Deh piyal û peyamek (Helbest)

 
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Hêlîn

Bi vê evîna delalî,
bi her du dilên hevmalî,
bi nerînên ko şev û rojan li hev xwedî ne,
bînahî ji te re hêlîn e.
Eger ew gerim li te hênik bibe
an hindik bibe,
ez ê dilê xwe ji te re bikim palgeh
konê porê xwe li ser vegire;
bila tiliyên min
şeva wî şeh bike.
Qitîtk*

Buhar ji çavên te re nimêj dike.
Sibeh jî dixwaze rengê dilê te bipoşe.
Tilî, biskên pirsan ji ser dêmên te didin alî
û her hêvî di nerînên te de têne dîtin.
Vê sibehê li ber wêneyê te rawestiyam
pê re peyivîm,
bi lêv û diranan re keniyam.
Çena piçûk çi xweş e,
wê bidim ber gezên hênik,
gerdenê bihin bikim,
û tiliyan têkim nav porê şeva ko li henaseyên min geryayî ye.
Kevanê ebrûyan pirsan divirînin,*
qitîtkên dêman,
hingivê stranekê diyarî min dikin.
Pişkojên guharan xalekê didin bin pênûsa min,
ew şana piçûk li ser dêma rastê,
dibe pêlek dikeve derya helbestê.
Êdî çav çi bibêjin?
Heyv û rok li rast û çepê dikenin
û navê te di tevina mejî de bi tîrêjên xwe dirêsin.

Kotirên şermîn

Bi wê zanînê,

hinarkên rûyê evînê diyar kir.
Cotek kotirên şermîn ji tirsa min û xwe firand.
Ji asîmanê derdê me,
ji lûsa sînga me,
ji birçîna xweziya me
balindeyên peyvên me berê xwe dane spîndarên girîna pênûsan
û li ser libokên genimî arezûya me nivîsandin.  

Tov

Dengê me kirine tov
di çiçikên jiyanê de çandin.
Bi wan hestên jîndayî,
bi wê hilma buhar,
bi wan destên zêrîn û çavên bendewar,
evîn di kêlîkan de
damar bi damar av dide.

Newroz

Berê min li çavên reş e,
piyala evînê di dest de dibêje;
were dil bûye zevîdar.
Gilovera volkanê navê te derdike.
Pêtî bi pêtî belav dike.
Were tu Xemê min î,
ez hêminiya te me,
aramiya bejna te me…
Agir ji dûriyê na vemire.
Sibeheke geş
wek pilingên çavên hêvîdar
dixwazim ji te re alê ji hetava dil hildim.
Roja zayîna min û te ye,
Ev roj newroz e…

Evîn

Evîna te li nav ewran,
hêdî hêdî
bû hûrbaran,
bi ser dilê min de bariya.
Va zeviya temen şînkir,
û darek jiyanê tê de çand.

Sibeh

Sibeh e,
Kenê te di çemê hênkayê de avjeniyê dike.
Navê te biskên wê şayik dike,
Aviya li ser peyvên buharan ji nerîna te diherike.
Henaseyên min ji awirên te re dibin kolan
û xalxalokên tiliyên min seyranê li baxê dêmên te dikin.

Dan

Kanî ji taya şevê derbû,
Te çavên xwe ji xewê vekir;
şivanê xewna te, li hêviya şemala zayînê bû.
Dema li dora peyama dêman li xwe digeriyam,
û li ber barana wê dilovaniyê 
Pênûsa min çend gulên helbestî di zeviya mijankan de çandin.
Hunera evînê ji birîna kevalê dil herikî.
Destê şevê ji kaniyê nabe û dilê kaniyê ji danê nabe.

Penga pirsê*

Gava dil berê xwe dide dil
çavên bendewar li ser rêka kadizan nalûsin.
Gava sînga civata stêran ji heyvê re vedibe
û perdeyên hêviyê li ber nagirin.
Gava pêlên xweziyê ji toreya evîna nixumandî rizgar dibin.
Peravên hiş ji penga pirsên dilê te siyê vedigirin.
Sorgulên kenê te cejna hevdîtinê divejînin,
û keskesora şahiya kêlîkan li asîmanê helbesta min dixemile…

Dadgeh

Eger helbest dadwer e,
evîn tawanbar e.
Perperîkên daxwazê dîdevan in,
û pênûs parêzera çalak li dadgeha dil e!
Bê agehî her du evîndar
sîwana bêgunehiyê li xwe dipêçin.

10/04/2009

 
Peyam: Name, peyxam
Qitîtk, qetîtk: Dema berê talik (petîx) dikirin tîfil û li ber rokê zuha dikirin. Zivistanê dixwarin. Ji van parçê talikan re Qitîtk dihate gotin.
Divirîne: Davêje.
Virand: Avêt
Peng: Guloka ta.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…