qetliyama caşan encam polîtika dewleta tirka hove

FÛAD SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de

Kurdistaniyên hêja!
   Di êvara roja 4ê Gulana 2009an de, goya kesine nenas li herêma Mêrdînê, li Çiyayê Mazî, gundê Zanqirt, hin malperê Kurdî jî wek gundê Kertê dibêjin, ku bi navça Şermix ve girêdayî ye, êriş birin ser dawetekê. Wan bi narincokên destan, çekên têvel (corecor) qetliyameke mezin bi awayeke çavsorî û hovane pêk anîn.

Pir dem zêde derbas nebû, 8 kes ji kujeran (qatîlan) hatin girtin. Ew kesên hatine girtin xizmên kuştyan in û cerdewanên dewleta Tirk in, ji wan re mala QORO tê gotin. Ji kesên kujer, yên ku hatine girtin, zarokekî 14 salî jî heye.

Kujerên ji malbata Qoro bi pilan ev komkujiya xwe bi kar tînin. Ev mirovên hov demeke wisa ji kiryara xwe ya xwînrêj re hildibijêrin, ku xelk di avahiya dawetê de dest bi nimêja xwe ya êvarê dikin.

Di vê bûyera hovane de 6 zarok, 16 jin û 22 mêr hatin kuştin. Sê jin jî bi zaro, ango bi ducan bûn. Kujerên ji malbata Qoro beriya ji cihê kiryarê veqetin, di ser de jî totikên (tekelên) hemû erebên-tirimbêlên li wê derê jî didin ber gulan û diteqînin, da ti birîndar ji mirinê xelas ne be û bi saxî negihîje nexweşxanê.
Li gor agahiyên ku nivîskarê Kurd, Çiya Mazî di gotara xwe de dide, xwenga-xwîşka wan caşên kujer jî di nava kuştiyan de heye. Ev jî zota ser hovîtiya malbata Qoro ye. Caş û kujerên ji malbata Qoro wisa bê moral in, ku di pê komjiyê re diherin malên xwe, pîcamên xwe li xwe dikin û li kêfan xwe dinêrin.
31 zarokan dê û bavên xwe wenda kirin. 17 zarokan jî, hinan diyên xwe û hinan jî bavên xwe wenda kirin û sêwî man. Van zarokana hemû niha travma derbas dikin. Di nava hêsabê de ti zarok û jin ji malbata Qoro tinin. Em hêjmara wan nizanin.
Ev bûyera hovane xwînê di laşê-canê mirovan de radiwestîne û bi gotin û bi hevokan nikare were bawer kirin. Ji kerba vê hovîtiyê hiş di serê mirovan de namîne. Ez çend rojan di şokê de mam. Heya hatim ser hamdê xwe, hînga min dest bi nivîsa vê gotarê kir.
Malbata Qoro bi berçavkên hespan li cîhanê dinêrin. Ew kesên ji malbata Qoro niha hatine girtin, dûrî hemû ehlaqê mirovatiyê ne, wisa nemerd in, bê rûmet in, bê anor in, ku heya niha kiryara xwe ya hovane nepejirandine. Ev jî mentalîteyeke nû ye, ku caş bi alîkariya dewleta Tirk ya  devrût wisa ji xwe bawer in, ku hewce jî nabînin karesata xwe bipejirînin, ew bervajiya wê dikin, înkar dikin. Li gor dîtinên wan, wan loma hemû endamên malbatê ji kokê ve qelandin, da ji wê malbatê ti kes nemîne û rojekê li heyfa xwe negere. De hela li vê gosirmetê û çavsoriyê binêrin.
Wezîrê hundur, Beşîr Atalay di 06.05.2009an de di daxwiyaniya xwe, di derbarê kuştî û kesên sûcdar de got: Hem ölen korucular var hem de zanlılar arasında korucular var ve silahlar da korucu silahları. (Him cerdevanên kuştî hene, him jî di nava tawanbaran-sûcdaran de cerdevan hene, û çek jî çekên cerdevanan in)
Wezîrê Tirk yê hundir, Beşîr Atalay bi axaftina xwe îtîraf kir, ku çek û sîlahên cerdevanên komkujî li dijî xizmên xwe pêk anîne, yên dewleta Tirk bi xwe ne.
Malbata Qoro ne ku ji xwe û hêza xwe ev bûyera pêk anîne. Ew bi hêz û alîkariya dewleta devrût wisa bê sînor çavsor bûne.
Malbata Qoro bi çekên dewleta devrût 44 hevwelatî kuştin. Kî berpirsiyarê vê kiryara teroristî ye? Ma ne dewleta devrût bi xwe ji vê kiryara hovane berpirsiyar e. Caşên malbata Qoro dixwestin bi kevirekî li du çûçikan bixwînin, ango xizmên xwe ji kokê ve qir bikin, ziha bikin û kuştiyan jî bikin hustuyê PKKê. Lê ew xweziya wan ya dawîn di qirika wan û dewleta devrût de ma.
