Mîdiya

 

kurdyar dirê,î – amûdê

Dema min tu dît
rûyê xweda
diherdû Çavên tede
rû liken  min didît
xanimamin
tu li kube … jibîr meke
heye livir evîndarek
tu tim di dil wîde dijî
Şevê pêde dinûse helbestan 
û pênûs xamê ji hêsiran dibî
Dema min tu dît
Ji nava dilêmin refên kevokan
Firyane … firîn
Buharek li ber min vejî
Kesk û sor û zer
Şemala gulan têde
Bi ser herdû lêvên tede daweŞî
Roj ji nava dusevan hilat 
û li nîva dilêmin rahejî …
Li nava ristên xanê û cezîrî de
Li drmanê
serxweŞiya evîndariya te geryame
zîn û selwa
giryan …  û gutin
ey evîndarê jiyanê
hêsiran ji Çavan daweŞîne
av bide dildariyê
bi êŞ û nalînan talan bike
Şev tariyên tenahiyê
Dema min tu dît
Anahîta min himbêz dikir
gote min … hesbike
min go … nikarim
gote min … hesbike
min go … nizanim
gote min … hesbike
min go … hejarim
gote min … ey lawê
cezîrî … xanê û ceger xwînê nemir    
bi navê mîdiya hesbike
nagiha bÛme bilbilekî Şeyda 
û fîxan hate der
ey xwedana evînê
can … cerg  û dilê min bi qurbanin
li bin pêdana heskirinê …!!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…