3000 kes ji bo mafê Êzîdiyên başûrêrojava meşiya

Ji bo şopandin, lêpêşgirtin û nerazîbûnê li hemberî hevpeymana Almanya û Sûriyê di 20 ê sibatê de li Elmanyayê, bajarê Hannover li qada Steintorê nêzîkî 3000 kes ber bi avahiya Parlamentê Herêma Niedersachsen ve meşiyan. Sloganên li dijî biryarên derxistina Êzîdiyên başûrêrojava û helwesta dewletê li dijî kurdên penaber yên Êzîdî hatin bilind kirin.

Ev meş bi organîzekirineka gelek profesyonel, gelek hêmin, li ser navê Encumena ÊziD hatibû qeydkirin û ji aliyê EziD û  “Komîta şopandin û lêpêştgirtina peymana Sûriyê-Elmanyayê” hatibû amade kirin.
Di destpêkê de nûnerê komêteya Êzidiyên başûrêrojava, “Komita şopandin û lêpêştgirtina peyamana Sûriyê-Elmanyayê” û moderatorê meşê rêzdar Dilgesh Îsa li ser rewşa Êzidiyên başûrêrojava (Sûriyê) axivî û rexne li peymana Sûriyê û Elmanyayê kir.
Herweha di çarçova Xwepêşandanê de gelek dost û hevalên miletên bindest amade bûn.
Xanim Pea Beate Zimmermann, endama partiya PDS,  û xanim Filiz Polat ji Partiya Keskan (Bundes 90, die Gruenen) û herweha rêzdar Sigmar Walbrecht ji encumena penaberiya Niedersachsen (Flûchtlingsrat Niedersachsen) di axiftinên xwe de piştgiriya xwe ji bo doza penaberan diyar kirin û destxweşî dane beşdarvanên Xwepêşandanê.
Hêjayî gotinê ye ku hêja Feleknas Uca, endama Parlamentoya Ewropayê ku bi eslê xwe Êzidî ye, wek hercar cihê xwe di nava gelê xwe de girt û di axiftineke bi heyacan fikir û dîtinên xwe derbarê vê peymanê anî zimên.
Her weha serokê encumena EziD birêz Loqman Bariş di axaftina xwe ya pir balkêş de bal kişand ser giringî û pêwistiya tifaq û yekîtiya navxweyî, û got ku îro roj di van rojên dîrokî de, di van kêlîkên pir hestedar de em bêtir ji hemî demê bi hewcedarê yekîtiyê ne.
Di heman demê de, berê xwe da wan kesayetên ku li dijî tifaqa Êzdiyan kar dikin û got ku em ê qet bi tu awayî rê nedin ewan kesan kî bin bila bibin, û em ê her demî li her ciyekî ku em tê de bin riwê wan yê reş rayî milet bikin.
Ji layekî din ve birêz Bariş Êzdiyên başûrêrojava (Sûriyê) rexne kirin û got ku eger hun li xwe nebin xwedî eger hun tifaqa xwe bi destên xwe çênekin, wê kesek jî wê çaxê nikaribe alîkaria we bike, û li pirs û pirsgirêkên we xwedî derkeve.
Hêjayî gotinê ye ku ji bo serîlêdana hindek ciyên fermî yên Elmanya, di meşê de du şand hatin destnîşankirin û berê xwe dane avahiya perlemana herêmê û avahiya wezareta hundir, li wir herdu şandan daxwaznameyek firehî radestî Hukumeta Herêmê û hemî partiyên Elmanî yên Herêmê kirin, û hêviya xwedîderketina li Êzdiyên başûrêrojava li wan kirin.
Di 14.07.2008 an de Dewleta Sûriyê û Elmanya peymana vegerandina penaberên ji Sûriyêyê hatîn yan jî yên di rêya Sûriyê re hatîn Elmanya, îmze kirin. Di 03.01.2009 Hikûmeta Sûriyê ev peyman bi rengekî fermî pejrand.
Dewleta Elmanya hewl dide nêzîkî 7000 Penaberan vegerîne Sûriyê. Ev Penaber ji salan ve li Elmaniya dijîn bêyî ku Elmaniya mafê Penaberiyê bide wan. Piraniya van penaberan Kurdên parêzgeha Hasaka ne û hijmara bihtir ji wan  ne Hemwelatiyên Sûriyê ne.
 
Demjimêr li 14.00 an piştî nîvro bi dilxweşî û serkeftinek pir mezin meş bi dawî hat, û beşekî mezin ji xwepêşinderan berê xwe dane mala Êzdiyan Celle.
Li mala Êzdiyan Celle civînek li ser heman babetê bi beşdarbûna nûnerên Bundesamt, seroka şaredariya Celle, birêz Felek Naz Uca, gelek parêzvan û bêtir ji 300 kesî hate li darxistin.
Di wê civînê de ku bêtirê wê şîrove û pirs û bersiv bûn pişkdaran bal kişandin ser rewşa Êzdiyan li Turkiyê, Sûriyê, Elmaniya û xetera peymana di navbera Sûriyê û Elmanyayê de.
Têklî bi: Komita Hildesheim ya şopandin û lêpêştgirtina peyamana Sûriyê-Elmanyayê
www.yeziden-syrien.deyeziden-syrien@hotmail.de
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...