Li şivan temaşedikin hemî endam û alîgiriê tev sazî , rêkxistin , partiyên Kurdistanê , apoçî ne , barzanî ne, talabanî ne , barqawî ne û H.W.d. eger yek ji şivan tengijî û ta xeber jê re araste kirin , pêwîst niye ku şivan heman kiriyarê Bikê û qet çênabê xwe daxînê meqam û helwesta wî , rabûn û rûniştina şivan di bin çavdêriyê de ye , alem û xelk tê de dibînin nimûne û mînakekî bêhempa , di encamê de Hemî liv û tevgera wî bi rûmet û pîroz e . tiştê herî giring ku şivan perwer û hunermend e û bes , şivan nabê Siyasetmedar tevî ku di vir de zanîna wî pir ferehe û guman tê de niye , lê tayê Siyasetê Kin û rizî ye , dostaniya te emroj dibe ku beyanî li te vegerê Bi dimiahiyeka xurt û be pêçewaney , dîsa jî şivan di siyaset û ramiyaria netewî têgihijtî ye , ji mafê Wî ye rexnan bikê û alîgiriya xwe ji hêzeke siyasî re eşkere bikê , ew serbest û azad e. lê tiştê ku dilê Me xemgîndikê Ew belavok û daxuyaniyên wî mîna tawanbarnameyan ji hêzne Kurdistanî re rêdikê bi şêweyekî tund û giran bêyî ku biponijê Ku di nav vê hêzê bi xwe de bi hezaran ji hezkerê Wî , heyran û evîndarê Huner û stranên wî hene , ev hêza bi kêmanî bi hezaran şehîd û pakrewan dane di ber doza pîroz de ku şivan bi stranên xwe yên şoreşgerî pareka wî tê de heye , ger ev rê şaş û kirêt bê jî . Dibe ku tu ne alîgirê PKK bê û dibe jî ku we hevûdin êşandibê , kî raste û kî ne raste , ev ne mijara babeta me ye , lê bixwazê Nexwazê Ev hêz îro dost û dijmin hesaban jê re dikin , û kes nikarê Wê bi sîxurî û nokertiyê Tawanbarbikê , di bîr û baweriya min de eger tiştekî wisa hebê Ev ne karê şivanperwr e wek hunermendekî kurd , ev bêhtir karê Siyasetmedara ye . dîrok û çîroka te bi Pkk re heye , aliyên baş û nebaş hene , wan te êşandiye , te jî kêmkasî di şerê Li hember wa de nekiriye , lê kes ji we biserneketiye ji bilî kîn , dexsîn û çavnbarîyê , ev mal û milkê Dîrokê Ye , ew hakim û dadwer e , rastiya wê ne li gor kêf û miradan e , wê bê guman bi fermanê Rastiyê û mentiqê Dîrokî bê şîrovekirin . dost û hogirên vê tevgerê Pir in û ji dîroka kurdan tu kes an tu hêz nikarin wê derxin , wê timî lîstikvanekî yeman û bêmînak bê , ev nerîna min û gengaze ya te berevajî wê ye , ji sedî sed , lê pirs di vir de ye GELO ez bi ya xwe û tu li ser a xwe em dikarin bibin yek . di vir de te pir strandiye û hozanên baş gotine û lorandine , pêwîst niye ez bînim bîra te ey şivanê Dozê û hunermendê Welêt , em bi hêvîne ku ev belavok û daxuyaniyên neberpirs ku heqaret û bêrêziyê li alîgir û dostên vê hêza netewî û malbatên şehîdên wê dikin , nema ji hêla hunermendê Me yê mezin ve derkevin û hezker û heyranên hunera xwe yên bi ramanên xwe apoçî ne nekê bin guman û xirabfikaran
Ey şivanê Gelê kurd
Dr.Memo Ebdî Sûriye – Heleb

Şîrove (0)