Bang ji bo tevlêbûna duwemîn Festivala Strana Rojavayê Kurdistanê

ji hemû Hunermendên Rojavayê Kurdisanê re
ji bo tevlêbûna duwemîn Festivala Strana Rojavayê Kurdistanê.

      “Festîvala Tîrêj ya strana rojavayê Kurdistan ´´

Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat, duwemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna  seydayê Tîrêj de li dardixe.

Kesên vexwendî:
Hemû hunermendên rojavayê Kurdistanê ne – yên ku mercên tevlîbûnê di stranên xwede pêk bînin.

Em hêvîdar in ku hemû hunermendên rojavayê Kurdistan, ji tevahiya Ewrupa û welatên Iskendenavya cihê xwe di vê festivalê de bigrin.
Mercên tevlîbûnê:

1: Strana ku dikeve Festîvalê, divê ne hatibe tomar kirin û ne jî hatibe belavkirin.
2: Divê stran berî 01/04/2009 an bighêje destên komîta amadekar,
Wê komîta festîvalê stranên ku gerek tevlê bibin hilbijêrin.

Jûrî:
Jûrî ji 8 kesan pêk tê, di nava wanade Helbestvan, mûzîkvan, hunermend û şanoger hene, wê ev kes stranan ji bo festîvalê hilbijêrin.
 

Berhemên xelatan bigrin:
hemû berhemên ku ji hêla komîta amedekar ve werin hilbijartin dikevin Festîvalê û ji nav wan:
yek hunermend tê hilbijartin bi navê xwedyê insiyatîva herî xurt, û wê îsal were xelat kirin, û her weha wê hemû beşdarvan werin xelatkirin ji bo keda ku dane di darxistina festîvalê de.

Tevlêbûn:
Deriyê tevlîbûnê ji her hunermendî re vekiriye ku berhema xwe di dema nîşan kirî de bişîne ji komîta amadekar re
li ser vê navnîşana li jêr.

Navnîşan:            
 Herr  Osse
Wülferoder 17
30880 Laatzen/Deutschland

Ji bo têkiliyê:
TEL:01734427638 Zubêr Salih
        01627395711 Kawa Şêxê
        01725461712 Xebat Şakir
E-mail:
         zubersalih@hotmail.com
        kawa142@hotmail.com
        xebatchaker@hotmail.com

Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan
Komîta birêvebir
02.03.2009

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…