Agirbest nîşana sekvaniyê ye

Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

KONGIR LI ERBÎL.
AGIRBEST JI QENDÎL.
WERGIH JI ISTEMBOL .

Ji demekî de gotin heye ku biriyara li darxistina kongirekî kurdistanî li Erbîlê hatiye sitandin. Bê goman ev ciyê dil xweşî û rehetiyê ye li ba hemî kurda û taybet mendiyek dîrokî jibo kongirekî netewî kurdistanî di vê delîvê de heye ji bo gelê kurd seranserî kurdistanê.

Ev gotin jêre navê mirov ji kî zêrevanî bi pirsê wê di cîde bêjê pêwîstiyek kongir heye û gereka ku ji zûde hatiba li darxistin.
Lê mixabin tiştê ji me ve xuya wê kongir were li darxistin tenê ji bo yek biriyarê bistînê û biriya ewe ku çekê Pkk ji dest werin girtin bê ku hikumeta Turkî bi rengekî fermî wergih bi pirsa kurdî di Kurdistan bakur de bikê yanî pkk çekê xwe deynê ji alîkî de û ne beramberî tiştekî.
Di baweriya min de çi kongirê werê li darxistin bi navê kongirê kurdistanî û Pkk têde ne amadebê wê nebê kongirek kurdistanî. Dûvre wê bi çi mafî ji Pkk bi xwazin ku çekê xwe deynin. Raste kurd ne dil bijokê xwînêne û kurd tucarî nebûne turolîst û ez bawerim nabin turolîst jî, ne ji îro de ji kurahiya dûrokê de.
Kengî rijîma Turkî bang li Pkk kir got ka werin hûn çi dixwazin ka emê pêk axavtina bikin bi amadebûne hin zêrevan û Pkk got na ez nakim wê çaxê wê kurd hemî rexna li Pkk bikin lê em ji Pkk bi xwazin çekê xwe deynê ev şaşîk dîrokiye û ez bawerim ku pkk  vê yekê bikê xwe di kujê.
Tim em ji Pkk di xwazin ku ew çekê xwe deynê çend carî Pkk agirbest kir lê tim rijîma Turk ew agirbest bi hesin û agir pêşwazî dikir. Gelo çima em ji Rijîma Turk na xwazin ku vegerê ser masê û pêk axavtina bi Pkk re bikê em hemî dizanin û Turjî di zanin ku sed salê dî bi şer nikarin pkk tinebikin û dawî wê li pêk axavtina vegerin. Hêviya me ewe bû ku kongirek kurdistanî werê li darxistin û pirojeyek ji bo paşeroja kurditsnê werê raxistin li ser masa kongir û bi amadebûna hemî rêxistin û komelê kurd li seranserî kurdistanê ez bawerim ev hêviya her kurdekiye li ser rûyê erdê.
Wa Pkk agirbest kir gelo hîn vexwendina kongir li Erbîlê li dare û wê kongir werê li arxistin nexasim piştî ku serok Erkanê Turkî wergih bi hebûna kurda û girêlayên li çiyê kir û ev cara pêşiye ku Esker gotinek wesa dibêjin  ( gotin ya serok erkane. Dewlata Turkî dewleteka fere netewe kurd hene û Ereb hene û Ezerî hene û li ser girêla jî wesa got: girêlajî wek me mirovin ewjî xwedî kes û Karin) gelo  Wateya vê gotinê çiye…!?
Ez bawerim hikumeta Turî giha beriyek kutebir ku ew bi şer nikarim Pkk tunebikin ji lewma serok Erkan wesa dibêjê û piştî sed salî şer bikin wê dawî li pêk axavtina vegerin û wê li ser mesaekî bi Pkk re rûnin.
Li ser gotina wî gelo ew girêleyên ji bîstû pênc sala de di jiyana çiya de dijîn ewjî naxwazin ku xwedî mal bin xwedî zarok bin malxwê yê mala bin ma raste ew jiyan bi wa pir xweşe ma ew ne jibo ma di wê jiyanê de dijîn aya raste ku ez ji wa bixwazim çekê xwe deynin û polî poşman vegerin malê xwe. Ma ev çi çawdarin em pê badikin û gereke em newas pîvanê bikin.
Wek do tê bîra min dema ku Mam Celal di salên 1987-1988 an de em li Şamê bûn ji mere digot gerek kurdê Sûrî hemî bibin hevalê Pkk û herin çiyê û heger ku ez cortbam ezê bûbam hevalê Pkk û di sala 2000 an  em çûn cem Mam Celal em wefdê partiya çepê kurd li Sûriya bûn  cardî Mam Celal ji mere got çê nabê em û ne kes ji kurda şerê Pkk bikin ji ber ku pkk partiyek nezine û ji parçê mezine û vê partiyê şaxê xwe berdane nava milet gerek em piştgêriya wê bikin.. wê çaxê me ji xwe re digot çima Mam Celal wesa dibêje gelo kama wî ji vê çiye çima di xwazê berê me teva bidê kurditsana bakur..!? va îro Mam Celal cardî ji me dixwazê ku em pêre bêjine pkk ka çekê xwe deynin bê ku Turk tiştekî bidin we û bê ku wergihek fermî bi we bibê û em ji wan re bêjin li me bi bûrin ev çan sale hûn di çiya de û ev çend sal ji temenê wê çûn û mejî piştgêriya we dikir û me alîkariya wejî dikir lê bese vegerin malê xwe bi Xwedê wekala nim û webê nema Kurdistan çê dibê wa ez bûme serokê Êraqa Federal vêce ez bawerim ev besî meye hevalno ma hûn çi dbêjin…..!!!???
Çimkî wek hûn dizanin dem û çaxê Maw Tisîtong û Arnisto Tişî Gîvara û Hûşimîn û Kîson Fom Fî xiyan û Kîm Îl Song û…. Çû nema vedigerê gereke emjî vegerin malê xwe wan welatê xwe avakirin lê xuyadikê welatê me nayê avakirin…    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…