Gotar

Piştî 40 salî

Selah mihemed – qamişlo

Çîroka me pir dirêje gelî hevala , ji ber ku berî 40 salî ze û xwîşka xwe ya mezin û ya ji min mestir em dûrî hev ketin . sedema vê dûrketinê birayê me yê mezinbû , em ji turkiya daxistin suriya . lê xweha menî mezin li turkiya ma , û destê me ji hevdû qetiya , em man bi hisreta dîtina hev lê em çibikin tiştek bi destê meve nayê , ji ber ku emê ku li sûriye mane ne kimlika me heye û ne jî nasname heye da ku em vegerin welatê xwe , çiqasî me heweldanê xwe kirin em negihan tu encamê .
lê vaye emrê min bi ser 40 î ket hê ez bê nas name me û 7 zarokên min hene . ez çîrokê bi temamî nabêjim ta vir û bese …… ya herî giring piştî 40 salî me xwîşka xwe dît , mîna xewnekê bi cî hat ne ziman û nejî pênûs nikare vê pêşwaziyê pesin bide gava me hev dît …. Di dawîde hewara xwe digihînim hemû kesên bi rûmet ku alîkariya me bikin da ku careka din em ji hev dûr nekevi .

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…