Husên M. Hebeş
Damarên dilê min zuha bûne
Were, kenê xwe têde biherikîne,
Da ko nerizin û zûtir nemirin.
Were, bişkokên çîlek û gilyaz û sêvên xwe veke,
Û bi ser min de dilxwaziyên wan diwerivîne,
Da ko xuxuma sûlavên min, te dûr… dûr birevînin
Li ser doşeka hiriyê di sînga malê de rûne,
Bila wek gulesorekê xwe ji me re veke
Û xwe bi me nerm û germ bike…
Were, em ji hevîrê hev in,
Xweda em ji ardê xweşikbûnê stirane.
Em ji hevdû re çêkirine.
Em peykerê hev in.
Were, karwanên xwe di şîqiniya ewr û brûskên min re derbas bike, da ko ez di mija te de bitevizim û bimeyim…
Were, çireyên niyaziya xwe vêxîne û nêzîkî stêrk
Û gelewêjan bibe,
Da ko lajwerdiya te rûyê zemînê bixemilîne….
Were, xemgîniya ko bi salan li dilê min girtiye rêşke,
Da ko dildariya xwe
Wek çirûskên azadiyê ji te re biteqînim.
W
E
R
E.
Tu çemê şahiyê yî
Tu kulîlka heyamê yî
Tu festîvala çivîk û perperîka yî
Tu cêwiya jînê yî
Tu çêja devê bax û baxça yî
Tu jinek bê dawî yî û ti kes wek te çênebûye.
Di çavên te de ez diperpitim
Û di ewrên te de winda dibim
Were, mijangên xwe bi giyanê min kilde
Û lêvên xwe bi xwîna min rengîn bike
Were, hirmiyên xwe, hilperikîne devê min
Û gewriya min bi şîrê şêrîn şil û nerm bike
Were…
Salên bihurî me ez
Xweliya poşmaniyê û serdarê şevreşiyê me ez
Were, biskên xwe yên komirî raxîne ser milê min
Û bi axaftina goştê xwe min bikelîne.
Were, têkeve koşikên min, û neynûka mirinê
ji hinava min bikşîne, da ko tîrêjên rokê di laşê me de hişîn bidin û lerzokên nazik bihêztir bibin….
Were, her tiştî li şûn siya xwe bihêle
Û ji sawîrên tirsê peya be.
Bihêle keroşkên te kedî bikim
Û li ser sînga te bê dawî xilmaş bibim
Û … bila bêhna min wek bêhna rîhanan biherike deziyên kirasê te û di borikên te de bitevize.
Bihêle, ez dibêjim tu… kûr û kûr tu…
Were, da ko dilê te bi gulekê biqelişînim…
Bihêle ez ji te re nalîna
Va êşa xwe,
Va birîna xwe,
Va nexwaşiya xwe
Û va tarîtiya xwe…
Wek sirûdan biseridînim
Û pêlên bi keser li newqa te bigerînim.
Bihêle, Da ko ez di talda germbûna te de
Sarbûna xwe bişewitînim.
Min bêriya lîstikan kiriye….
Were, bi şewqa xwe ya şêrîn,
Bi dengê xwe yî mîna dengê çivîkan,
Bi xilxala xwe,
Bi bazindên xwe,
Bi guharên xwe,
Bi herdu bîhokên sînga xwe,
Bi dengê axînên xwe yên di nîvê şevê de
Di rêçên ordekan re,
Di ser xêzên cîhanê re,
Di firtûna zîpikan re,
Di bin şewqa stêrkan re…
Were, bi bêhna beybûn û binefş û lale û nîsanok
Û sosin û şîlan û berberok û adarok û gangilok û stêrgul
Û nêrgiz û bi hemû kulîlkên erd û ezman…
Bîranînên te,
Semagerî û govenda te,
Poşmaniya te,
Rêwîtiya te,
Perrên te,
Sencên deverên te, kolanên te, nexşên te, bajarên te…
Êzingên agirdanka te,
W
E
R
E.
Tu dilbira min î
Tu hişfira min î
Tu dilkuja min î
Were, terafa dilê min hêgin bike, û bi dirask
Û neperûşkên xwe, wêneyên şevê biçirîne.
Were, bi zehvbûna xwe, bi meyweyên xwe,
Bi çopiyên xwe.. min bikerisîne.
Were, bi qulingên xwe, bi tîtiyên xwe,
Bi perzerkên xwe, bi kevokên xwe, bi bazên xwe,
Û bi hechecîkên xwe… min bifirîne.
Were, bi lîliyên xwe, bi çepikên xwe,
Bi destmalên xwe, bi valsên xwe, bi wergera liva dîlana xwe, min bike zaveyê awazên xwe.
Were, bi giyan tenikiya xwe, bi hest tenikiya xwe,
Bi çêj tenikiya xwe…
Û bi vebrûsandina cemazên stûyê xwe…
Were li ser sewkiya dilê min, xinava xwe bibarîne.
Were, bi hemû tiştên xwe, rabe, rûne… xwe gilover bike, Li ser zik… li ser piştê… li ser çogan..
Serî di nav destan de.
Bi hemû aliyên xwe…
Were li derdore min gulan geş bike
Û hestiyên min pişaftîne.
Tu hişbira min î
Tu dilbira min î
Tu hişfira min î
Tu dilkuja min î
Tu nifira min îîîîîîî….
Û bi nirîna çavên te re,
Darên seranserî deşt û çiyan kesktir dibin.
Tu kaniya dilşadiyê yî
Tu..
Tu..
Tuuuu…
Bi henasên xwe
Bi sersemayên xwe
Bi ziraviya xwe
Bi dîlokên xwe, were.
Were, aliyên min û xwe… di dawa dilbijînê de
Bê veger bişewitîne,
Bişewitîneeeeeeeeeeeee
Lê
Bêêêêê veger
W
E
R