Daxûyanî

Tevgera rastiya Kurdistan Sûriyê radîgihîne, ku ewa wek rêxistineke serbixwe nema kar dike û ewa bang li rêxistinên xwe û cemawerê xwe dike, ku ewanan  tev el – Partî bibin.

Keç û lawaên gelê Kurd…hêzên siyasî û raya giştî ya dêmokrat!
Gava ku “Partî Dêmkorata Kurdistan” li Sûriyê hate damezrandin, zor û setem li ser gelê me di navîna sedsala borî de pirtir bûn, ji bo avakirina tevgereke siyasî li ser du stunan ( el – Partî dêmokratî – kêşa kurdî ) û li ser  bingeheke telbîzkirî hate çêkirin. …Navbendên şovînî yên destlatdar ji dayikbûna pirojeya me ya netewî û dêmokrat pir tirsdar bûn, lewra jî ewanan xwestin bi tirsê û bi hemû karên ajenî û nokertî van stunan ji hev bişelînin,û zordariyê li partî bikin,ta ku  kanibin kêşa kurdî

jî binçal bikin.

Di rastiyê de şovîniya Ereb giha armancên xwe û ewa bûye sedema dabeşbûna partî û avakirina borandineke siyasî di terma partî de, lê  Kurd jî ji aliyê xwe de ta niha  nikane xwe li dijî siyaseta dijmin bike yek….    .Ji ber ku temena tevgera me nîzîkî 50 salî bûye, pêwîst e em wek pêşengên siyasî, rewşa niha bi wijdan zelal bikin û  naveroka wê bipîvin, û em li gor mercên heyîn jî û li ser binaxa rêbazeke rêalistî bi rewşa siyasî re bidin û bistînin, ta ku em rastiyê jî, û şaşiyê jî di  pêvajoka xwe ya siyasî de eşkere bikin .Herweha pêwîst e em di vê heyamê de rolek erênî ji bo gelê xwe … yê di nav  pîlanên kesên din de bê çare maye, bilîzin .Divê em vê borandina xwe ya ku, li ser me giran e, li şun xwe bihêlin û bila ev gava bibe wek proveyeke serastkirinê, kanî em di riya rast de herin, ev riya jî YEKITÎ Y û tevlehevbûna hêzên  ku nîzîkî hevin,ta ku partiyên hêzdar werin avakirin, û ewanan bibin motika lêvegerek kurdî ya rewa,û bizava me  bi giştî hîn xurtir bibe.
Xûşk û bira !
Li gor parola ma ya stratîcî: Ji bo hevdîtin û yekbûna rêzên rêxstinan,ji ber ku, em pêwendiyên navnetewî têdigînin ..ta ku em li gor guhartinên bûyer û sênaroyan li Rojhilata Navîn û h.w.d. û ta ku em ji heyama siyasî ya îroîn li Sûriyê ,û ya ku bere guhatinê de diçe, sudê wergrin..ta ku em sudê ji taqekirina dêmokratiya yekbûyiya  çawayetî ya birayên xwe li Kurdistana Îraqê bibînin, ta ku em riyekê bibînin, ku ew riya, me ji teramerayê rizgar bike… ji bo rêzdariya rastiyê  û dîrokê  û cemawerê me  yên ku li bendewariya  yekitiya bizava kurdî ne…….  . û piştî em bi awakî gelemper li bizava xwe ya rêxstinî û siyasî û yên bi waneyên xwe dewlemend  bi çavên rexneyî vegerîn….û ji ber ku, me hîn di destpêka tevgera xwe de (tevgera rastiya Kurdistan -Sûriyê )  de goti bû, niyaza me tune ye,ku em partiyeke nûh bi ser hejmarên      partiyên xwe de zêde bikin ….me lêvegereke rexneyî ji taqekirineke partiyetî  û siyasetê re kir û paşê me van biryarên jêrîn standin .1- Pêwîst e hemû rêxistinên tevgera me(Tevgera Rastiya Kurdistan –Sûriyê ) xwe wek rêxstinên serbixwe nehêlin û li gor awayên  partiyetîyê  û rêxistinî tevle ” Partiya  Dêmokrata Kurdî li Sûriyê – el – Partî – bibin, û di nav rêzên  wê de û li gor rêbaza siyasî û rêxstinê yên vê partiyê bixebitin,û eger hin pêşniyar li nik hevalekî an li cem rêxistineke me  hebe, riya rastir ew e; ku ewanan di civat û konfiransên duhatî de danûstandinê li gor berjewendiyên giştî bi hev re  bikin.
Em ji hemû kesên civaka xwe(welatparêz,ronakbîr,dostên me û bi taybetî ji hevalên xwe yên duh û nîzîk lava dikin ku ewanan bi berpirsiyartî li xwe vegerin û bi hişmendî pîvanan bikin.
Me bê merc xwast xwe tevle partî bikin, ta ku em wê partiyê xurtir bikin, û ev nirîna me ji zû da ye, û me ji bo wê jî û ji pir salan de bi hemû vîna xwe kar kiriye …pirsa ku em niha li ser radiwestin wek nameyeke çarenûsiyê ye, û ewa berhema xebatên me ye, ewa encama têkoşîna me ya siyasî ye,û divê em bi hemû hêzên xwe berxwebidin, ku em pirojeya siyasî ya gelê xwe biserxînin.
Li dawiyê em mafê didin xwe, ku biçespînin ku el  – Partî di pêvajoka xebata xwe de mêlg kiriye, ku ewa dibistanek e û wê kanî bû li ser hêmanên siyas, cihwest rawestiya û ewê kanî bû  hemû heyamên dijwar derbakirina, û armancên dijminan têkdana, lewra jî erka me ye, ku em piştvaniya wê bikin, ji ber ku,  ewa pirtir kane pêşerojeke dadwerî ji me û ji niweyên me ra hûne rojevê, ewa kane kêşa me pêşda bide … ji ber van jî  em bi her kurdekî rûmetdar re dibêjin, ku ewanan li zemawenda me ya dîrokî (zemawenda vegera cem partiya me ya dayik) beşdar bin, ta ku “el – Partî û kêşa me ” di nav me de hêztir bibin û em kanibin mafên xwe yên netewî û welatparêzî  niha jî  û piştî guhertinên  dêmokrat li Sûriyê  biçespînin.
 Bila win û gelê  me û em hemî bi hev re di RIYA HEVDÎTIN Û YEKITIYA RÊ ٌRÊXISTINΠ  DE bibînin , ta ku hevkêşiya bizava me ya siyasî herdem di cihê xwe yê pîvayî de bimîne.
           
25. 09. 2006
Tevgera Rastiya Kurdistan – Sûriyê         

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…