Azer Osî
Li gorî dîrokê û jiyana her miletekî ji miletên vê cîhana mezin, her tiştê ku çêbûn û yên ku çêdibin çi di aliyê nêgatîv de, yan di aliyê pozît
îv de,lê destarê jiyanê wekî xwe û li gorî her çar demsalan, bê rawestan her tiştî li paş xwe dihêle, lê di dawiyê de rengê erênî yan pozîtîv cihê xwe hiştiye û ji nifşên paşerojê re bûye mînaka rindiyê ( sembol). Miletê Kurd yek ji wan miletên cîhanê ye ku wî jî û li gorî mercên xwe pir li ber xwe daye tevî şikestinên dijwar, tevî hewldanên ji holê rakirin tevî ku ew di nava çar sîstemên kevne perest de perçe kirin, ku nasnameya wî ta niha jî pesend nakin û felsefeyên pûç di nava gelê kurd de dane ava kirin ta ku wî ji vê cîhana pan û fireh bê par bihêlin, û wî ji hemû kultûr û keleporên xwe bi dûr bixin……

gerek nake ji ber her kes dizane çi kêm çi zêde bê çi bi serê miletê kurd de kirine.
Lê ji bo her kurdekî gerek pirs ew be? ka me bi serê hev çi kiriye? li xwe mukur hatin, mêranî û camêriya herî qenc ewe, ku merov bi xwe re mêr be , ne mêrê gotinên pûç û bê wate be,ne mêrê peyvên erzan be ? ji xwe bipirse, bê çiqasî bi xwe re duriste, çiqasî bi xwe re diyalokê dike û bi dilsozî nêzî kesên xwe û xebatkarên doza xwe dibe, ne tenê ew, xwezî tiştekî jî neke wisa jî camêre, lê ne ew dike û ne dihêle xeyrî wî bikin ji ber girê xwe, zeyîfiya xwe, kîna xwe , biçûkbûna xwe…… van kesan nehiştiye ku kesayetiya kurdî ya xwezayî bi gewde bibe û her bi gewde jî bûye vana qurmê darê ji bînî de biriye, hemû tevliheviya xwe di ser merovên xwe de vala dikin.Keyse bazin, zanin di ku de bêbextiyên xwe bi kar bînin, çi li pêş û çi li paş, kîndarin û bi hemû şêweyan kînên xwe bi hostayetî bi kar tînin, ta ku dara jiyanê dara kurdewariyê her dem birîndar bimîne û ew jî felsefeyên xweyî pûç ji miletê belengaz re bibêjin. Ev felsefe ta niha yek dispêre yê din ( Beko dispêre Beko ) û qey dawî li Bekoyan nayê nayê!yanî ji ber wisa ne , bi hemû alavan, ji alavên dijmin xerab tir kar dikin, û kesayetiyên dilsozên dozê didine Erdê û xwe qehremanê her mezin didine diyar kirin, lê bi xwe ew pûçin û pîsê herî mezinin…di hizra her kesî de ku her kes wekî wî ye yanî xayîn di xeyalê wî de her kes xayîne, bêbext her kes bêbexte, derewîn her kes derwîne, gelac her kes gelace, lê tenê yên durist yan mêr ne wisa dihizirin, ji ber ew bawermendin, bi bayê jiyanê re dimeşin û ew kes bi hemû wateyan merovin û ji ber ku merovin bi camêrî nêzî her kesî dibin, ne bi fena yan bi xapandinê, yan bi derewan……
kesên xerab, tenê ji boyî ku bijîn wisa xiyaneta herî mezin dikin û ji xwe xiyaneta herî mezin ya ku tû merovan bixe û wana dûrî kesayetiya wan bixe û ji paş de lêdanê li hevalê xwe bide û jehra xwe bi ser dilsozên dozê de birijîne. Ev kes ne mêrin lê bê ziravê her mezin ewin û bê rûmetê herî mezin ewin li gorî ku zanyar , oldar , Feylesof, Psycholog dibêjin. Û xiyaneta di nava kurdan de, mixabin ji kevn de wisa bû û xwe dirêjî vê serdema nû jî dike, ev kes tenê ji boyî ku bijîn û zikê xwe têr bikin wisa dikin û ji boyî ku wisa dikin tiştên xwe rewa dibînin û riwekî din didine xwe, ji kesên qenc diqiherin û ta ji wan tê wana di newalan de werdikin yan wan bê giyan dikin. yanî tiştê ku dijmin nikare di vî aliyî de bike ew dikin bi cilên kurdî, lê bi mejiyê dijmin. civata kurdî di vê nuqtê de birîndar bû û bi ser hişê xwe ve nehat, û dibê yên ku wisa dikin,li xwe dinerin ku pir zane ne û xwediyê felsefeyên mezinin. kesên dilsoz, di tiştên biçûk de naramin û dixwazin bi bayê jiyanê re bi meşin û tû kesî ji xwe re dijmin nabînin ji bilî kesên dijî xwedayê mezin û dijî azadiya wan.
