Gula mala we

 
Ezîz Xemcivîn

Hîn jî ew gula ko min ji mala we anî bû,
li pencera min e.
Wê ber bi sînga xwe ve dikim.

Bihna te ji geşbûna gulê dikim,
Dixwazim ji sîwana hilûya wê
henaseyên xwe vejînim.
Elindeke şîrav ji dêmên gulê li helbesta min hilat.
Dema helbestê bi roniya wê xêrhatina sibehê kir.

Pênûsa min ji bejna berberojkê,
xuncên hevokên xwe diyar kir.
Nasnameya xwe ji kenê te wergirt,
û kirasek ji buhara jînê poşand.

Lalbûna zimanê çav têkçû
û zimanekî nû hate afrandin.

Darek bi çar tîpan, berhem da.
Toreyeke zindî bi kilçîvê bişirandina sorgulê
navê te hat nivîsandin,
E.V. Î. N.

Hevdîtin

Dema li ber te dirawestim,
dikarim tirêjên awirên te bi dilbijîna xwe bihûnim.
Dikarim geşbîniyê di sinbilên tîpên xwe de gur bikim,
û dikarim paleyiya pendên ciwan li baxê jînê bikim.

Dema te dibînim,
bi hêminiya şevê û bêdengiya heyva rêwîng hest dibim.
Dikarim te di bîbokan de bicih bikim,
û dikarim hevirmêşê serdemekê li ber meşa te raxînim.

Erê, ko te dibînim,
ji nû ve zimanê pênûsê digere,
û gotin bi çarlepkan diçin.

Hertişt li dora şîrava hevdîtinê dibin heng,
û di kewara hiş de dicivin.

Dema te dibînim,
hinavên min jî li hev diherbilin,
û bi lalbûna hemî hestên xwe hay dibim.

30.05.2009

Dubey

Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…