Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com
ibrahimguclu21@gmail.com
Piştî xebateke dûrûdirêj û hevbeş, Civîna 18-emîn ya Abantê di 15-16’ê Sibata 2009-an de li payitexta Dewleta Federe ya Kurdistanê Hewlerê pêk hat. Ev civîna ji her demê cûdatir wek konferansekê hat binav kirin û gorî konsepta konferansê nerîn û şirove hatin pêşkêş kirin.
Beriya ku ev konferansa pêk bê, li ser konferansê niqaşeyên gelek girîng dest pê kirin. Gelek terefên siyasî yên kurd û tirk ev konferansa erênî şirov kirin, jê re pitgirî kirin û diyar kirin ku dê beşdarî vê konferansê bibin.
Gelek terefên tirk û PKKê jî li hemberî Konferansê Hewlêrê helwesteke nêyenî nîşan dan û ji bona ku ew konferansa nayê lidarxistin hewil dan.
Hewildana PKKê hewildeneke taybetî bû. Lewra tê zanîn ku PKKê ji bona ku Civîna 17-emîn ya Platforma Abantê li Diyarbekîrê nayê lidarxistin tehdît kiribû û berpirsiyarên Abantê di encamê de civîn li Diyarbekîrê lidarnexistin. Civîna ku encama Civîna 17-emîn ya Abantê di derheqa pirsa Kurd de naqeşe bike jî, encama tehdîta PKKê nehat lidarxistin.
Terefên tirk yên ku li dijî Konferansa Hewlêrê derdiketin, terefên nîjadperest, terefên li dijî mafên neteweya kurd û Dewleta Federe ya Kurdistanê bûn. Ew hêzan hîç wextekê naxwazin ku ji bona pirsa kurd gavek bê avêtin û kurd mafekî keseyetî û kolektîf qezenç bikin. Ji bona vê jî bi xurtî li dijî telewîzyona kurdî TRT Şeşê jî derdikevin. Lê PKKê xwe wek terefeke kurd dide nas kirin û dixwaze ku kurd gorî konsepta “Komara Demokratîk” mafên xwe yên keseyetî qezenç bike. Demokrasî û azadiyan daxwaz dike. Lê li dijî azadiya fikrî û xweîfadekirinê derdikeve û tehdîtan dike û naxwaze ku kurd û tirk di Platforma Abantê de li ser pirsa kurd niqaşe bikin. PKKê xwediyê maf e ku beşdarî civînên Platforma Abantê nebe û wan civînan rexne bike. Lê mafê wê tune ye ku dijiyatî ji civînên Abantê re bike û ji bona ku ev civîna li Kurdistane nayê lidarxistin tehdîtan bike.
PKKê bi taybetî jî, Konferansa Hewlêrê ji bona ku li hemberî xwe wek planekê dît, dijminitiyeke xurt kir. Lê wan baş dizanîn ku Konferansa Hewlêrê li dijî wan nehatiye lidarxistin. PKKê dixwest armanc û plana xwe ya esil veşerîne. Lewra armanca PKKê ya veşartî ew bû, ku PKKê nedixwest ku pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê, terefên tirk û eleqeya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê baş bibe û Komara Tirkiyeyê Dewleta Federe fermî nas bike. PKKê difikirî ku Konferansa Hewlêrê dê ji vê re derfet çê bike.
Hezar mixabin rastiyeke din heye ku PKKê ji roja dest bi xebatê kiriye li dijî azadiya fikrî û xweîfadekirinê ye. Ji bona vê bi hezaran kurd kuştiye û di vê qonaxeyê de jî rewşenbîrên kurd tehdît dike.
*****
Konferansa Hewlerê, ji aliyê Platforma Abantê, Dezgeha Mukriyanî, Unîversîteya (Zankoya) Selahaddînê de hat amade kirin. Diyar e ku mijarên Konferansê ji aliyê sê terefan de hatine amade kirin. Lê axevtevanên ji Başurê Kurdistanê ji aliyê Dezgeha Mukriyanî û Zankoya Selahadînê de, axevtevanên ji Tirkiyeyê jî ji aliyê Platforma Abantê de hatine tespît kirin.
Ji Başurê Kurdistanê gelek rewşenbîr, siyasetvan, rojnamevan, aqademısyên beşdarî Konferansa Hewlêrê bibûn. Ji Tirkmenan û Ji Aşuriyan tu kes beşdarî Konferansê nebibû. Ji Tirkiyeyê rewşenbîr, rojnamevan, aqademîsyen, siyasetvanên Kurd, Tirk, Suryanî beşdarî civînê bibûn. Lê Suryanî û Kurd wek teref nehatibun pejirandin. Ji bona vê jî dema ku axevtevan hatine tespît kirin, ev rastiya nedane ber çav. Bes ji terefa tirk axevtevan hatibûn tespît kirin. Ew du kesên esilkurd yên axevtevan jî, ew xwe terefa kurd nahasebînin û kurd jî wan terefa kurd nahesibîne.
*****
Her terefekê gorî xwe wateyek dida Konferansa Hewlêrê. Gorî terefa Dewleta Federe ya Kurdistanê, Konferansa Hewlêrê di navbeyna Dewleta Federe ya Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de dê pirekê ava bike û dê derfet çê bike ku di navbeyna herûdu terefa de pêwendiyên fermî xurttir bibe û heta Komara Tirkiyeyê dê Dewleta Federe ya Kurdistanê fermî nas bike.
