Rewşa Tevgera Kurdî, Siyasî û Rewşenbîrî li Sûriyê Sersala 2009

  Berzo Mehmûd

Kurd li Sûriyê hêzeke civakî û abûrî û civakî û rewşenbîrî drust dikê, eger bikarê bikevê bin yasa û destûrên rêkxistinî de ku ev hêz bikevê xizmeta berjewendiyên xwe bixwe de, wek milletek jiyandar, hem bikarê pêşberî metirsiyên hawîrdor rawestê, hem jî xwe pêşve bibê. Ji ber wilo jî kurdan hest bi vê yekê kirine, heke dereng jî hat, lê ev wilo çêbû, û ji seretaya nîvê duwem ya sedê bîstan dest bi avakirina rêkxistina xwe kiriye, ku ew jî avakirina partî bû da ku bikarê erk û barên netewayetî rabê, ji ber ku êl û eşîr eger di demekê de hevbendiyeke siyasî bû bo berjewendiyên êlê, lê dema rabûna netewan pêwîstî bi rêkxistinên mezin heye ku êl hemî têde beşdar bibin, ji ber ku armanc ne êlatî ye, lêbelê netewe hemî ye. 
Tevgera Kurdî çi ya partîzanî û çi ya rewşenbîrî wek em tev dibînin ku rewşeke nexweş de dibûrê, nemaze ji aliyên darûbarên navxoyî ku gelek lawazî û hejarî û bêpirgalî bi xwe re aniye, û ne tenê wilo jî ev rewş heçku lê xweş hatiye, yan jî li bendî ku hin ji wan re bêjin, û ev jî bi xwe kêmaniya ji wan re, lê dîsa ne xem e, bila ev kêmanî bê, lê ya herî giring ew e ku xwe nû bikin, ku xwe ji vî warê nexweş derbixin, û li hin çareseriyê bigerin, ji ber ku eger li çareserkirinê geriyan, wateyekê didê ku viyaneke xurt bi wan re drust bûye. Lewre ev tevger di baweriya min de pêwîstî bi hin gavine nû heye ku guhatinê bi xwe re bînin,  xwe wek kar xûna xwe nû bikê, ango ez weha dibînim ku tevgera Kurdî ya siyasî di gelek aliyan de pîr bûye, û nikarê bi erkê xwe rabê, inca ya baş ew e ku bi kêmanî hin pirojeyên piratîkî bide ber xwe, ku ew jî di çarçêweya destnîşankirina hejarîbûn û xurtîbûna kurdan di kû de ye, û em dikarin çi bikin û li ser çi bingehê kar bikin ku em gavên xwe yên tiyorî di piratîkê peyrew bikin. Yek ji xalên hejarîyê yên xuya ew jî fikirê şabaşiyê û di nav herdû tevgerên   wan dever û sînorên lawaz û  wek wediv ê sala

Pirojeyên partîzanî
Danîna pilanekê bo bihêzkirina tevgera Kurdî di riya yekîtiya hêzên hawbîr de ku kêmkirina piraniya jimareyên partiyên kurdî yekemîn gav tê di vî warê han de. Ev xebat û têkoşîna han di stuwê hemî rewşenbîr û siyasetmedar û her kesên kurdperwer e ye,

Yekîtiya hêz û rêkxistinên kurd çi biçûk û çi mezin li ser binemayeke zanistî ku tikes jê ne-êşê, û bi awakî ku girûpên biçûk ku îro navê partiyan li wa ye tevlî partiyên mezin bibin, lê bi awakî ku ev gav xurtbûnekê ji vê piroseyê re bênê, ango herdû alî pê xurt bibin, ne kû li ser bingeha yek yekî bixwê, lêbelê yek yekî hilgirê, û ne dûr e di vî barî de ew girûpa biçûk girûpa mezin hilgirê, her ev jî li ser çilonayetiya endaman radiwestê, nekû li ser çendayetiya endaman. Ya dîtir jî drustbûna lijnekê ji kesên pispor bo danîna pirojeyekî tekûz derbarê vî barê han yek ji gavên herî giring e di pêşdebirina kar de ku bixebitê li ser çend xalên giring:
1. bercestekirina nexweşî û astengî û kelem û kêmasiyan di tevgera partêzania kurdî de.
2.  danîna çareseriyeke zanistî wek çarename bête amadekirin û nivîsîn û belavkirin ku rewşenbîe û partisan hemi jî li ser rawestin, û vî pirojeyî pêşbixin.
3.  danîna pirojeyekî bo geşekirina jiyana partîzanî û jiyana rewşenbîrî ku bikevê bin xizmeta berjewendiyên civaka kurdî de çi di aliyê siyasî û rewşenbîrî û abûrî û hunerî û gelek astên dîtir 

Rewşa rewşenbîran
Rewşenbîrên kurd wek têne xuyakirin ew kesên ku bi warê nivîsîn û rageyandin û xwendina bilind ve pabend in. Nivîskarên kurd jî girûpek ji van rewşenbîran têne jimartin, lê ne merc e ku her nivîserek yan her nivîskarek rewşenbîr be. Rewşenbîrî tiştek e û nivîsîn û nivîskarî tiştekî dîtir e bi ser ku pêwendiyên wan (ango rewşenbîr û nivîskar) bi hev re di deverina de hene, lê dîsa nabê mecekî bingehîn ji ber ku mirov heye xwe hînî nivîsîn û pîşeyekî bibê û têde pispor bibê, lê ev mirov diz be, yan bêsinc û bêedeb û xirab be. Di baweriya min de wek van kesan hîç pêwendî bi rewşenbîriyê ve nine. Lêbelê, mixabin di nav xelkê de jêre rewşenbîr tê gotin û wek rewşenbîr tê pêşewazîkirin û rêzgirtin.  

Nivîskarên kurd, her ew jî di wê rewşa xirab de ne, ku siyasî û partîzan têde derbas dibin, ew jî eger ne xirabtir in, ne baştir in. Rewşa wan ango ya nivîskar û nivîskar, ya rewşenbîr û rewşenbîr, eger em bi awakî giştî bêjin, di pêwendiyên jevdûrketin, û dubendî, û bêrêzî, û şabaşîya girûpan, dijminatiya hevdû yek ji sîmatên diyar in di pêwendiyên nivîskarên kurd de li Sûriyê.
Hin nivîskar bûne şabaşvan li nik partiyekê, lîstik û vêlikan digerênê dijî filankes û bêhvankes ji nivîskaran, dema ku rayek, yan ramanek ne li gor kêfa wî be, yan hinekî bilindiya wî nizim dikê. 

Ez vê yekê dibêjim di wextê ku em hemî berpirs in, herçende hin kes hene ji yên dîtir pirtir di nav xirabî û nelihevî û dijayetî û dijminayetî de noq bûne û xwe têde noq dikin. Ya dîtir jî hin nivîskar ew hestê netewayetî li nik wan nîne, tenê xemxwarê navê xwe ne, tenê zikreşî û xirabiyê û parçebûnê belav dikin. Gelo wê rojek werê yan salek werê ku em bêjin: Of yan! Vaye rewşa me îro yan îsal baş bûye, em êdî dikarin hez hev bikin, em li hev bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…