EZ EVÎNDARÊ TE ME ESMERÊ


 Demhat Dêrikî

Ji wê dema  dîtina te ez birîm û
di nava caniya xwe de pêşkêşî kirî
sorgulên ji bêhna min
çiya bi çiya digerim
û li ser hemû zinaran bi xuhdana nalînên evîna te
hêdî hîdî
dilop dilop

navê te dikolim esmerê.
Erê,ji wê dîtinî
ji wê şewqvadana girnijîna te
min pirtûkên eşqê û destanên hezkirinê gorî vekirina dergehê dilê te kir.
Min ol û êl gorî şevên te kir û
peyvên ji ferhenga poşmaniyê li ser sînga te şewitand esmerê.
Êdî rêpîvan tu bûyî
Rêbaz û zagon tu bûyî
Dibistana dilê min tu bûyî û ez xwendekarê sirûşta te bûm.
Esmerê
va kîte kîte
peyv peyv
hevok hevok
ji ferhenga evîna te ava dibim û
ber bi şevbaş û êvarbaş û dembaşên te yên gulgulî ve têm esmerê.
Va ez têm û nexeme ku di aşê gotgotkên xelkê de bêm hêrandin.
Ne xeme ku navê min bikin tawanbarê bajar û bajarokên xwe.
Ne xeme ku bêjin tu ne ji meyî,ne ji jîna me yî.
Jiber te ev dil bir
Te av da
Te mezinkir
Te di dilê xwe de kir dil
Lewma evîndarê te me esmerê.
 
 
demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…