Demhat Dêrikî
Dema te ez jibîrkirim
Û te got min tu jibîrkirî
Wê deştê,deşta ku min û te bi rondikên payîzê
Vejandî û kirî bexçeyên gulan
Bişewtîne!
Di vê şewatê de gorekê bikole
Bila ew gor gora dilê te be esmerê.
Dema te ez jibîrkirim…
Wê elbûma bi kamîra neqedexekirî
Hatî dagirtin.
Wan şevên me yê ji bêhna canê min û te
Şev dîn dikirin.
Wan hevdîtinên li bin barana buharê
Ku dêmên min li ser singa te şildikir
Û di hêlîna evîngermahiya te de
Dikirim dîlê lêvên pizotî
Di bîra hestên xwe de bixeniqîne.
Dema te ez jibîrkirim…
Careke din kirasê reş bi ser xwe de bîne
Hemû peyvên qedexekirî di mêjkê xwe de bicvîne
Û evînê di sêdara êlîtiyê de daleqîne
Û awirên eşqa min ya ku ji navê te ji dayîkbûn
Bi şûrê xwe yê jibîrikirnê serjêbike.
Jiber ku
Tu ew evîna despêkî
Tu ew eşqa axa pêxemberayî
Tu ew sirûda stêrk,heyv û ronahiyîyî…
Û piştî jibîrikirnê..
Bila xweşî,ken delalî,azadî û gul û evîn ji vî dilî
Barkin
Û bila êşa min jî
Wek jana welatê min be esmerê.