Dixwestin agirê Newroza 2009an vemirênin.

 Selah Beyro

Bê goman vê salê weku hmî salan kurdistanîyan xwe berhev kiribûn ji bo Pêşwezî kirin û gêrana aheng û şahîya bi helkefta cejna newrozê(cejna sersala kurdî) ya ji berî hezara ha sal ku Kawayê Hesin kar gelê kurd bivê cejina netewî xelat kiribû .
   lewra dema peyva newroz û avdarê tê gotin,wêneyê Kawa û xetîra agirê    rizgarkirin û bi dûmahîya çerxê stemkarî û tund û tûjîya ezdehakê nexweş û dirinde dijî gelê me kirî tênê hizir û bîrên me .

avdar teybetmendîke xwe li nav gelê kurd heye,û hatîye naskirin bi avdara kurdî, bi hemî wateyên xwe yên xweş ji hilkeftên cejin û biwîn, û şoreş û serhildanan ta yên nexweş mîna koçkirin û pîlan,û sê dardana Sembol û pêşewên miletê me yê xwe ragir.
  Lê mixabin îro di vê serdemê ragihandina hevçerx û şaristanî de,corên mendel- kirin, û çewsandina nasnameya netewî ya gelê kurd mîna miletekî netewî û kevnar ku rêja wî 15% ku li ser xaka bav û kalên xwe ye ji bal rijêmê ve neyê pejrandin .
  û her wise pilê karê regezperistî û pirojên awarte ji mendel kirin û bi ereb kirin û rewşa tengavîyê û yasayê awarte bi hêz bendora xwe liser gelê kurd bi xurtî dike,ta roja îro evê rijêmê tu gavên pêşketî di rexê gelê sûrî de bi giştî,û gelê kurd de  bitaybetî nehatine avêtin,nemaze direwşa mafên mirovan de.
Şopandina rijêmê bi berdewamî li ser çanda tund û tûjî û regezperstîyê cihê metirsînê ye li paşeroja gelê kurd û sûrî de.
Li va çend salên dawî de karê regezperestî bi şêweyekî rêxistinî dijî gelê kurd bi rêve diçe,bi mebesta birsîbûn û hejarîya parêzgihên kurd lê bicî dibin,ji bo koçber kirina wan bi kotekî, bi ser wê çendê de ku hertişê bingihî amadene ji bo avakirina hemî corên pirojan ,ta nuha ev parêzgeh ji hemî pirojên abûrî û febrîkên seqemgîrîyên civakî bê par maye,derhênana fermana/49/a.
û kuştina kurda li avdara2004a.û pahîza2007a.û êvara newroza 2008an.
û xirakirina cihê hovkê komên newrozê ,û dest serkirn û binpê kirina hemî cilk û bergên ku bi nexş û wêneyê ala kurdistanê hatine çêkirin bi şêweyekî dirinde , ew karê çewt û dûr ji şaristanîyet û pêşketina hevçerx, wê bibe bilindbûna hestê netewî li ba gelê kurd,û ew kiryar yek ji wan xalê giringî ku me li jor destnêşankirî ye,di bawerîyên me de, heger ne ji hatina her/5/ balyozxanên ku ji bal Dr. Ebilhekîm Beşar sekreterê komîta navendî,ya prtî dîmuqratî kurdî li sûriya (partî )ba,ew tîmên asayîş û polis û hêzên leşkerî ku bo xaka cizîrê hatibûne veguhestin, wê newroza berêzgeha cizîrê(hisiça)mîna newroza şamê qedexekiriban û dixwestin agirê newrozê vemirênin.
  Lê bi tenê ez di karim bêjim miletê kurd miletekî mêrxas û can fida û kurdperwere, e wan destkeftên xwe yên bi xwînê qizinc kirin,tu caran li paşerojê ji dest xwe na berdin.
Bijî cejna newrozê cejna azadî û serxwebûnê.
  22/3/2009.z

Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…