Ku em bigrin Dest bi Dest …em tev dibin Serbest

Salar Temer

Xortekî qîr kir li van Zozana ..bi dengekî Bilind û goooooot …

Ez im Seydayê Ciwan
Kurdekî Serhişkî pir Giran
Xwînê dirêjim pir arzan

Ez dixwaz im niştiman
Serma û Birçîtî dibînim
Zilm û Zorî dixwînim
Lê… çav girtîye û Dev Kurmîye

Hinav û Dil tev bûne Xwîn û Birîn
Bi şev û Roj dikime Qîr û Nalîn
Rabe Kalo.. rabe Xuşkê.. rabin Birano
Bese Bindestî.. bese Xwînxwarî.. bese Zilm û Zorî

Kalekî goooooot…

Ez ê çi ji tere bêjim wa Xortê Rind û Ciwan
Dil pîr bû.. Diran ketin.. Por Sipî bû

Dijminekî bê bext û bê îman
Dijminekî bê Namûs û bê wijdan
Ez im ew Rihsipîyê Cizîra Botan

Min Serî dihlandin.. çiya dihejandin.. Dijmin diqelandin
Lê… Felek Xayîne laooo
Çawa ez bûme Kalekî bê Diran
Por sipî, bê Hiş û bê Sewdan

Qîzekê goooooot…

Ez im Bûka çardesalî
Kulîlka sorî Biharî
Li nav Hevala pir Delalî
Ez dijîm li Kurdistana şepalî

Mêjî li min hejandin
Mi li vê Axê dagerandin
Hêstir ji çavan barandin
Xwîna şêrîn rijandin

Li me kirine Talan û Ferman
Serî li me dane badan
Zilm û Zorî li me dane radan
Ta em bûne wekî Serxweşê bê Ziman

Xort dîsa vegera û goooooot…

Lê ez ê ji tere bêjim wa Faşistê Kerî Dewar
Ji xwe re.. bike Ders û bike Guhar
Em ti carî namînin bê cih û bê war
Û em ê bibne wekî Hespê bê Hefsar
Peywenda qetênin bê tirs û bê hejmar

Ku em bigrin Dest bi Dest…Em tev dibin Serbest
Û li van Kolana.. wê Qîz û Xort bikne Sitran û helbest

Va Kevoka Aştî li Azmana difrî…Va Kevoka Aştî li Azmana difrî

Salar Temer…….Suiss

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...