VÎNA MIN


Simko

Felek bo çî ho li min kir
Ez berdame li şûn ware
Nema kar im jêre bê jim
Vîna xwe ya j berî pare
Evîna wê dilê min sot
Ji bona wê bom  hejare
Hinav û dil agir pêda
Nema j min tê navê kare

Yezdanê vîn vîn veşartî
Xwedyê vînê ber dîware
Li ber dîwar raman dîbe
Liser vîna xwe ya pare
Kul û derda dilê min sot
Xema dixwim bê jimare
Hêvîme ji yezdanê vîn
Guh bidê peyvê vîndare

Ji bo vîna me bibê yek
Hilî nin em derdê pare
Bivîna dil bi peyivin
De bighin Memê vîndare

SIMKO
30/12/1983

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…