Li Bochumê bîstemîn salvegera koçkirina Mihemed Şêxo pêk tê

Bi helkefta bîstemîn salvegera koçkirina Mihemed Şêxo roja yekşema 08.03.2009ê li zanîngeha Bochumê çalakiyek li dar dikeve. Ev çalakî li jêr dirûşma „Emê timî bêriya te û hunera te bikin“ pêk tê.

Komek ji hunermend, helbestvan û kesayetiyên kurdî beşdarî vê çalakiyê dibin, mîna Xweşnav Têlo (Stockholm), Brahîm Mihemed Şêxo (kurê Mihemed Şêxo), Roj Elî, Omîd Silêman, Evîna Welat, Mizgîn Hesko, Narîn Şêxê û Sîrwan H. Berko. Şanoger Kawa Şêxê vê çalakiya bibîranîna Mihemed Şêxo pêşkêş dike.
Komek ji dost û hezkiriyên Mihemed Şêxo û hunera wî vê çalakiyê amade dikin.

Beşdarbûna çalakiyê ji bo herkesî vekirî ye.
Amadekarên çalakiyê diyar kir ku ew ji mêvanan hêvî dikin ku zarokên xwe li malê bihêlin.

Dem:
Yekşem, 08.03.2009, seet 13.00

Navnîşan:
Kulturcafé, Ruhr-Universität Bochum
Universitätsstraße 150
44801 Bochum

Hatina di rêya tirênê re: Ji Bochum Hauptbahnhof U-Bahn 35 (Richtung Hustadt), Haltestelle: Ruhr-Universität Bochum (dora 7 deqe)

Ji bo têkiliyan: 0174-6902977, 0162-8828205

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…