Kanî Ferhenga Celadet Bedir Xan li kû maye ? .. Pirs: ji keça wî xatûna hêja Sînem Xan re

Siyamend Brahîm

Rewşen,Rewşena gelê kurde, pêmayê malbata Bedir Xaniyan ya dawîbû, li seranserî kurdistanê rûfindeke ronîdare, çiqasî mirov  li ser vê xanima ha bigere û dil û wijdan der nav, xebat, û dîroka vê xanima ha binivîsîne ew hîn mafê vê kesayetiyê nade.
Şanaziyeke gelekî mezine ku min pirraniya pêşengên pêşî ji rewşenbîrên kurdan û bi taybetî yên ku dahênana xwe li ser rûpelên kovara (Hawarê) nivîsandin, min 16 heta 17 salan ji temenê xwe digel mamoste Osman Sebrî re buhurand, ewî ji min re gelek tiştên xweş û nexweş gote
lê cardin wekî dîdarekî ku Seydayê Cegerxwîn ku hevala bavê min bû, û min digel bavê xwe sê caran dît, lê Mixabin ezê vê bûyera ha binivîsînim, lewra ew rastî tehle,  heya ku gelekî ji xwendevanên kurdan, an jî Evîndarê zimanê kurdî ev han qebûl nekin, ew bi kêfa wane, lê cardin ezê eva han dubare bikim, belê min ji mêj ve navê xanim Rewşen Bedir Xan dibhîst, gelek caran navê Rewşen li ser zimanê Osman Sebrî dihate gotin, lê ez nizanim kê ji Apo Osman Sebrî re gotibû, ku Rewşen Bedir Xan ferhenga Celadet firotibû rojhilatnasan,
Pirsa girîng ewe çiye mijara Ferhenga Celade Bedir Xan?
 Mamoste Osman Sebrî gelek tiştên xweş û nexweş der mafê Celadet Bedir Xan de digote: hin sirincin hebûn Apê Osman ji Mamoste Celadet nerazîbû, lê ji ber ku tu dîdarên din ku li pêşiya wan ev tiştê han çêbûye tune ye, ez nikarim binivîsînim, lê Apo Osman di warê ziman û rêzimanê kurdî, di warê hişyarbûna Celdetm henaseya wî ya xweş, derûna wî ya kesayetî gelekî hêsan bû, evana teva Osman bi çavekî mezin li Celadet Bedir Xan dinerixand, û Celadet li cem Osman ciyê serfirazîyêye, min jî carna çend pis li ser Hawarê ji Osman Sebrî dipirsî, Ezê di pêşeroj de binivîsînim, lê mebesta vê gotarê ewe yadîvegera 16 salan li ser koçkirina dayê Rewşen Bedir Xane, belê  gelekî ji Celadet hez dikir, lê em werin bê ji bo çi Osman Sebrî ji xanim Rewşen Bedir Xan aciz bû, Min ji sedemê vê xeyda han pirsî ewî gote:  Apo mamoste Celdet Bedira Xan ferhengeke kurdî gelekî fireh û mezin, û gelek xweş çêkiribû, û min jî ji aliyê Celadet Bedira Xan bi heqê xwe  li ser vê ferhengê ku Celadet dabû hev û nivîsandibû sê sal  şev ro xebitîm, û piştî mirina Celdet Bedir Xan xanima wî Rewşen ev ferhenga wî firote rojhilatnasan!
Ev tiştê han bû yekê ji sedeman ku me zû berê xwe ne da mala dayê Rewşen, Lê pirsa herî giring?
Kanî ferhenga Celadet Bedir Xan çêkiribû li ku ma?
Û kî li mala xwe veşartiye?
Ê min li ber guhê min kete ku nemir Mihemed Uzun biriye ku çap bike, yan jî ew xortê xwe dikir pêmayê Osman Sebrî, Qedrî Can, Celdet Bedir Xan, Rewşen Berdir Xan, Nûrrdîn Zaza, ew rewşenbîrê ku bi zimanê Firenesî, Turkî, pispor û zanaye bir ?!
Lê teqez bêtirî  50 pirtûkê ji mala Rewşen dizî û ez dikarim navê gelek pirtûk û romanan ku niha li pirtûkxana wî de ye bêjim?!
lê cardin ez veya dinivîsînim û ne serê sedî pêncî rastiyê  zanim ku heye ku Mihmed Uzun ne bir be, û ew xortê pitûkxana Celdet biriye gelo dizane ew ferhenga li ku maye ?
ta ku em em kesî yên sax an jî ên mirî têxin bin gumana û tuhmetan ez nizanim, minxabin ku di wan carê ku beriya gişan ez çûme mala yadê Rewşen Brdir Xan min li ser vê ferhengokê ne pirsî !…..dûmahiyeke din heye

——– 

* Taybetî jibo (welatê me)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…