xemcivin@live.com
Li cihê karê xwe, tu derfeta çaxê valabûna min bê xwendin ez naberdim. Di van çend rojên buhirî de min pertûka (Tê bîra min) ya ko nivîskarê wê Heznî Haco ye, min -bi mebest- pêş navê wî dektor ne danî, ji ber evê yekê li ser bergê pertûkê bala min kişand.
Çiqas pirs ji piçûkaniya min de li bal min hebûn, heta nuha min bersiva wan pirsana nizanî bû, an min nizanî bû jî ka çawa û li kû bersivên pirsên xwe bibînim. Min bi xêra vî ciwanmêrî bersivin ji wan dîtin.
Pertûk bûyerin pir balkêş tîne ziman, bûyerên ko Heznî di nav wan de û nêzîkî her kesayetiyên wê mijarê ye. Bûyer in bi nirx ko ew wek dîdevanekî li wê serdemê an çaxê dibîne û bi şêweyekî bê-alî rave dike.
Bi firehî şiroveya rewşa malbata Haco, serpêhatiyin piçûkaniya xwe, rizgarbûna bi sosret ji ber sêlên dîskê tiraktorê, xwendina seretayî li gund, dîtina helbestvan Hejar Mukreyanî li Tirbe spiyê, xwendina navendî di dibistanên Libnanê de, derketina Almanya û xwendina bijîşkiyê, çûna Kurdistana îraqê, bicihbûna li Naw Pirdan, ji bûyeran a nihênî û kesî heta nuha bi vê nerînê eşkere ne kiriye an jî dibe min ne xwendiye, serpêhatiya Seîd Alçî û Dektor Şivan her du rêberên PDK- Bakur, herweha dan û standinên rêberên partiyên Kurdên Sûrî wê hingê (Hemîdê Hac Derwêş, Selah Bedredîn, Mele neyo… h.d) li Kurdistanê dema ko dixwestin li hev bikin û (çep û rast) bikin yek û bi pêşinyara Mele Mistefa çawa ew bûn sê partî. Kar û xebata bijîşkiyê digel Dr. Mehmûd Osman û rajeya saxlemiya Kurdên herêmê di wan salên tengav de, bi vêketina agirê şoreşê re vegera Dr. Heznî cara duyem ji Almanya ji bo Kurdistanê, dîtina hunermendê mezin Mihemed Şêxo li Kurdistanê, seredana Ubeydelah Barzanî, dîtina mam Celal, têkçûna şoreşa 75an, rev û derketina tiracîdî ya wî û miletê herêmê piştî têkçûna şoreşa Mele Mistefa Barzanî 1975an, penabûna Kurdan li Îranê, pêşmergeyên qehreman ko ji şêrên çiya ne ditirsiyan çawa çekên xwe li ber pêyên leşkerên îranî di-avêtin, saloxdana rewşa dijwar li çadirgehên penaberiyê, derbaskirina sînorên tirs û mirinê, çendîn çûn û hatinên bê nasname, hevdîtinên bi serok M. Barzanî re, dijwariya vegera Sûrî a veşartî, dîtina diya xwe a nexweş û vegera Kurdistanê, vegera Sûrî, vekirina nexweşxaneya Nafiz li Qamişlo, nêzîkbûna ji PKK, çavpêketina birêz Abdulah Ocalan, piştgiriya xebata şoreşa bakur, paleyiya nîskan û çinîna pembû, dermankirina birîndarên PKK bi nihênî, astengîdîtin, metirsiya hawîrdor, lêpirsîn û vekolînên hêzên ewlekariyê, vegera xerîbiyê, çûna Swêd û mana li Norwêj…û bi sedan bûyer û serpêhatiyên cor bi cor, Dr. Heznî bi şêweyekî pir naz wek çîrokbêjekî ta bi derziyê ve kiriye.
Ji xwe tiştekî din jî bala min pir kişand Dr. Heznî bi dehan kesayetiyên Kurd anîne ziman, belê hîç kes bi qasî serê derziyê jî ne êşandiye, herdem min bala xwe dida vê endaziyê, mîna ko li ser pira sîratê ye û xwestiye bi tirazûyeke bêhempa wê pirê derbas bike, bê ko dilê tukesî ji xwe bihêle!
Hindek têbîniyên min li ser pertûka (Tê bîra min) :
1- Pertûk bi derengî hatiye nivîsandin, anko gelekî dûr ji dema bûyer û serpêhatiyan, ji lew ra ez lawaziya hûrbîniyê di dîrok an jî meh û rojan de dibînim. Bîranîn hûrbîniyê bêtir di dîrokê de pêdivî hene.
2- Bikaranîna bi dehan gotinên biyanî, bê ko bêne wergerandin. Ev jî bandorê li xwendina pertûkê dike, bi taybetî ko xwendevan bi zimanê biyanî nizanebe.
Ji van gotinan: Antipatiya, interesant, federasyon, detayan, provokasyon, logik, motiv, lokal, feodal, monopol, fekor, radikal, poliomyetitis, rontgen, myosarkom, air condition, konservativ, otoriter, atmosfer, tanisyon, anipatiyek, pateloji, enelize, monoton, hoplor.. hd
3- Hindek gotin tîpên wan zêde an kêm hene, an tîpek li şûna yekeke din hatiye nivîsandin, ev tê wateya ko hûrbînî di lêvegera pertûkê de baş ne bûye.
– Bûyereke giring mîna peymana Cezayir ko di 06/03/1975an pêk hatiye, di pertûka Dr. Heznî de 1974 hatiye nivîsandin/ R 201 ev yek mebesta min e, ji nelêvegeriyana pertûkê ye.
4- Bi giştî pertûka Dr. Heznî belgeyeke ji pêzanînan û zanyariyan dagirtî û zengîn e, pertûkek ji bo dîrokê bi nirx e, di pertûkxaneya kurdî de giringiya wê pir heye.
Jêder: avestakurd