Ev çend roj in, çapemeniya Tirk di gundê Zanqirt de kon ji xwe re vedane û ji sibê heya êvarê li ser vê bûyera hovane nîniyan di biwara civaka Kurdî de dibêjin û dibilênin, li tiniyan dixin. Çapemeniya Tirk ji xêncî karê çapemeniyê her tiştî dike. Ew seriyan bi agahdariyên derew gêj dike. Kurdan bi tevayî gunehbar dike, naletê li tore û eşîretan tîne, lê bi peyvekê balê nakişîne, ser siyaseta înkar û îmhayê, nabêje ku sedemê vê nezanî û cehaletê siyaseta wan î rûreş bi xwe ye, ya ku ew ji dema avakirina komara wan ve bi zanebûn û sistêmatîk li dijî civaka Kurdî bi kar tînin.
Generalan di serê Tirkan de aqil nehştiye. Aqilên Tirkan ji lêvên derwîn yên generalên wan e. Generalan wisa li gelê xwe kiriye, ku Tirk him aqil kêm bin û him jî bawer bikin, ku ew dikarin aqil bidin dinya-alemê. Ji bo wan Kurd ew in, yên ku zarok, jin û mêran bi hovane dikijin. Peyayên siyaseta Tirkî niha bi hemû hêzên xwe lê dixebitin, kirinên xwe yên bi qirêj li dijî Kurdan veşêrin û ji cîhanê re bibêjin, ka werin, temaşe kin, Kurd ev in.
Tirkan pergala-sîstema cerdevaniyê ava kir, ku Kurdan bi destê Kurdan qir bikin. Jixwe ew di vê siyaseta xwe yî gemar de qonaxeke mezin jî bi ser ketine. Mentalîta kevneperestiya Tirkan ew e, ku bi gotina wan “iti ite kırdırmak” ango “kûçikan bi kûçikan bide şikandin” e.
Dîroka Tirkan bi kirête. Cîhan qîmeta pênc qurişan nade wan. Lê Tirk xwe di eynika-neynika dêwan de dibînin. Tew di ser de jî xelkê biçûk dibînin û wan wek se û kûçikan binav dikin.
Pergala caşan bi destê Turgut Özal (berê serokwezîr paş serokkomar) di sala 1986an hate ava kirin. Dewleta devrût goya li dijî terorê, bingeha terora cerdevaniyê li dijî Kurdan da ava kirin. Dewleta devrût pergala cerdewaniyê ji dîroka xwe yî nepaqij û ji dewletên Amêrîka Latînî kopya kir û li dijî Kurdan bi kar tîne..
Li ser hovîtiya mala Qoro pir îdîa hene. Pirsa namûsê, tore, erd-erazî û kirinên reş. Lê di rastiyê de Tirk ne tenê hevparê vê komkujiyê ne, ew gunehbarê vê qetliyamê ne. Ev caş bi destên wan hatine xweyî kirin, ew vê hêza xwe ji pergala wan digirin.
Kurd ti demê di dîrokê de bi tiştekî wisa hovane ranebûne. Heger meriv hinekî dîroka Kurdan tev bide, di şerên malbatan de li ser çi sedemê dibe, bila bibe, jin û zarok di nava meselan de tinin. Ev zîhniyetke nû ye, qeydeke nû ye, bêbextiyeke nû ye, ku malbata Qoro bi ayîkariya dewleta devrût bê awarte-îstîsna mirovan li Kurdistanê dikujin.
Pir malbatan li Kurdistanê li hemberî hev şer kirine, lê ti carî dest neavêtine zar û jinan. Tew di hin mijaran de ger pêwist hatibe, ew malbatên dijminên hev li namûsa hevdû jî xwedî derketine. Kurd di dîroka xwe de ti carî bi kiryareke bi vî awî kirêt nehatine.
Kî çi dibêje, bila bibêje, ev komkujî ne ya eşîrtî, tore û ne jî ya namûsê ye. Ev qetliyam encama hovîtiya polîtîka dewleta devrût li ser Kurdan e.
Heya dewleta devrût pergala cerdevaniyê berdewam bike, Kurdan bi Kurdan bide kuştin, tovê berberîtiyê di nav yekmalbatê de biçîne, dest ji siyaset û pilanên xwe yî gemar ji bo hilweşandina civaka Kurdî neberde, komkujiyên weha ji pêşî ve programkirî ne.
Ez gazî siyasetmedarên Tirkan dikim û ji genaralên wan re dibêjim, êdî bes e, Dest ji vê ehmeqîtiya xwe berdin. Hûn bi van lîstikên xwe dîroka gelê xwe gemar dikin, gel û neteweyên cihanê nema çavan li vê hovîtiya We digirin û … Çiyayên me ji top û tankên we bi hêztir in.
Almanya, 13.05.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…