Doza kurd…dozeke niştimanî ye, û çareserkirina wê jî niştimanî ye..

  Dîmuqratî *

D ibin siya pêşketinên ku herêma me têde derbas dibe, a ku akama xwe li ser pêşketina doza kurdî jî kiriye bi giştî, ji ber wê doza kurdî li sûrya wê jî gavin giring ber bi pêşde avêtin, ev doza ku inkara hebûna wê dibû, û li ser dihate nixumandin , û piştî ku tenê weke dozeke di nava kurdan bi tenê de bû, îro bûye cihê balkêşiyê û giringiyê ji bal hemû hêzên niştimanî û siyasî di Sûryayê de. Û çêbûna (ragihandina dîmeşq) yek ji wan guherandinên mezin bûn. Ev Ragihandin a ku cara yekê ye li Sûrya tê sazkirin û di nava xwe de piraniya hêzên niştimanî û dîmoqratî dighîne hev, tevî nerînên wanî siyasî û netewî, û di nava wan de jî hêzên siyasî kurdî ên xuyanî, da belgeyeke siyasî deynin
daxwaz jê çareserkirinek dîmoqratî û dadwerî ji bona doza kurdî li Sûrya, û weke ku di daxuyaniya sekretariya giştî a Ragihandina Dîmeşq de hatiye (tu bersivên lihevhatî nehatine li ser van siyasetan mî
a ewê ku hêzên kurdî ê xuyanî pê rabûn, bi tevlêbûna wan di nava Ragihandina Dîmeşq a guhertina niştimanî û dîmoqratî, ji ber bîrûbaweriyên milet yekin, û derketin jî yeke da bighên azadî û dîmoqratiyê û desthelata yasa û welatperweriyê).
Û li vêde, divê ku bête gotin, ku baştirîn kar ji bona hêzên kurdî ên ku neketine nava (Ragihandina Dîmeşq) de, ku têkevin nava wê de û alîkar û piştgir bin jêre, ji ber ku bi vê tevlêbûnê, hêza (ragihandina Dîmeşq) xurttir dike, û ji ber ku ev Ragihandin doza çareserkirinek dîmoqratî ji bona doza kurdî dike. Û ji hêleke din ve, bi tevlêbûna xwe ji Ragihandina Dîmeşq re bêtir beşdarbûna kurd di nava vê koma niştimanî mezin dike, a ku teqez xizmeta doza kurdî bêtir dike, û bêtir xizmeta xebatê dike ji bona gihandina jiyaneke dîmoqratî. Û li vir, divê ku em nîşan bidin li ser meselak giring, ew jî ewe: gava ku hinek bêjin ku tiştê Ragihandina Dîmeşq ji bona kurdan pesend kiriye kêmin, lê bi ne beşdar bûna wan û rexnekirina wan ji vê Ragihandinê re tu sûdê li kurdan nake, û dibe ku têkeve xizmeta şovonistan de.
Ji demeke dirêj de, û ji pêşî de partiya me doz dikir da doza kurdî bibe dozeke niştimanî Sûrî, û tu çare jêre tune ye ji bilî di çarçewa niştimanî de, û kurd naghên çareserkirinê bêyî piştgirî û alîkariya civaka Sûrî û hêzên wêyî niştimanî û dîmoqratî, ji ber wê, partiya me ji demeke dirêj de karin mezin kirin ji bona avakirina pirên gihiştinê di navbera kurdan û hêzên niştimanî de, bi rabûna bi semîneran û civînên lêkolîniyê û gengeşeyê. Armanc jê ew bû danasîna doza kurd ji hêzên niştimanî re, û rastiya vê dozê ji wan re belû bibe, û ew krarên ku kesên şovînî dikin ji bona vê dozê bi şewihînin, ji civaka niştimanî re bidin xuyan Û ev karê han berba neçû, û encamên wê giring û mezin bûn. Û ev guhdan û alîkarî a bi pirsa kurdî dibe, yek ji encamên wî karî ne.
Û îro jî, ew bizavên çewtkirinê nehatine rawestandin, lê pirtir û nuhtir dibin û her carê bi şêweyekê bêbext û dekdar derdikevin, da vê pêşketinê ji rê bibin, û wê rawestînin. Ji ber wê divê miletê me û tevgera wî a siyasî bêtir hişiyar be, da nekeve kelemin hinek dixwazin kurdan lê rast bînin.

* Rojnameke mehane ye partiya dîmoqratî pêşverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (6)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…