Ji bona vê axevtavanên ji Başurê Kurdistanê, li ser siyasetên dewleta tirk li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê bi giştî, li hemberî Kerkukê bi taybetî, êriş û bombarandina Tirkiyeyê li Başurê Kurdistanê bi xurtî ranewestiyan û Tirkiye rexne nekirin. Li ser pirsa bakurê Kurdistanê ranewestiyan û ji bona Bakurê Kurdistanê hîç projeyek pêşkêş nekirin. Tespît nekirin ku pirsa kurd pirseke herêma Rojhilata Navîn e û ji bona vê jî çareseriyeke giştî divê bibe. Heger pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çareser nebe, li Başurê Kurdistanê aramî pêk naye, li Tirkiyeyê jî gorî standartên navneteweyî demokratîzebûn mimkûn nabe. Wê demê jî ji aliyê Komara Tirkiyeyê de Dewleta Federe ya Kurdistanê jı fermî nayê naskirin.
Lê Tirkiyeyê ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê nas bike, ji desthilatdariya Kurdistanê çend tiştên girîng daxwaz dike: 1- Divê Başurê Kurdistanê hîç nebe dewleteke serbixwe. 2- Divê Başurê Kurdistanê nebe navenda kurditiyê û li Bakurê Kurdistanê dest dirêjî û midaxele neke û ji Tevgera Bakurê Kurdistanê re alîkarî neke û eleqeya xwe Bakurê Kurdistanê sînor bike. 3- Ji bo Kerkûkê referandûm nebe û Kerkûk bi Dewleta Federe ya Kurdistanê nayê girêdan. 4- Bi PKKê re şer bê bikirin. Şerê navxwe were meşandin.
*****
Terefa Tirkiyeyê û Kurdên Tirkiyeyê xwediyê çend armancan bûn.
Berpirsiyarên Platforma Abantê yên hevalbendên Fettullah Gulenî û ew kesên nasyonalîst yên tirk, xwediyê projeyeke nû ya fikrî û civatî bûn. Ev projeya fikrî û civatî jî, projeyeke nû ya emperyal e. Gorî vê projeyê, li hemberî Dewleta Kemalîstî hewcedarî bi projeyeke dewleteke nû heye. Ev dewleta jî modernîst, îslamîst, globalîst û demokrat be. Di ev projeya fikrî û civatî ya emperyal de kurd jî wek enstrûman bibin. Lê kurd nedesthilatdar û xwediyê mafê kolektîf jî nabin. Neteweya tirk dîsa desthilatdar û kolonyalîst be. Kurdistan kolonî û neteweya kurd jî bindest be. Ji bona vê pêwendiya Komara Tirkiyeyê û Dewleta Federe ya Kurdistanê divê bê parastin. Heta di pêşerojê de dema ku kurd bi ereban re nikaribin bijîn û mecbûr bibin, ku ji ereban veqetin, wê demê bi Tirkiyeyê re yekbûna wan tê tasarim kirin. Ji bona vê nexwestin ku ji Kurdistan, Ji Herêma Federe ya Kurdistanê, Ji Bakurê û Rojhilatê û Rojavayê Kurdistanê behs bikin.
Beşek rewşenbîr, rojnamevan, aqademîsyênên tirk jî dostên kurdan bûn. Daxwaz dikirin ku li Tirkiyeyê jî pirsa kurd çareser bibe û pêwendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Tirkiyeyê baş bibe. Ew di wê baweriyê de bûn ku Konferansa Hewlêrê dê ji vê armancê re xizmet bike.
Kurdên Bakurê Kurdistanê jî, difikiriyan ku ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê bê parastin û ji aliyê Tirkiyeyê de de facto fermî bê naskirin, li Bakurê Kurdistanê jî pirs çareser bibe ev Konferansa dê bibe alîkar. Kurdên Bakurê Kurdistanê ji bona ku pêşkêşvanên konseptan nebûn, helwesta wan qels bû. Kurdên Bakûr di niqaşeyan de jî qelsî nîşan dan. Bi xurtî beşdarî niqaşeyan nebûn. Bes li 4 rûnîştinan ez sê caran beşdarî niqaşeyan bûm. Cerekê jî pêşiya axevtina min hat girtin. Nerînên min di konferansê de bûn sedem ku niqaşeyên hişk pêk bên. Lewra min di konferansê de konsepteke Kurdistanî ya hevmişterek parast û projeya emperyal ya terefa tirk teşhîr kir.
*****
Konferansa Hewlêrê girêdayî van projeyan û hesaban, ji platforma rewşenbîrî û fikrı derket, zêdetir bû platformeke siyasî. Di vekirina Konferansê de, Waliyê Hewlêrê, Wezîrê Çandî û Rewşenbîrî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê, berpirsiyarê Dezgeha Mukriyanî, Rektorê Zankoya Selahaddînê, Konsolosê Misulê yê Tirkiyeyê, berpirsiyarê Platforma Abantê Mûmtazer Turkone axevtin kir. Cara yekem bû ku Fetullah Gulenî goterek bi niviskî birêkir û ew jî hat xwendin. Bi vê mesajê Konferansê rengekî din qezenç kir, li ser rewşenbîrên Tirkiyeyê siyek/bandorek çêkir, azadiya Platforma Abantê xist xeteriyê.
*****
Daxuyaniya encama Konferansê, encama bîrûreyên beşdaran nehat amade kirin. Bes daxuyanî ji aliyê amadekarên konferansê de hatin amade kirin. Ev daxuyaniya bes wan girêdide. Ji bona vê jî, ev xalên girîng yên ji aliyê me de nayên pejirandin hatin pejirandin. Bi taybetî jî di daxuyaniyê de ku li dijî nasyonalîzma kurd dijitî, ji mafê çarenivisîya neteweya kurd re dijminitî ye. Amed, 21. 02. 2009