Çend helbestên evînî ji roja evîndaran re

Husên M. Hebeş

10 roj û metelek din

Xweda erd û ezman
Di 7 rojan de avakir.
Di kenê te de 10 rojan ma!
Lê dema xwestibû 
Rokê di sînga ezmên de bi cih bike
Metel mabû ko ê çewa
Dest pê bike
Lê gava çav li navika te ket
Metelmayîna xwe deyna aliyekî
Û rok mîna navika te
Gilover û xweşik çêkir.
Kîyê ji bilî te?

Tu ken î
Kîyê te birevîne ji bilî min?
Tu bejn î
Kîyê te himbêz bike ji bilî min?

Tu dilbijîn î
Kîyê kela te vimirîne ji bilî min?
Tu pizot î
Kîyê wêribe nêzîkî alava te bibe ji bilî min?
Tu buhar î
Kîyê kulîlkan ji te bidize ji bilî min?
Tu kaniyî
Kîyê ava te vexwê ji bilî min?
Tu evîn î
Kîyê bi te birame ji bilî min?
Tu kujar î

Kîyê min bikuje ji bilî te?

Sûda evînê

Tev dizanin
Ko dêmê erdê gilover e
Û bê gûman jî
Digere.

Lê a ko pê nizanin
Ev e:
Dilên evîndaran
Wê gilover dike
Û bi hêza evîna wan jî

Ew digere.

Axaftin…

Gava Xweda xwestibû
Bi nazikî, bi delalî, bi aramî,
Bi evînî, bi tenikî,
Bi keskayî, bi hêdî, bi nermî,
Bi kurtepistî, bi hûrikî…
Bi erdê re biaxife
JIN çêkirin.

Fermooo…

Dilê min bê kilîte,
Bê deriye,
Bê pencereye…
Û li ser 4 aliyên evînê vekiriye

Fermo
Hemû
Jinên
Cîhanê
F
E
R
M
O
O
O…

Ji bo te 3ê reng

Ez ê ji bo te
3ê helbestan binivisînim
Yeke spî
Yeke sor
Yeke hişîn.
Ya spî:
Dako tu ji xwe re bikî nivîn
Ya sor:
Dako gurzek gul diyarî te bike
Ya hişîn:
Dako tu têde melevaniyê bikî.

Tîbûn

Ji kaniyê
Têr av vexwar.
Û li benda hatina te
Ji tîbûna re
Mir!

Tu û Çem

Gava tu seyrana xwe
Di ber çem re dikî
Av zelaltir dibe
Û bi evînî diherike.
Gava tu avê jê vedixwî
Dilê çem sivik dibe

Û ber bi evîndaran ve diçe.
Gava tu têde
Melevaniyê dikî
Ji şahiyan re rêça xwe
Şaş dike
Û xwe di dilê te
Wer dike.

Rojbûna te

Li
Rojbûna te
Ez ê gurzek Gulên êşê
Diyarî te bikim
Dako tu bizanibî
Birîn,birîn e
Û ez ji bo evîna te

Hemdem birîndar im.

Bizanibe ez mirim

Eger rojekê tu hatî û ez nedîtim
Bizanibe ko ez li wirim.
Eger tu hatî wir jî û dîsa ez nedîtim
Bizanibe ko ez li cihekî dûrtirim.
Eger tu hatî wî cihê dûrtir jî
Û dîsa ez nedîtim
Xemgîn nebe,
Kulîlkek sor di dilê axê de biçîne
Û bizanibe ko ez mirim.

Husên M. Hebeş

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…