Doza ku bi giyanê şehîdan û li çar perçeyên Kurdistanê hatiye asteke berz û bilind û îroj di nîgaşa her kesî de bi cih bûye û xewnên pêşiyên me jî bi cîh tên, ji boyî netewbûna me ,bi hevgirtina me.
Gelo me ta niha çiqa ders ji dîroka xweyî dijwar derxistine û ji boyî paşerojê çi sitûnên neteweyî dane ava kirin, ku bibine sermayayê meyî paşerojê.
li gorî nasîna min ji miletê kurd re û hin miletên cîhanê re, tevî ku em ji wana bêhtir hewcedarî her tiştî ne û hewcedariya herî mezin hewcedariya li xwe vergerê ye, hewcedariya xwe nasînê ye, hewcariya her kesî bi hev re heye û di bin sîwana kurdewariyê de……….
Êşa ji dijmin çare jê re heye ji ber ku ew dijmine û qediya ji ber wekî ez dizanim ji wan tewanên wî yanî dijmin min hêz dikirt û min moral dikirt lê êşa ji merovên ji te, ew êşa herî mezine û çare jêre tûneye û vê yekê hiştiye ku her yek ji xwe birîn bûye…..
Dema ku merov dûrî kesayetiya xwe dikeve dibê kesekî din yanî dibê dido û sisê….wê demê ew dijitiya xwe dike bêyî ku zanibe û dema ku dijitiya xwe dike û ji xwe, wê ya derdora xwe jî bike, mexabin pir kesayetiyên kurd wisa ne û ji xwe, xwe bi taybetmendiyên xwe zane dibînin. lê di pîvanên erkî, sincî de kesên herî pûçin, herî nizanin. zanebûna mezin avakirine, û ji xwe xerabî her kes kare bike.
Nemir zanyar Ehmedê Xanê dibêje:
zinhare nebin mûhib xeraban ne dost ne dijminê kîlaban
ger dost bî dê te bikî mirdar wer dijmin bî dê te bikî birîndar
ey dost ji dil bib yarê qencan yan ji dil bib neyarê qencan
ew qencin û qenciyê dizanin ji bilî qenciyê tişkî nizanin
ger dê bi wan bikî cefayê ewê li te vegerînin bi wefayê
Ev peyvên giran buha, ev hevokên bi wate gerek di rojên wisa bi rûmet de, di vê meha Avdarê de, meha bi rûmet, meha ku têde sala me dest pê dike û xweza kirasekî mîna rengê ala meyî bi rûmet ala Kurdistan li xwe dike, hemû kurd yên xwe kurd paxav dikin yên bi zimanê kurdî deyn dikin û bi taybet di bakurê Kurdistanê de ku dengê xwe bidin xwe bidin partiya xwe DTPê û ne din Dewlta ya ku Erdogan jêre serkêşiyê dike ku destên wî û patitiya wî ta qirikê di xwîna gelê kurd de ye(ne şerme ku merov bindest be, lê şerma herî mezin ku merov sedemên bindestiya xwe nizanibe).
Hilbijartinên heyva Avdarê di 29 ê wê de, qeder û paşeroja gelê kurd diyar dike…..hege Kurd dengên xwe bidin xwe wisa tola sedên salan ji dewltea Turko tê sitandin û gotinên rêzdar Ehmet Turk yên bi zimanê Kurmancî wê hêzê dide û li ser wê mêraniya wî hezar hezar carî jê re silav ev peyv dibine destpeke nû ji pêvajoya gelê kurd li bakurê Kurdistanê.
wekî din jî wisa li başûrê Kurdistanê gavên mezin têne avêtin û helwestên xweş ji hêla rêzdar Mesûd Berzanî diyar dibin û bi xwe wî pir caran got: şerê bira kujiyê xêza sore û dema wî derbas bûye. wisa dijimin wê di nava xwe de bifetise û wê mîna kesekî bêhiş di nava kaş û carên kurdistanê de bi ter pile….ji xwe xwestekên kurdan ewin ku Kerkûk ya ku nemirê kurd Mela Mistefa li ser gotibû dilê Kurdistane, gerek dike roj berî rojê vegere ser xaka kurdistanê û bê dudulî, û bê tirs ji ber dîwarê tirsê hate hilweşandi piştî ketina Sedam û şikestina Artêşa Tirk li ser destên Hêzên parastina Gel di Zapê de û nema dizanîn çawa bi revin û şikestina xwe eşkere bikin…niha hevqasî ji kurdan di tirsin….û tirsa wayî mezin ku pirê kurdan ew naskirine.
Em li hêviya paşerojeke nû ne, ku em nehêlin ku dîroka xerab
careke din xwe dûbare bike ta em ji nû ve serên xwe di nava refên merovatiyê de bilind bikin
em li bendî roj, meh, demsal, û salin nû ne
bijî hevgirtina gelê Kurdistan
bijî Kurdistan

o5. o3. 2009