Pakrewan

 
bavê helbest

Pakrewan lata hebûnî dişkên li ser zor û sitem
Xwîn û canda daxwiyakir pakrewanî jiyane

Ho ….. pakrewan xwina we ya zelal di dilê bêstûn û bêxêr re diherikin, buharan li dilê şikestî şîn dike, awirên hêviya li riya pêkanînî nêzîk dike,  jînek nû li qamişlo kat dide , dîroka me bi we Zengin, bi xwîna we bi rûmetî em  rojan vedijîn , qazî mihemed, şêx seîd, leyla ciwan ta nemirên me ,riya azadiyê nîşan kirin ,kêlên we yê jîndariyê ne axa we ya hebûna jiyanê ye  li ber her kêlekê aleke , şûna her dilopê dareke .
Bi rastî destên min li bejna bakrewana nayên hev, di pesnê wan de pênûs bê taqete , û li ber bejna wan xuz dibe
Dîroka miletên rizgarîxwaz, bi xwînê hatiye avakirin standinna mafa di dîrokê de li ser neynikek ji zêr ne hatiye.  û tucaran dijmin negotiye fermo ev mafê te
 Herdem bi xwînê ye, bi zindanê ye, bi eşkence û cangotiyê ye,
Miletê me miletekî saxe, ji ber erkê xwe xwe nade paş, her dem banga rêxistinên xwe pêktîne, di dema ku pîlanê desthilatê roj bi roj dijwartir dibin, dixwazin hebûna me tune bikin, di dema ku cîhan bûye gundekî biçûk, bang û daxyiyanê rêxistinên mafê mirovan mûkî di wan de nalivîne, hemberî vê têxwestin hevgirtin û em hev tune nekin, da em karibin lêvegerek kurdî avabikin ku nûner û zimanê me be.
Divê hekeftinê de, em gurzeke gul ji yê çiyayê kurdistanê diyarî gornên pakrewanên xwe dikin , pişta xwe li ber kêlên wan xuz dikin.
Ciwantirîn silav û rêz bo malbatên wan bo, hemû tekoşer partizan û hezkerî doza kurdî,
 Ber bi welatekî demuqratî, mafê nerîn û derberînê têde parastî be
Bila sere miletê me sax be

3/2/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…