Dibistanek kurdî hilweşiya

 
Dilyar Dêrikî

Berhîm ê min
çiqas dayikek kurd  ,koça dawiyê dik,  ango dibistanek kurdî
ya   tekûşeriyê  hezkirinê û Sergermiya azad,
 di giyanê me de di herifê,
Nexweştirîn hest li cem mirov  hestê bêcariyê ye ,

em bêcarene  li ber mirina çav kûr
Em xaçkiriyê sînor û pasport  û xewnên  baskokirinê,
ser  kenarên  şevên sar û dûriyê
Em xwe  ji  xwe talan dikin , em xwe ji xwe azad dikin ,
Û derbesta  tirsa xwe   li ber  çavên   dem û xeman  vedikin ,
Û li bendî  wan çavên  dimîn in yên li bendî me di man 
caxê ku dîwarê zindanê 
Em  dûrî dergûş  û destbendan  dikrin .
Û hêlma xwêdana   temenê me  dûrî hembeza wan dikr
Berhîm ê min
Ne demê demê meye û ne welat mokur li êşa   giyanê me hatiyê
Navên me  bi xîzên sor  nîşan kiriye
Ramanên me  bi polîsên desthelatiyan dorpêçkirinê
Û şevên me  di paxila  bîranînan de di nalin
Û rondekên me  avagirên  ser demên  bajar û taxên me ,
Taxên me  yên  tên xemlandin bi pistpista  azadiyê,  di êvarên
Qamîşlokan  de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…