Kurd nêzîkî çarenûsa xwe dibin

  Arşevê Oskan

Tiştekî dûrî aqil û piransipan e ku netewek bi mezinbûna netewa kurd, ne tenê bê welat e, lê bi ser de jî ziman, çand, mûzik, kevnetor… jî bi têlên qedexekirî dorpêçayî ne. Ji bo bidestxistina van hemû mafên jiyanê û xwezaya mirovatiyê, ji berê de guh û çavên dunyayê ji dîtin û guhdanê re xetimî bûn. Ne ku kurdan doza mafê xwe nedikirin, ne ku bi dehan şoreş ranebibûn û bi deshezaran qurbanî nedabûn, lê belê ev hemû tişt jî kiribûn û ji her aliyan ve jî diyar bû. Ji pêxemberê ku em ji wan re nimêj dikin bigre hetanî saziyên mafê mirovan û yekîtiya netewan. Berovajî wê, kurd bêhtirîn gelê ku bi axa xwe ve hatibûn girêdan. Hemû nirxên jiyanê ji parastina vê axê, vî zimanî û vê nasnameyê re kiribûn gorî. Kurdan li çiyan bi salan şer kirin û li kolanên welatên rojavayê jî qîriyan, lê mixabin dengên wan aso derbas nedikirin û nedighaşt guhê kesî. Çi bi mebest û çi jî bê mebest.
Îro rewş ne rewşa berî bîst-sih salan e, em dibînin ku ji Amerîkayê bigre hetanî Europayê, di kêlîka yekem de li serpêhatiyên me hayê dibin û yekser me dispêrin rewşa berjewendiyên xwe û bi taybet piştî qonaxa rawestandina şerê sar û rûdana çend tevgerên terorane ku berjewendiyên wan welatan xistine metirsînê. Li vir kurd dikarin wek derfet jî ji xwe re keysan wek şensekî bibînin û wek berawerdî jî ji bo hebûna netewa xwe bikar bînin. Gelek kesayet û sazî hene ku ji kurdan bêhtir doza mafê kurdan dikin û carcaran ji bo van helwestan tên darizandin. Ev hemû jî nakeve warê fermiyetê, lê ji hêleke din ve, a ku hîn giringtir e, welatên Europayê û Amerikayê êdî nasnameya kurdan dipejirînin. Li welatên xwe zimanê kurdî wek zimanê xwendin û nivîsandinê qebûl dikin û ev bi xwe gavek erênî û serkeftî ye. Ne ji valahiyê tê, dema ku serokê Amerikayê tê Tirkî û li mafê kurdan mikur tê, lê welatê kurdan napejirîne, ew jî li gor siyastê tiştekî normal e, wa li Îraqê jî kurdek bûye serokê hemû iraqiyan, ji wî re jî Kurdistanek serbixwe û sînorkirî nayê pejirandin. Sedemên ku van tiştan heye, di baweriya min de ji ber rewşa dunyayê ku gelên cihêreng bi awayê federal dikarin bi hev re bijî û aliyê din berjewendiya van dewletên serdestî dunyayê ne, ew jî dikeve bin bandorê û rolê dilîze.
Berê mafê kulturî jî ji kurdan re nedihat pejirandin. Vekirina radioyeke kurdî li welatekî wek Rûsiyayê dibû bûyereke mezin û binpêkirina rûmeta dijminên kurd dihate dîtin, lê îro ew dijmnên kevnar bi xwe radio û TVyan vedikin û bi kurdî weşanê dikin. Ev hemî destkeftiyên dîrokî ne ji bo naskirina nasnameya kurdan. Li vir dixazim diyar bikim ku berdewamiya tekoşîna kurdan û lihevhatina wan rolekê mezin dilîze. Em di gelek rûdanan de dibînin ku kurd jî wek hev nafikirin, ev mafekî gerdûnî ye ku her girûpek wek xwe birame, lê ya giring nasname hevbeş e. Ji bo bidestxistina nasnameya netewa, kurd hemî dighêjin hev, li hemû derên cîhanê jî wisa ye. Cegerxwîn di helbestek xwe de dibêje: ”Em darekê diçînin deh sal, em jê naxwin ji zarokên me re dibe mal” Piştî bi sedan sal in ku ev gel li ser piya ne, dê bighêjin mafê xwe û ew jî dê rojekê ala xwe li ser baniyên xwe liba bike, lê dûr an nêzîk be, dê ew roj bê.
12.4.2009      

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…