(Pêşangeh)

 
Ehmed Xursê

Şeva sahî wênekêşe
Û her tabloyek derdekî dibêje

Tablo-1-

Xemrevîna min …
Navbera min û te
Berîka Zenûbya
Û lingêd wî kevirî
Yên herî kevin

Û rê hêjî dûre…
Çemê Ferat
Pira daleqandî
Şûpa lingên Osman
Û torênêd wî
Û rê hêjî dûre
Navbera me tişt û tiştin
Deştên genim
Yek libên beyaran
Zindan û sînemên şewitî
Sikak û kolanên raketî
Mîna xewa dîlberekê
Li hêviya ramîsana
Şahekî hijde salî
Wisa li hêviya ramîsana
Ji navbera herdû ebriwên te me

Tabloya –2-

Şev zîze…
Wisa vingîn
Ji dû kerwanên sitêran
Dirêj e

Cih nenase…
Lê mîna çîrokeke gulgulî
Xewnan ew ne bînabû
Lê dibe ku xortên
Li paş sînoran
Bi çavan dîtibin
Ji ber ku hecheîk
Û dîlekên telefona
Bi zaravê hev dianin

Tabloya –3-

Xewnên tenik…
Ramanên adîloşane
Ez dibêjim
Yan jî sermeya zivistanan
Havîn dibêje
Hinek dildar…
Pijîjkê dilane
Yar dibêje

Çima tu ne wisa yî?
Kevok sipî çênî
Serbask bi xine
Neynû dilop
Nikil dîlme
Rewanên pêxemberane
Buhiştî dibêjin

Çima tu ne wisa yî?

Şepolên Xabûr…
Gerîyan
Di bin meywan de
Westiyan
Meywak bi tenê qurmizî
Yên din widane biliyan
Çima tu ne wisayî?.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…