeriyan û heta niha. Beşê din jî bi zimanê erebî dinîvisandin, lê çavkaniya naverokên berhemên wan civaka kurd bû. Divê ez vê jî bêjim ku civaka kurd hetanî li hember van nivîskarên xwe yên erebînivîs jî xwedî helwesteke sert û “dijber” bû. Min bi xwe “rewabûna” nivîskariya xwe ya wêjeyê piştî pesindan û pejirandina nivîskarên ereb yên navdar bidestxist. Tê bîra min, di sala 1987 an de, di rojnameya “hefteya wêjeyî” de çîroka min di rûpelê xortan de hate weşandin ku bi birêveberiya Şewqî Bagdadî bû, nivîskarê Sûriyê yê navdar, ji ber ku bi çend hevokên pesindar çîroka min ji xwendevanan re pêşkêş kir. Çend hevokên bi vî awayî nivîsandin: “Piştî vê çîrokê, ez ê heta hetayê vî navî ji bîr nekim û ji we re jî dibêjim: Vî navî ji bîr nekin…” Piştî vê bûyerê hem di nav malbata min de, hem jî di nav “civak” û kesên derdorê de nêrîn hatin guhertin û bi çavekî din bê qerf û bê biçûkxistin li min dinêrîn.
Min ev mînak ne ji bo pesindana xwe anî, lê ji bo mentelîteya danûstendina civaka derdorê bi mijara nivîsandinê re. Anku çavên civaka “Kurd” li kesên civaka din e. Eger “mezinên” civaka din gotina xwe bibêjin, û “Diplom”ê rewabûnê bidin, wê demê wê dengê wan bê bihîstin û wê bê bawerkirin ku mesele cidî ye.
Civaka kurd civakeke bê ezman e.
Civakek wisa ye ku nikare ne stêrkan ji nav xwe derxîne, ne jî dihêle ku kesek jê ber bi jor ve bê bilindkirin. Civakeke hatiye xistin û têkbirin û çavên wê ber bi jêr de mane. Hemû hewldanên kesan jî yên bilindbûnê bi israr têne şikenandin û xerakirin. Kurdên ku qabiliyeta “stêrkbûnê” li cem wan hebe jî, ji hêla serdestan ve tên bikaranîn û bi zimanê xwe û bi îmkanên xwe yên mezin wan hildikşînin ber bi ezmanê xwe ve, lê wekî ku kesina jixwe, ne wekî  kurd.
Niha hinekî rewş hatiye guhertin. Dibe ku rê ji bo kurdî jî bê vekirin, lê dîsa jî divê malê dewletê be.!
Di nav vê xirecirê de, nivîskarên bi zimanê kurdî jî “li ber siyê” û di nav xwe de karê xwe yê nivîsandinê, bêhtir di riya kovaran re, dewam dikirin. Bi derbasbûna demê re, hinek ji erebî ber bi kurdî de hatin û hinek jî berevajî wan ji kurdî ber bi erebî de çûn.
Yek ji wan mînakên berbiçav hevkarê me Pîr Rustem e ku li “Sûriyê” bi kurdî dinîvisand û niha li “Kurdistana azad” bi erebî gotarên siyasî dinîvisîne.
Min ji Pîr Rustem pirsa vê yekê kir. Ji bo nivîs dirêj nebe, ez ê carek e din, di nivîsa xwe de, rê bidim bersiva wî.
Çend hevokên pêwîst

Bi vê danûstendinê, em destên xwe li ber kesekî venakin û em neçûne ber deriyê tu dezgeh û derdoran me parsa qedr û rûmetê nekiriye. Wekî ku hevkarê me Îrfan Amîda dixwaze ragihîne.
Nivîsandina bi kurmancî, di van şert û mercan de, bi serê xwe rûmeteke mezin e û em pê serbilind in. Ez tu pêdiviyê bi biçûkxistina mijarê bi vî awayî nabînim. Mijar ne mijara çend festîval û helkefinaye û ne jî girêdayî derdoreke siyasî ya destnîşankirî ye. Wekî li jor jî min diyar kiriye, mijar ji sînorê Bakurê Kudistanê jî berfirehtir e û ber bi rexnekirina mentelîteyeke siyasî ya hevbeş ya  hemû kurdan de, diçe.
Li kîjan devera dinyayê hatiye dîtin ku, qala nivîskarên miletekî bû ye û nivîskarên ku ne bi zimanê wî miletî dinîvisînin hatine pêşkêşkirin?
Kê bihîstiye ku dema qala nivîskarên alman bû ye, almanan nivîskarên xwe yên frensînivîs dane pêş? An jî frensiyan nivîskarên xwe yên îngilizînivîs dane pêş?.
Kurt-kurmancî, di qada siyaset û nivîskariyê de, rewşeke şaş û berevajî li cem kurdan heye. Ev danûstendin hewildaneke ber bi rexnekirina wê rewşa ne normal de û gaveke ber bi guhertin û normalkirina wê rewşê de.
 

Beşê yekem a vê nivîsê:  http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=597
Jêder:diyarname.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…