S:Ç.H.R.K roja 01.03.2009 an li Elmanya bajarê Hanover Burgerhaus Sechbruch str 20 30629 Hanover- Misburg çilrojiya seydayê nemir Bêbuhar çêkir, gelek hunermend, wêjevan, siyasetmedar û hizkiryên Bêbuhar tevlî bûn.
Komela Mala Gel a Hanover
Partiya Yekitiya Dimuqrat PYD birêz Sîpan
Mirin aliyê dewem yê jiyanê ye. Heger jiyan tune ba dê mirin jî tune ba. Bi gotinek din, mirin encama jiyan û temenekî şewitî ye.
Mûm dema ku dişewite, hem temen dibûhirîne hem jî, dora xwe ronî dike. Ew ronahî rûyê tariyê diqetîne û gelek tiştan ji veşartinê rizgar dike. Temenê bi rûmet û xweşewitandî jî, heman encamê dide, li gelek aliyên jiyana tarî mikur tê û helwest û ronahiya xwe li hember tarîyê diyar dike. Dibe jî, ku ew helwest bibe destpêka jiyaneke nû a piştî mirinê. Helwesta ku nameya xwe di jiyanê de bighîne, pîroztirîn helwest e, hem di temenê jîndar de, hem jî di pêvajoya piştî temen de.
Jiyana kesên ku temenê xwe ji bo xizmeta rizgariya civaka xwe tirxan dikin, helbet dê mirov bi vemirandina mûma wan re, xwe di tariyê de his bike û valahiya şopa wan bipelîne. Di felsefeya jiyanê de, mirin û jiyan, başî û xerabî, tarî û ronahî, şer û aşîtî hevdu temam dikin. Ku mirovên baş û xwedan rol tune bin, civatê têk biçe û heger mirovên xwedan rolên xerab (negativ) jî nebin, tê mirovên baş nas neke. Loma jî hilbijartina rolekê ji van herdu rolan, kêferata jiyanê saz dike û ji mirov û mirovatiyê re dibe neynika berdewamiyê. Ango herdu alî jî, ji bo berdewamiya dabaşa jiyanê giring û pêwist in.
Yûsivê Berazî (Bêbuhar) yek ji wan kesan bû, ku temenê xwe hemû ji bo aramî û serfiraziya civaka xwe, tirxan kiribû, loma jî îro bi hezaran mirov bi çûna wî re valahiyekê dibînin. Derfetên Berazî ên zanînê bê derî xetimî bûn, sedemên wê xetimandinê jî pir bûn. Bindestî hêza mirovan dadiwervîne û jiyana wan dixe astegiyeke bê hempa. Lê dîsa jî, ew li sînoran ranediwestiya û derî li pêşiya xwe vedikirin. Zanîn, serpêhatî, mêrxasî, mirovatî, rûmet û baweriya xwe ji vê civakê werdigirt û tim jî dûbare dikir, digot: ”Dibistana mezin jiyan û dabaşa wê ye”. Wek min ew nas dikir, ku wî serçimandin li hember dijminan nas nedikir û nikarîbû xwe wek mirovekî bindest bidîta, ne di zindanê de, ne jî li derve. Di hinavên xwe de mirovekî azad û serfiraz bû, loma jî di dema qedexekirina li ser zimanê kurdî, ez bûm şahidê dîwana Cegerxwîn a ”Kîme ez?” li ser maseya dikana wî û wî jî xwe di vî derbarî de mafdar didît.
Şopên ku Yûsivê Berazî (Bêbuhar) ji min re li dûv xwe hiştin ev bûn; mirovekî dilpak û nefis biçûk, hêsan û henekçî, cansivikiya ku hiştibûn wek mirov, dûrî keysebazî û dirûtîyê be. Mêrxasiya ku ji baweriya xwe bi doza welatê xwe hilgirtibû, hiştibû ku bi hestê xwe azad û serbest be. Civat û gelperweriya wî, hiştibû ku heftê û heft salên xwe bi yek asoyî heta mirinê berdewam bike. Mirov ev yek di mêvanperweriya wî de dipeland. Kengî em lê dibûn mêvan, bê dudilî radihişt bilûrê û xemên xwe di riya awazan re ji mirov re dihûna. Aliyên afirandina helbestê wek ”dahînan” li cem Bêbuhar hêsan û nizim bû, lê tiştên ku dinivîsîn, ji keldûmana dilê wî dihatin û bi gotinên xwe re jî pir dilsoz bû. Hêsaniya hevokên wî, dihişt ku herkes tê bighêje û bi wan re hestiyar bibe. Bi gotineke din, mirov kare bêje ku Berazî heta dawiyê kilasîk dinivîsand û karîbû bi nifşên nû re jî şevbuhêrkên helbestê saz bike û ji helbestên wan hez bike. Ev jî nîşanên dilmezinî û bawermendiya bi guherîna jiyanê bû.
Ez karim bêjim ku Bêbuhar yek ji stûnên helbesta kilasik û wêrekî bû, bi koçkirina wî re, em pir xemgîn in. Rast e, me berê jî zanîbû ku îro nemiriba dê sibê bimraya, lê di her hal de mirina kesên wek wî mirov dêşîne. Ya giringtir, divê mirov mirinê ji jiyanê re bike qurban ne berovajî, ku jiyanê ji mirinê re bike qurban.