Çend deng

 
Cîhad salih – waşinton

Xerîbim  ez
Ji hemû tiştan
Diroka min bûye pelek di payiza cîhanê de
Helbest
Çûk
Dara dilê min hişk bû ji derdê awazê birîna min ya reş

Kerwanê xewnên min li ber bê hate hilweşandin
Ka evîna çavan
Ew kenê rojê
Xecxecoka li ber çem
Zarok bûm bê welat
Bê azmanekî sipî
Ez im dîwarekî bê reng
Stirana dilşad û peyva  pirpirîka di nava buharê de
Hemû dem û roj bûne zivistan û
 Hilweşîn li ser pişta ba
Hawar can…. Hawar dikim
Bang dikim…
Deng  diçe û devegre li min
Ne xeme  serdem
Rojên bê
Çend sal
Çend helbest û peyv û evînek

Hingî ezê bang bikim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...