wê ji nû dîrok we re nivîsandin

Azer Osî

Avdarê dîsa xwe di vê salê de û di 21 yekê de rengekî mîna rengê xwezaya Kurdistanê û rengê xweyî xwezayî yên, kesk, sor, û zer   li çar perçeyên kurdistanê dest nîşan kir û diyar kir ku sînorên çêbûyî ti wateyên wan tûne ye..kurdan tevî her cûreyên dagikeran Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kirin. hemû tişt didin xuyanîkirin ku wê ev sal bibe sala kurdan yanî bibe dest pêkeke giran biha ji boyî çareseriya pirsgirêka kurd û bi taybet li perçeyê kurdistana bakur:

Di vê Newrozê de her tişt teqiya û gelê kurd li bakurê Kurdistanê mîna lehiya avê ber bi qadên Newrozan ve çû, tirs şikiya, xwe naskirin çêbû, hemû derewên ku lê dihatine kirin ji hêla partiya AKPê ve hate eşkere kirin û wekî ku xuya dibe pirê Êlên kurdan wê di vê hilbijartina 29 ê Avdarê de dengên xwe bidine xwe yanî bidin DTP ê. Piştî hevqas ked û xwîn ku ya kurdan tevî hev bûn wê di 29 ê avdarê de bibe ronahiyeke geş mîna ronahiya Newrozê….hege Dewleta Tirk di bin rêvebiriya AKPê de lîstikên qirêjî nekin wê gelê kurd encamên hilbijartinê bi dest bixe û pirê şaredariyan birêve bibe, û wê ev yek bibe gaveke mezin ji boyî hilbijartinên parlemanê Tirkiyê di dema dahatûyê de, wê çaxê wê her tişt li pêşiya serok wezîrê Tirkiyê Erdoxan we re girtin û nema dikare bibêje 75 Endamên min yên kurd hene….
Îro rêberên gelê kurd yên DTP ê di nava gel de, cih digrin û bi hemû pirsgirêkên gel ve mijûl dibin, yanî her tişt hev temam dike, û tabloyeke rengîn mîna rengîniya rengê Newrozê derdixine pêş.
Ji xwe ku kurdên bakur ev Encamên baş bi dest xistin, wê bandora xweyî pozitîv li perçeyên din yên kurdistanê bike ji ber pir sedeman
ku her kesê kurd wana dinase, ya herî girîng Tirkiya dixwaze bikeve yekîtiya Ewropa û ji bo bikeve yekîtiya Ewropa divê Encamên ku wê kurd bidest xin wê nikaribe paşguh bike, ya din wê Ewropa bi xwe encamên van hilbijartinan pesend bike, yanî wê nûnerên gelê kurd pesend bike.
wekî din Dewleta Tirkiya wê rast teqîn li van tiştan binere yanî wê nema bi poz bilindî binere, wê nema karibe wan gefan bike, wekî ku Erdoxan digot: yek ziman, yek Netew, yek al û …….
çawa dewleta Tirko di Zap ê de pelixî û li ser destên şehsiwarên kurd û hêzên parastina gel lêdaneke dijwar xwar, wê dîsa di van hibijartinan de lêdaneke dijwar bixwe û ji axa kurdistanê ya pîroz û pîroz bûyî bi xwîna keç û xortên kurdan bar bike
tiştê ku em jê ditirsiyan bi saya qehremanên kurdan çûn, ji ber dijminên gelê kurd di riya şerê bira kujiyê de, jiyana xwe û desthilatdariya xwe berdewam dikirin û xwe xwediyê kurdan didane nîşan dan…lê ew bi xwe dizê malê ne  û neyarên hemû tiştên me ne, wekî dîrok, Netew, kultur, çand û her tiştê ku girêdayî kurdane li çar perçeyên Kurdistanê.
Ez bawerim wê mîna lehiyê Kerwanê azadiyê di 29 ê Avdarê de li bakur bi rê keve û wê dengên xwe bidine DTPê
Gelê ku hêza xwe ji dîroka xweyî bi rûmet girtiye, ji Şehîdên xwe, ji bilindahiya çiyayên xwe û ya giring tiştê ku Erdoxan lê digeriya nema bi dest dikeve wekî ku Kurdan bi kurdan bide kuştin, yanî xuya dibe ku yekîtiya kurdan çê dibe û hişyarî gihaye asteke pir berz
Dijminên me baş tê de dighên ku bakur ji dest wan he re, her der ji destên wan diçe, ji ber vê yekê Tirkiya, Sûrî, Îran, ta bi îraqê li dijî doza Kurd yekitiya xweyî qirêj çê dikin
Lê hemû kurd dibêjin bera yekitiyên xwe çêkin, lê bera yê me jî yekitiya me hebe û hege yekitîya me hebe wê  tû kes, yan tû hêz nikaribin bi neviyên Kawa, Qazî, Berzan, Şêx Seîd, Seyid Riza, Simko, Şêx Mehmûd, û her wisa Ocellan
Gelê kurd bi yekitiya xwe hêza herî mezine, û îroj pir zana bûye û xwe baş naskiriye û di nava hestên kudewariyê de pijya ye
em li hêviya rojên xweşin, li hêviya ku kurd hemû lîstikên dijminan vala derxin
Kurdisatn wê bi  xwediyên xwe şa bibe, bi hevalên xwe geş bibe, bi navê xwe ser bilind bibe
bijî hevgirtina gelê kurd.
bijî Newroz
bijî DTPê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…