koçên min li kavilên te wenda bûn

 
yasîn hisên

ma tu bi ku de diçe…?
ez bi salan li dergûşa salên teyî gulgulî digeriyam
da wan bihejînim
pîneyên cilê xwe vedişêrim
perîşaniya xwe zengîn dikim
te dikim çixarak bê dawî
te dikim tirî û hejîr
ez te bi wan re kom dikim li ser rûpelekê….û wê diçirînim
hêdî hêdî…gelekî dûr meçe
vaye di tîrmehên van salên beht jî çavên min şil dibin
koçên çûçikan ..li qelenê çîvçîva xwe digerin
 em jî li bendîxana xwedê li peravekî digerin
tu jî di hêka xwe de …azan dide…
mane
devê me hatiye girtin
mane zimanê me çewt bûye
mane sitranê Bavê Felekê li me bûne hesret
mane (xezal)- (eyşana Elî)-Zerga)- Bêrîvanê) …li cem me neman
û ez ji bi wan re di malzaroka xwe de …dînbûm

de were
koçên xwe bi min re bi rêke
ber bi dînîtiyek din ve
emê herin welatê te
û bi kedek rojhilatî
ezê du diyariyan bi xwe re ji çavên te re bînim
yek
 ramûsanek û parîk nan û çar çixare
dido
pênûsekê da bikaribim pê tifek mezin li jiyanê bidim…

herdû hêvîyên min bi rê de ji min ketin
dibûne  dibûn du sêvên Efrodêt
û ….min bi şahnazî
bişkoja lêvêd te vedikirin
diketin zembîla xwedan
û li ezmanê welatê te ji goşiyên xwe dihatin xwar…!
Min zincîr duguvaştin
Min pûkên zivistanan dikirin bi qurbana te…
Erê…..
Ger tu xarek baya
Mine te bi cane xwe re

Bi hûnaya…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…